Şam ne şekir e
Nuri Aldur
Mîna di îzah û şîrovekirina hemû awayande, di beşê politîkayê de jî sûd/fêda lîteratûrê/edebî-yatê heye.Eger em hebûna lîteratura xwe bi kar neyênin anjî ji termînolojîya lîteratûra kurdî îstîfade nekin; emê nikaribin berhemên baş (nivîs, helbest, roman ûhw...) bi afirînin. Lewra gelek ji me pirr caran gotinên pêşîyan, mîna helbest û stranên hûnermendan, qal û gotinên kesênme wek sernivîs dinivîsin, wek pîyes, tîyatro pêşkêş dikin û wek destpêkirin û bipêşxistina jîyana kûltûrî ya kurdî di jîyana rojanede bicîh tênin. Lîteratûra kurdî dewlemende û ji ber wilo jî têra ku em bixwazin materyal tê de heye ku em wê bikarbînin, hizir û ramanên xwe zelal bikin û mîna xezîneyekê bo kurdistanîyan bênine ber çavan.
Êêêê pekî politîka çiye-çawaye? Fermo gelî xwendevanan vê nivîsê bixwênin, da hingî hûn belkî fahmbikin bê ma ez çawa dihizirim! Şam şekire anjî ne-şekire; ewe bi kesanre anjî bi wan kesên ku Şamê îdaredikin ve girêdayîye. Ewan kesan karin Şamê bikine şekir, lê ewan karin bikine jahr jî. Yanî Şam(coxrafîk) bihişt jî be, îdarecî/hikimdar karin wir bikine cihê kîn, nefret, şer û xwînê û bi barbartîya xwe wir ji bihiştê derxin û bikine dojeh.
Ahmed Şera û hevalên xwe bi gelek awayan ve primitîv û gadarin û di derbarên xweserîya Rojava de zimanekî tehdîtkar bikar tênin. Wek mîsal, ewan dibêjin ku "yekîtîya Sûrî li ser hemî tiştanreye anjî ewan milîsan qebûl nakin ûhw.."
Li gor min pêwîste ku serokatîya Rojava bo wan despotan weha bibêjê: * eve gelek salin ku em xwe bixwe îdare dikin û me Rojava pêşxistîye û gel li gel me ye, * ev demeke dirêje ku me li gel pirr pêkhateyan îtîfaq û hevkarî kirîye û biser jî ketine - me peyman çêkirine û hûzûrek li wir peyda kirine, * mîna jin e ke rojavayî di got " ew gel û coxrafya xwe temsîl dikin û di parêzin, lê ma gelo Ahmed Şera kê temsîl dikê? Kê ew berpirsîyarî dayîye te Ahmed Şera?
Dawîya dawî ezê weha bibêjim: îroj halî hazir gelek endamên serokatîya Rojava(Mazlum Abdî, Îlham Ahmed, Rohilat Afrîn û her gelekedin) ji serokatîya Şamê xwedî tecrûbettir, zanattir, û dîplomattirin û pêwîstbû Ahmed Şera û dinya bê-ojdan vê rastîyê bibînin û qebûl bikin. Lê ma kanî ojdan û kanî qebûlkirina rastîyê? Şam ne şekire, balam bibê şekir jî, her dîse welat/rojava şêrîntirre.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin