Perde li ser pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hate hildan

Perde li ser pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hate hildan

.

A+A-

Navenda Perwerde ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li rêûresmekê de perde li ser pirtûka “80 sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hilda ku Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 80 saliya avakirina Hizba Dêmokrat, ev pirtûk çap kiribû.

Li vê rêûresmê de ku roja 28ê Çiriya Pêşîn li binkeyek çandî ya Hizba Dêmokrat de bi beşdariya dehan kes ji endamên rêberî, kadr û pêşmergeyên Hizbê bi rê ve ço, rêzdar Omer Balekî, berpirsê Ragihandina Hizbê, gotarek pêşêkêş kir ku çendîn mijarên wek giringiya veşana pitrîka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” li bîranîna 80emîn salvegera avakirina Hizbê, çapa pirtûkan li dîroka Hizbê wek pêngavek hander li warên xizmet bi zimanê Kurdî û gotara neteweyî a Hizba Dêmokrat û awirdanek ji karnameya pêştir a çapemeniya Hizbê li warê weşan û pirtûkan ve, li xwe girtibûn.

Rêzdar Omer Balekî li beşek ji gotara xwe de bal kêşande ser beşa Çapemeniya Hizbê ku bi berdewamî xwe li weşana pirtûkan de 2 armanc hebûne, yekem hewl daye ku bi çap û belavkirina wan pirtûkên Hizba Dêmokrat û armancên vê, pitir û baştir bi xwendevan û berdengan bide nasandin, û armanca 2yê a çap û belavkirina wan pirtûkan, hewlek bo vê yekê bûye ku dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê li bagera karesatan de winda nebe û weşana “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” jî her bi vê armancê bûye.

Li beşek din a rêûresmê de rêzdar mamosta “Ebdula Hesenzade”, kesayetiyê naskirî yê Hizba Dêmokrat, perde li ser pirtîka “80 sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hilda û bi vê hilkeftê, gotarekî kurt pêşkêş kir.

Pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” 24 lêkolîn û gotar li xwe girtine û ji warên teşkîlatî, gotara netewî, wêjmana siyasî, siyaseta zimanî û çandî û dîrokî, xebata pêşmergetiyê, pirsa mediayî, jîngeh û jiyan û pêgeha Hizba Dêmokrat li pêvajoya dîroka bûyeran de awir li 8 dehikan a dîroka Hizba Dêmokrat daye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin