Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir

Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir

.

A+A-

 Di ser rizgarkirina bajarê Reqayê re 8 sal derbas bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20ê Çiriya Pêşîn a 2017an bajar ji destê DAIŞê rizgar kiribû û bi vê boneyê Fermandariya Giştî ya HSDyê û Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî peyamên cuda weşandin.

Mezlûm Ebdî bi boneya salvegerê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

"Di ser rizgarkirina Reqayê ya ji terora DAIŞê re 8 sal derbas bûn. Ev ew destan e ku şervanên me bi fedekarî û wêrekiya keç û xortên herêmê afirandiye.

Rizgarkirina Reqayê qonaxeke diyarker bû ku dawî li 'paytexta xîlafetê' anî û rê li ber parastina mirovahî û têkbirina xeternaktirîn gefa cîhanê vekir.

Em îro jî li dijî terorê têdikoşin û ji bo ewlehî û aramiyê dixebitin da ku Sûriyeyeke yekgirtî û ewle ji bo hemû zarokên wê ava bikin."

HSD: Yekîtiya eşîran kevirê bingehîn bû

Fermandariya Giştî ya HSDyê jî diyar kir ku şervanên wan di rojeke wekî îro de "efsaneyeke dîrokî di hafizeya dîrokê de xêz kiriye."

Di daxuyaniyê de rola şênî û eşîrên Reqayê ya di rizgarkirina bajêr de bilind hat nirxandin û hat destnîşankirin ku yekîtiya di navbera eşîr û hêzên wan de "kevirê bingehîn" ê destpêkirina hemleya rizgarkirinê bû.

Hat gotin ku beriya operasyonê li Hisîça û Kobaniyê bi şêx û rîspiyên eşîran re civînên li pey hev hatine lidarxistin û planeke temam a rizgarkirinê hatiye danîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şerê rizgarkirina Reqayê, şerê herî zehmet ê li dijî terorîstan bû.

Şervanên me avahî bi avahî, kolan bi kolan ketin şerekî demdirêj. Xwîna şervanên me yên herî pispor li ser xaka Reqayê rijiya."

"Em dê destkeftiyên xwe biparêzin"

HSDyê teqez kir ku ew dê destkeftiyên gel biparêzin û soza parastina herêmê da û wiha domand:

"Em dê rê nedin careke din terorîst di bin çi nav an şêweyî de derkevin holê.

Em dê rê nedin dijberên azadiyê bi çarenivîsa gelê me bilîzin, rewş û astengî çi dibin bila bibin em dê ti carî bazarê li ser xwîna şehîdên xwe nekin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rizgarkirina Reqayê ne tenê bûyereke herêmî bû, ew serkeftineke cîhanî bû li dijî "metirsîtirîn rengê terora tundrev.

HSDyê bal kişand ser wê yekê ku Reqaya ku rojekê "paytexta terorê" bû, îro bûye "sembola azadiyê û jiyana hevbeş û ev serkeftin bi saya xwîna şehîdan, îradeya şervanan û yekîtiya gel û eşîran pêk hatiye."

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê diyar kir ku wan di nava van 8 salan de li bajêr jiyan ji nû ve ava kiriye.

Li gorî Kantona Reqayê, dema wan dest bi xebatên avakirinê kir ji sedî 85ê bajêr ji ber şer wêran bûbû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin