Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez dilxweş im ku, peywendiyên di navbera akademîkarên Kurdên musilman, rêxistin û kesayetên Êzdiyan

A+A-

Pêwîste peywendiyên di navbera rêvebirên hukumeta Tirkiyê, akademîkarên Kurdên musilman, rêxistin û kesayetên Êzdiyan de pêşbikevin

Gelek ji we şopînerên min yên hêja dizanin ku, min di Gulana 2024 de bi rêya înternetê ve pêwendî bi akademîkar, mamoste û lêkolîner rêzdar doç.Dr. Ahmet Aktaş re kir*1.

Em di pêwendiyên xwe de li ser bawerî, rêxistinbûn û jiyana Êzdiyên li Tirkiyê mane û yên derketine derveyî welat rawestiyan.

Piştre kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş daxwazkir ku, ew were rewşa rêxistinbûn û jiyana Êzdiyên li Almaniya dijîn bi çavê xwe baştir bibîne,  hevpeyvîna bi hinek akademîkar, mamoste û lêkolînerên Êzdiyan re çêbike.

 Ew di Tebaxa 2025 de hate Oldenburg ê bû mêvanê me, min hinek kurtenasîn, xebat û armancên vê lêgera akademîkar, mamoste û lêkolîner rêzdar doç.Dr. Ahmet Aktaş di van lînkan de parvekirine *2.

Di pey van pêwendiyên min re, min bi dilxweşî di daxwiyaniya „Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sêrtê “ a ku zimanê tirkî hatiye parvekirin*3 û wêneyên kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş ji min re şandine*4 de dît ku, „komeke ji ciwanên Êzîdî û Misilman ên li Almanya yê, yên ku ji aliyê Konseya Êzîdiyan a Almanya û DÎTÎB (Yekîtiya Tirk-Îslamî ya Karûbarên Olî) ve hatine organîzekirin “  û dûre di wêneyên herdû biraziyên min( Emin, Telim tevî hevalên xwe Sermet û Rauf) ji min ra şandine *4 de dît, ew jî çûne li Sêrtê serdana fakulte û dersxana ku, mamoste kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş lê kardike kirine.

Ez bi van pêşketinên peywendiyên ku, di navbera akademîkarên kurdên musilman, rêxistin û kesayetên Êzdiyan de pêkhatine gelekî dilxweş bûm!

Hêvîdar im ku, pirsgirêken di navbera hukumeta tirkiyê, Kurdên Musilman û Êzdiyan de di rêya  pêwendiyên weha de veşartî nemînin û tev bêne çareserkirin !

Kemal Tolan- xemxwar, berhevkarê dîrok û zargotina-kevneşopên Êzdîtiyê 15.10.2025

*Çavkanî:

1 https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0ux6Dboh2bEB9S52GwFUVMbv52ESvxkngKfYh8y7NBGxaF8oZGKGybxyBPU5pFBe5l

2             https://www.facebook.com/events/1272428074169831

https://www.youtube.com/live/iSQNuqweo2Y?si=uMxigqmhBnAXFyfs

https://www.facebook.com/events/1632257530674576

3https://ilahiyat.siirt.edu.tr/duyuru/almanyadan-gelen-heyetle-ilahiyat-fakultesinde-anlamli-bulusma/898040479.html

 

4   Wênen ku , doç.Dr. Ahmet Aktaş û biraziyê min Emin Tolan di rêya WathsApp de şandine

whatsapp-image-2025-10-15-at-11-58-50-3.jpegwhatsapp-image-2025-10-15-at-11-58-50-2.jpegwhatsapp-image-2025-10-15-at-11-58-50-1.jpegwhatsapp-image-2025-10-15-at-11-58-50.jpeg

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin