
31 rêxistinan binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê şermezar kirin
.
31 rêxistinên mirovî binpêkirinên komên çekdar û Erebên hawirde yên li dijî xelkê herêma Efrînê şermezar kirin.
31 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan bi daxuyaniyeke hevbeş binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê şermezar kirin ragihand ku komên çekdar û Erebên hawirde yên li Efrînê dest datînin ser zeytûnên a xelkê.
Dilgiraniya ji ber talankirina zeytûnan
Rêxistinan dilgiraniya xwe ya kûr li hemberî binpêkirinan, bi taybetî di warê dizî û talankirina berhema zeytûnan de, anîn ziman.
Li gorî daxuyaniyê, ev binpêkirin bi taybetî di dema çinîna zeytûnan de zêde dibin ku çavkaniya sereke ya jiyana xelkê Efîrnê ye.
Banga lêkolînê li Neteweyên Yekbûyî
Rêxistinan bangî Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor kir ku derbarê van binpêkirinan lêkolîneke bilez û serbixwe bidin destpêkirin.
Her wiha rêxistinan ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û aliyên desthilatdar ên li herêmê xwest ku van kiryaran demildest rawestînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin