
Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Çep ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji bo peywendîyên bi hinek partîyên Swêdî û li dar xistina hinek semîneran li Swêdê ye.
Mustafa Ozçelîk roja 19.10.2025ê bi beşdarîya gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl ên kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan, li Stockholmê semînerek li dar xist.
Roja 20.10.2025ê, li Parlamentoya Swêdê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Seroka PWK Komîteya Swêdê Seval Mert, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Zinar Soran û endamê Komîteya Swêdê ya PWKyê Tahsîn Aslan li gel nûnera Partîya Çep ya Swêdê Lotta Johnsson Fornarve hevdîtinek pêk anîn.
Partîya Çep ya Swêdê nuha di Parlamentoya Swêdê de wek partîya çaremin tê temsil kirin.
Lotta Johnsson Fornarve, ev sê peryod in ku Parlemena Partîya Çep (V) e. Peryoda berê, ew cîhgira Serokê Parlamena Swêdê bû. Wê di gelek komisyon yên weke Komisyona Destûrê, Komisyona Bazara Kar ûhw de cih girtîye. Niha jî ew Berdevka Siyeseta Piştgirî û Maf û Azadîya Tenduristîya Cinsî û Zêdebûnê, Cihgira Kargêr ya Komisyona Karûbarên Derve, Komisyona Dadwerîyê û Konseya Welatên Bakurê Ewropayê ye.
Heyeta PWKyê di derbarê çareserîya pirsa kurd û Kurdistane, daxwazên acîl ên miletê Kurd,doza girtinê ya di derbarê PWKyê; li ser rewşa Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê agahdarî da û di van waran de bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê bal kişand ser helwesta Dewlet Tirkîyeyê ya ku şerh danîye ser gelek peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û pêwîstîyên wan bi cîh nayne.
Heyeta PWKyê di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya ku nuha li Tirkîyeyê tê meşandin, agahdarî da û bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê, girîngî û rola gel û Dewleta Swêdê ya di derbarê piştgirîya mafên neteweyî yên miletê Kurd anîn zimên û bal kişand ser wê yekê ku Dewleta Swêdê û dewletên Ewropayê divê bi awakî xurtir piştgirîya mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî yên miletê Kurd bikin.
Nûnera Partîya Çep ya Swêdê Lotta Johnsson Fornarve jî derbarê siyaset û xebatên partîya xwe yên di warê mafên miletê Kurd û pêkanîna demokrasîya li Tirkîyeyê de anî zimên.
Heyeta PWKyê û nûnera Partîya Çep ya Swêdê girîngî û berdewamîya peywendîyên herdu partîyan anîn zimên.
Civîna heyeta PWKyê û nûnera Partîya Çep ya Swêdê Lotta Johnsson Fornarve di atmosfereke samîmî û berhemdar de bi dawî hat.
Hevdîtinên Serokê PWKyê yên li gel partîyên Swêdî û semînerên wî dê berdewam bikin.
21.10.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin