
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin
.
Îro li Tiflîsa paytexta Gurcistanê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê bi beşdariya zêdetirî 50 karsaz û bazirganan ji Gurcistan, Ermenistan, Qazaxistan, Tirkiye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.
Armanca konferansê xurtkirina pêwendiyên aborî û veberhênanê yên di navbera Gurcistan û Herêma Kurdistanê de ye.
Serokê Komeleya Navneteweyî ya Karsazên Kurd û Gurcî Otarî Nadiryan beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesen ve tê pêşkêş dike û li ser vê konferansê agahî dan.
Wî ragihand ku gelek karsazên Gurcistanî dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û bixebitin.
Otarî Nadiryan da zanîn ku bazirganên Gurcistanê bi taybetî girîngiyê didin bazara Kurdistanê û got:
"Karsaz û bazirganên Gurcistanê dixwazin berhemên Gurcistanê derbasî bazara Kurdistanê bikin."
Li gorî agahiyên ku Nadiryan dane, li Herêma Kurdistanê di navbera 8 hezar û 11 hezaran de welatiyên Gurcistanê di sektorên cuda de kar dikin û bi taybetî jî di warên otel, xwaringeh û avahîsaziyê de dixebitin.
Wî destnîşan kir ku ew amade ne hemû hêsankariyan pêşkêşî wan karsaz û bazirganên Kurd bikin ku dixwazin li Gurcistanê bixebitin û sermayeguzariyê bikin.
Otarî Nadiryan her wiha behsa pêwendiyên civakî û geştiyariyê jî kir û got:
"Gelek Kurdên Êzidî li Gurcistanê hene ku dixwazin Lalişê ziyaret bikin."
Wî diyar kir ku ew wekî komele hewl didin ji bo wergirtina vîzeyê hêsankariyan bikin û geştên asmanî yên rasterast di navbera Tiflîsa paytexta Gurcistanê û Hewlêrê de organîze bikin.
Li Guristanê niha derdora 10 hezar Kurdan dijîn lê divê were gotin ku di serdema Sovyetê de hejmara wan derdora 40 hezarî bû.
Ew bi giranî Kurdên Êzidî ne lê hinek Mesîhî jî hene.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin