Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike

Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike

.

A+A-

Komîsyona Hilbijartinan a Sûriyeyê ragihand ku hikûmeta demkî dê dawiya vê hefteyê li bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên nerasterast ên parlamentoyê li dar bixe.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan Newar Mecme li ser hesabê xwe yê Xê got:

"Roja pêncşemê saet 09:00an, dê navendên dengdanê li bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî û her wiha li navenda Encumena Gel (parlamento) ya li Şamê vebin da ku sê endam ji bo Encumena Gel bên hilbijartin ku nûnertiya beşekê ji parêzgehên Reqa û Hisîçayê dikin."

Divê were gotin Girê Spî li ser Reqayê û Serê Kaniyê jî li ser Hisîçiya (Hesekê) ye.

Girê Spî û Serê Kaniyê ji sala 2019an ve di bin kontrola wan komên çekdar de ne ku Enqere piştgiriyê dide wan.

Li Sûriyeyê 5ê Çiriya Pêşîn hilbijartin hatin kirin lê herêmên Rêveberiya Xweser û Siwêda (gelê wê Durzî ye) tevlî van hilbijartinan nebûn.

Ji 210 kursiyan, 140 bi dengdana nerasterast ji aliyê nêzîkî 6,000 nûnerên ji jêrkomîteyên herêmî ve tên hilbijartin.

70 kursî jî dê ji aliyê Serokkomarê Demkî Ehmed Şer ve li gorî daxuyaniya destûrî ya ku meha adarê hatibû pejirandibûn bên tayînkirin.

Newar Mecme da zanîn ku 13 kursiyên mayî yên Reqa û Hisîça û yên Siwêdayê "heta ku şert û mercên ewlehî û siyasî yên guncav peyda bibin" dê vala bimînin.

Li hêla din, Rêveberiya Xweser ew hilbijartin bi rengê "dûrker û nedemokratîk" pênase kiribûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin