Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê (1514) (II)

A+A-

Şerê Çaldiranê û Peymana  Amasyayê (1514)

Têkilîyên Kurd û Osmanîyan û Kurd û Sefewîyan (II)

Piştî Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê, di nav civata kurdî da 3 cûre / tewir rêvebirî (organisation) dikeve nav jîyanê. Li gora fermana padîşah ku daye Begên Kurdan, rêvebirina wan Begên Kurdan di çarçoveyeka weha da hatîye hunandin:

1. Begîtîyên tam otonom. Di hilbijartina van begên tam otonom da dewlet (yanî osmanî) eleqeder nabe. Hilbijartina van serekeşîran, wek ku bûye adet, ji babê / bavê derbasî lawî dibe ku ev adet ji mêjedemê ve hatîye domandin. Yanî serekeşîrek dema dimire, kurê wî dikeve şûna bavê xwe û karê serekeşîrîyê didomîne. Padîşah jî bi fermanek wî serekî nû tasdîq dike. Van rêvebiran bacê nadin hukumeta osmanîyan û xebatên xwe yên rêvebirîyê di warê îdarî û malî da ew bi xwe bi rêve dibin. Hukumeta merkezî, bi tu awayî têkelê karê wan began nekirine. Tenê berpirsîyarîyeke van began hebûne ku di şeran da ew jî digel padîşah beşdarîya şeran kirine.    

2. Begîtîyên nîv (kismî) otonom. Mafê Dewleta Osmanî heye ku mudaxilê Begên Kurdên Nîvotonom in / sancakên kurd, bibe. Rêvebirên Began, ji alîyê berpirsê begêbegan / eyalet ve tê kifşkirin, lê yê tê hilbijartin jî li gora adetê, ji alîyê malbata rêvebir ve tê taînkirin. Lê di vê hilbijartinê da dema alozî / nakokî çêbe, wê demê osmanî mudaxilê wî karî dibe. Lê di vê mudaxeleyê da jî malbata ku bûye alozîya şolê, li derve nayê hiştin. Rêvebirê hilbijartî mecbûr e ku berpirsîyarîyê eskerîyê bîne şûnê, yanî di şeran da digel osmanîyan beşdarî bike û perçeyek baca ku civandîye, bide dewletê.

3. Begîtîyên girêdayê navendê / merkezê yên ji rêzê.  Sancakên ji rêzê: Jibo van began wek min li jor dabû xuyakirin, mafê otonomiyê tune û rêvebirên wan ji alîyê hukumetê ve tên taînkirin. Ew jî mecbûr in ku jibo eskerî û bacê (maddî), berpirsîyarîyên ku dikevin ser wan, bînin şûnê û statuya wan sancakan jî wek hemî sancakên ku girêdayê navendê ne, tên bikaranîn. (5)

Lê pêwistî pê heye ku ev xal zêdetir were kolandin û bi hûrgilî ew were zelalkirin. “Li ser daxwaz û fermana Y. Sultan Selîm, Î. Bidlîs-î, Kurdistanê li gora herêmên cuda ji hev cîyê dike. Î. Bidlîs-î, ewil Dîyarbekir jibo 19 sancakan perçe dike. Ji van sancakan 11yê wan rasterast bi hukmê osmanî (Bab-î Alî) ra hatîye girêdan. 8ê dî jî bi girêdayê Begên Kurdî ra mane. Li dervayê wan yên ku nîv otonomîya wan hebûne û girêdayê sultan bûne, wek hukumetên Cezîre, Hazro, Genç, Palo û Egil jî divê werin jimartin. Sancakên ku girêdayê îradeya Begên Kurdî bûne jî ev bûne: Atak, Mihranîye, Kulp Şamagan,  Çabakçûr, Çermîk û Pertek. Ji serekên van Hukumetên Kurd ra ”Mîr-î Mîran” dihat gotin ku ew di karên xwe yên hundûrî da serbixwe bûne. 

Li herêma Wanê û derdora wê jî bi vî rengî hukumetan li ser kar bûne. Wan û derdora wê jibo 37 sancak û 4 hukumet hatibû cîyêkirin. Hukumetên Wanê û derdora wê ev bûne:

1. Hukumeta Hekarîyê: Derdora 10 hezar hêza eskerîyê yê daîmî ya vê hukumetê hebûye.

2. Hukumeta Bidlîsê: Derdora 20 hezar hêza eskerîyê yê daîmî ya vê hukumetê jî hebûye.

3. Hukumeta Mahmûdî: Ev hukumet jî xwedîyê 6 hezar hêza eskerîyê bûye û li rojhilatê Wanê jîyane. Ev hukumet ji 120 eşîrên kurd pêkhatîye.

4. Hukumeta Pa(î)nîyanîş: Ev hukumet jî qasî Hukumeta Mahmûdîye mezin bûye û cîranê Hukumeta Mahmûdîyê bûye.

Wek tê dîtin li Kurdistanê hema hemî rêvebirîyên kurd xwedîyê hêzên çekdar bûne û van rêvebirên feodal, girêdayê Sultanê Osmanî bûne. Ji 1514an heta 1639an 125 sal derbas bûye ku di wê pêvajoyê da gelek caran şerên Îranê û Osmanî qewimîne û di hemî şeran da rêvebirên kurd digel hêzên xwe yên çekdar (derdora 50-60 hezar) beşdarî kirine û guman tune ku di encamên hemî şeran da yên herî zêde xisar dîtine, kurd bi xwe bûne. Ji ber ku ew wek herêma tamponî di nav du agiran da mane. Loma di vî 125 salî da kurdan bedêlên mezin dane, malên wan xirab bûne, canên wan binax bûne û Kurdistan wêran bûye.” (6)

“Padîşahên Osmanîyan yên ku piştî Yavuz Sultan Selîm hatine ser hukum; ew ketine nav hewildanan ku peymanên osmanîyan û begên kurdan bi yekalî xirab bikin û di nav pêvajoyê da begên kurdan bi xwe ve bidin girêdan. Ev jî dibû sedem / semed ku navbera osmanî û begên kurdan ber bi xirabbûnê here û car caran jî di çarçoveyên biçûk da bin jî hin bûyer qewimîne. Mîsal; di dema Kanunî Sultan Suleyman da Ulema Beg, wek Begêbegan jibo Hasankêf û Bidlîsê hatîye taînkirin. Lê hukumkirina wê derê di destê Şeref Xan da bû. Li gora maddeyeka peymana Îdrîs-î Bidlîsî û Yavuz Sultan Selîm, rêvebirina kurdî ji bab(v)ê derbasî lawî dibû. Ev taînkirina ku Sultan Suleyman pêkanîbû, vekirîye ku wê peymanê binpê kirîye. Eger pêwist bû ku Şeref Xan ji ser hukum were dûrxistin, pêwist bû ku di dewsa wî da kurê wî bihata ser hukum. Loma Şeref Xan ketîye nav hewildanek li dijî Ulema Beg ku jibo herêmê hatibû taînkirin û li nêzîkê Bidlîsê hêzên Ulema Beg ji alîyê hêzên Şeref Xan ve têkçûne. Loma Ulema Beg, ji neçarîyê paşve zivirîye. Di buhara 1603yan da dema sadrazam Îbrahîm Paşa dihere sefera Tebrîzê, wê demê Şeref Xan dimire / wefat dike, di şûna wî da kurê wî Şemseddîn dibe Emirê (begêbegan) Bidlîsê.

Di payîza 1603yan da bajarê Baxdayê ji bin hukmê îranîyan derketîye û ketîye destê osmanîyan. Piştî ku Baxda dikeve bin hukmê osmanîyan, walîyê Dîyarbekrê Suleyman Paşa jibo walîtîya Baxdayê hatîye taînkirin. Ev, di eynê demê da walîyê ewil bûye ku ji alîyê osmanîyan ve hatibû taînkirin. Bajarê Baxda bi awayeke aştî ketibû bin hukmê osmanîyan. Lê balkêş e ku jibo pîrozkirina wê bûyerê, Padîşah Sultan Suleyman, bi navê Şewket Beg, begekî kurd digel heft(7) hevalên wî dide kuştin.” (7) Ev jî numûneyeke cinawirîyê ye ku Sultan Suleyman raxistîye meydanê ku li seranserê cîhanê ku mirov bikaribe mîsalên weha yên hovîtîyê nîşan bide. Pir ecêb e ku li ser navê pîrozkirinê 7 mirov wek lawirên (heywanên) serjêkirinê werin kuştin. Lê wek min li jêr nivîsîye, Yavuz Sultan Selîm û Kanunî Sultan Syleyman hemî endamên malbatên xwe kuştine jibo hukumdarîyên xwe yên hovîtîyê. Lê wek Îdrîs-î Bidlîsî di darbarê padîşahên osmanîyan da nivîsîye û bi navê bihiştê (cenetê) daye zanîn; bi rastî ne tu karê aqilan e ku mirov wan sultanên cinawir û dûzenên wan wek bihişt bide naskirin. Xwedê aqil bide bêaqilan û kesên bêpergal.

”Sultanê Osmanî, hêzeka çekdar ku ji 10 hezar kesên ji eşîrên kurdan pêk hatibû dide amadekirin û dixin bin fermana Elkas Mîrza û rêdikin ser Îranê. Elkas Mîrza, bi rîya Kerkûk û Şehrezur tê Hamadanê. Vê herêmê û bajarê Kumê dagir dike. Paşê ku hêzên / eskerên Îranê tên herêmê û hêzên osmanî nikarin li ber xwe bidin û ji neçarîyê ber bi Karsê ve diçin û ji wir jî dizivirin Baxdayê. Di vê navberê da di navbera Osmanî û Îranê da peymanek çêdibe. Piştî wê peymanê Sultan ji Elkas Mîrza ra xeber dişîne da ku here Stanbulê. Lê Elkas Mîrza, wê fermana Sultan qebûl nake û serî hildide. Li ser vê hewildanê Sultan, ji begên Bradost, Îmadîye û Hakarîyê hêzên çekdar avadike û ferman dide wan da ku Elkas Mîrza bi dest bixin (bigirin). Elkas Mîrza Beg, xwe davêje bextê Emîr Serhap Begê. Lê ji ber ku eskerên Îranê hawirdorê pêçane, Serhap Beg, Elkas Mîrza Beg teslîm dike. 

Şahê Îranê Tahmasb, di 1554an da jibo Orta Kurdistanê dihere seferê û heta Erzingan / Erzincan û Dîyarbekrê diçe. Balkêş e ku ew derên ku hêzên Îranî lê derbas dibin, gelek xwîn rijandine û wan deran wêran kirine. Li ser van bûyeran di navbera Îran û Osmanî da careke dî şer dest pêdike. Hêzên Îranî êrîşên Mûşê, Adilcewazê, Ercîşê, Wanê û Bidlîsê dikin. Şerê nû yê Îranê û Osmanî ku di 1585an da çêdibe, osmanî têk diçin.  Di Newroza 1590î da peymanek di nav van du dewletan da çêdibe û ev peyman 13 sal tê domandin.

Walîyê Tebrîzê yê girêdayê Osmanîyan bû, di 1603yan da bi hin bahaneyên cuda êrîşê ser Salmazê kirîye û ji ber wê yekê careke dî şer di navbera Osmanî û Îranê da çêdibe. Di vî şerî da îranîyan bajarê Tebrîzê dîsa paşve sitandine. Wek em di vê mîsalê da jî dibînin, di gelek şeran da ewil osmanî bi êrîşên xwe hin deran dixin bin fermana xwe ango hin deran rizgar dikin; lê piştî vegera wan ji wan herêman, îranî careke dî wan deran paşve distînin. Lê wek eşkera û zelal tê dîtin, van şerên ku demên dirêj hatine domandin, ew li Kurdistanê qewimîne û loma xisarên mezin dane civata kurd û Kurdistan wêran bûye.” (8)

Önceki ve Sonraki Yazılar