Yusuf Kaynak

Yusuf Kaynak

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Salvegera mirina Cegerxwîn (1903-1984)

A+A-

 

Helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn 41 sal berê koça dawî kir. Kurdên li çaraliyê cîhanê her sal di 22ê Cotmehê de ji bo Cegerxwîn bîranînan li dar dixin. Mezinahiya wî her ku diçe bêtir tê famkirin, û pirtûkên wî îro jî di nav ciwanan de, mîna duh, digeriyan û ji bo helbestvan û hunermendan wekî çavkaniyek îlhamê xizmet dikin. Min li jêr helbestek ji xebateke ku min di salên hezar nehsed nodî de kiriye, wekî bîranîneke bi êş a mayîna wî ya di girtîgehê de nivîsandiye pêşkeşî we xwîner dikim.

 

Cegerxwîn jiyana xwe a siyasî û edebî jî di rewşeke pir dijwar û nebaş de borandiye. Li Iraqê cara yekemîn hatiye dîl kirin, xistin girtîgeha navdar “Neqretis-Sileyman”. Piştî ku vegeriya Sûriyeyê vê carê ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye girtin û ew sî û sê rojan avêtine hepisxaneya “Mez-ze”. Dû derketinê ji wê hepsê li ser van sî û sê rojan helbesta xwe ya bi navê: “Sih û sê roj di zindanê de” nivîsandiye:

 

Bîstê nîsanê şevek tar û reş pir nexweş,

Jandirme hatin ketin mala me wek diz û keleş.

 

Em dane ber xwe, birine zindanê: zindaneke teng,

Dar bi destê wan jehr û rû kirêt çavsor û pereng.

 

Daberizîn me bê tirs û bê pirs hemî wek şêr,

Ser û lingên me dixistin kewçûk ledidan bi dêr.

 

Li ser hev dijûn li ser hev lêdan li ser hev qamçî,

Cihê me pir teng em panzde heval bê cî û birçî.

 

Serên me bêmrês tev zîpirandin simbel û birû,

Birin kehrebe tev pîr û zarok tif dihate rû.

 

Dîsa deh mirov bi dar û qamçî bi boks û lêdan,

Em gevizandin dane ber lingan bi qîr û halan.

 

Li ser serên me tev çûn û hatin bizmar û potîn,

Heta hate xwar ji ser çavên me tev xwêdan û xwîn.

 

Em ji hiş diçûn tenê bêhişî bi me xweş dihat,

Tenekên avê bera ser me dan salon bû Ferat.

 

Dîsa şıyarî dîsa ew lêdan ew qamçî û dar,

Em xirxirandin di ser qadê re em kişandin xwar.

 

Ketin ser serên me ew hov û dîn gurên devbixwîn,

Serên me bi xwîn destên me birîn kincên me çirîn.

 

Gelek em tî bûn gelek birçî bûn ne nan û ne av,

Didan riwên me gotinên kirêt hemî pûç û xav.

 

Mîza jandirma li ser çavên me tev dihate xwar,

Dîsa ew lêdan dîsa ew dijûn ew qamçî û dar.

 

Şefqa min a nû dane ber meqes perçe perçe bû,

Danê serê min bi qerf û tinaz tif dihate rû.

 

Heta şeş rojan heta deh rojan li ser hev ezab,

Li hawîr bajêr girtin jin û mêr seraser irhab.

 

Jin û keç û bûk xistin feleqê bê şerm û fedî,

Şerqîna daran li ser serên wan kevokên kedî.

 

Em rakirin jor qişla leşkerî cîkî reş û teng,

Darên jandirma li ser serên me dîsa kirin ceng.

 

Hingî em gêj bûn min serê xwe zû siparte dîwar,

Ev laşê giran ma bê hiş û can ji jor hate xwar.

 

Îdî ji hiş çûm nizanim çi bû ew laşê mirî,

Gava şiyar bûm min dî li hawîr hêstir û girî.

 

Nehat bîra min ew qas dijwarî ew qamçî û dar,

Laşê min tev de xwêdan û çirav wisa mame sar.

 

Hêdî hêdî hiş hate serê min, girtin lêdan,

Ev e oda par em tê de girtî ev e ew zindan.

 

Roj çû ber ava jandirme hatin: hatin ber derî,

Em tev de rabûn dilê me bi tirs li hev me nêrî.

 

Em tev yekeyek derxistin derve hawîr me leşker,

Laşê me tazî ew laşê spî danîne ber der.

 

Em tev hingavtin bi dar û qamçî axîn û keser,

Hemî reş û şîn hate gorandin rengê me ê zer.

 

Em qefla paşî sîh û sê rojan bi vî karî man,

Tehqîr û dijûn didan riwên me mirovên nezan.

 

Bo hev digotin ev in bolşewîk dijminê welat,

Tif kên riwên wan van riwên kirêt pîs û bêxelat.

(…)

(Cegerxwîn, Sewra Azadî, Şam 1954, rûpel 122-125)

 

Cegerxwîn bi tevayî deh caran hatiye girtin; carekê jî sirgûn bûye û carekê jî bo şeş mehan li mal di bin hepsa çavdêrî de maye. Çend caran jî ji ber zordariya rejîma Sûriyeyê reviyaye çûye Lubnanê û li wê bi nehênî/bi veşartî demekê maye. Di navbeyna 1964an û 1966’an de bi jêhatî û zîrekîya xwe xebat kiriye: li gel helbest nivîsîne mijûlî nivîsandin û tasnîf kirina tarîxa Kurdî û Kurdistanê û berhevkirina folklora Kurdî bû û hinek jî pirtûkên tarîxî yên ji zimanê erebî werdigerandin zimanê Kurdî (Kurmancî). Li gel van çalakiyên hunerî xebata xwe ya siyasî jî her daîm ji alî de domandiye.

 

Çend gotinê bi gelemperî li ser hunera Cegerxwîn

Min di karê xwe de Cegerxwin wekî şaîre netewî yê sedsala 20mîn binavkiribû di wêje Kurmancî de. Soranî ji Kurmancî pêşketitir e, ji ber ku li ser nivîsandina Soranî qedexeyek nîne. Mijara min Cegerxwîn û wêjeya bi Kurmancî biserdejî helbestvanekî Kurmanc bû. Di dest me de ji çendek heb dîwane wî zêdetir malzeme nebû pirsê pê re rû bi rû dibûm her zêde bûn. Kesî nivîsareke zanistî nenivisîye, kê çi nivisîye bi îdeolojî û dirûşme sîyasî dagirtîye û çendek sloxane şoreşgerîyê wê demê ne. Min nedikarî herdem ji şoreşgerî û sosyalîstîya Cegerxwîn behskira, loma min Cegerxwîn kir qonaxên cude cude ku belkî ji raya gîştî re û ji xwendewaran re hineke rave bikim ku mîrov Cegerxwîn jî wekî me bi dewr û demê re bîrûbawerîye xwe guherîne û guhertîye û pêşketîye û gêş bûye.

 

Cegerxwîn di destpêka de bi helbestên xwe kevnar e di şêwaza tradîsyona Ahmedê Xanî û Melê Cizirî de ye, ne oldarekî hişk e, belê him bi form him naverokê xwe girêdayê ekolê dîwan edebîyatî a bi arûz e. Bi qafîye û beyt e. Mijar dîsa ji welatperwerî û nîştîmanperwerî dagirtibûn, ew ji dest pêke de berçavan e. Ewqasî li gundan meletî dike jî ji erdnîgerîya welêt ya xemilandî hîç wexteke dûrneketiye, mijar e xwe her gelê Kurd û klasîkê Kurdî yê wek Mem û Zîn û Memê Alan her mîjarê wî ne.

 

Ji aliyê têmatikî ve min kifş kir ku Cegerxwîn helbestvanekî lîrîk û dîdaktîk e û bi şikla formî klasîk e. Ji aliyê estetîkî ve jî Cegerxwîn di maneya bêjeyên nûjen yên kontrast û obje de ne nûjen e. Lê di estetîka marksîzm û lenînîzmê de sosyal realîst dikare were pejirandin. Wekî her helbestvanekî yan hunermendekî di berhemên xwe de hestên sosyalî yanê mijare civakî tîne zimên. Tecrubeya estetîkî wek navgînek e ku jiyanê bi lezkirinî bide jiyandin û ji bo ku vê rastiyê/realîteyê çêtir binasî aniyê ziman, lê ew jî li gor wî ne her demê de mimkun e ku bi rasteqînî bi wan bêjeyan hema bînî zimên.

 

Çend şîroveyê dawî ji bo nifşe nû lê zêde bikin: Cegerxwîn her çiqas ji bo Kurdên Kurmancîaxêver helbestvanekî neteweyî yê girîng e jî, lê hetanî niha girîngiya wî ji aliyê Kurdan ve bi têra xwe nehatiye fêm kirin û ne bûye mijara lêkolînên zêde. Nifşê ciwan, tevî hemî çavkaniyên xwe, dikarin Cegerxwîn wekî mijara tezên xwe yên dibistanê lêkolîn bikin. Mînakî, pîvanên ku Cegerxwîn di helbestên xwe de bikar tîne: Di wêjeya me de sê celeb pîvan têne bikar anîn: heceyî, aruz û azad!. Her pîvan ji avahiya zimanê ku ew jê re girêdayî ye derdikeve holê. Pîvana Aruz, an jî pîvana arûz (Osmanî: vezn-i arûz), sîstemek helbestan e ku di wêjeya Erebî de derketiye holê û belavî wêjeya Îslamî bûye. Ew li ser prensîba hejmareke wekhev ya heceyan di rêzan de ye. Rêzên mayî yên di helbestê de divê heman hejmara hece'yan wekî rêza yekem di pîvana heceyî de hebin... Şêweyên/ Formên beytê/helbeste li ser 12 (dozdeh) cureyan têne dabeşkirin, bi navên Gazel, Rubai, Kaside/ Qasîde, Tuyuğ, Mesnewî, Murabba, Kıta, Şarkı, Müstezat, Terkibî-bent, Terciî-bent, Musammat. Li gorî mijaran jî şeş cureyê helbestê hene: lîrîk, epîk, dîdaktîk, şivanî, mîzahî û dramatîk tên navkirin.

Yusuf Kaynak

Lahey, 20.10.2025

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin