
Duyemîm mamosta bi hêceta starndina sirûdek Kurdî ji kar hate derxistin
.
Xatûn Mêhrî Xusrewîzade, mamosta û berpirsa xwendevanên dibistana “Firdewsî” ya bajarê Ciwanroyê, bi hêceta sitrandina sirûda “Bi Tenya Bi Cêm Mehîlin”, ji aliyê keçexwendevanên vê dibistanê, ji aliyê beşa perwrerde û dezgehên ewlehî yên rêjîmê, lêpirsîn jê hate kirin û ji ser kar hate derxistin.
Ev sirûda li salvegera kîmiyabrankirina Helebçê de ji aliyê xwendevanan ve hatibû strandin û pêka çavkaniyên xwecihî, piştî çend xulek jêpirsînê, ji aliyê navendên ewlehiya rêjîmê ve mafê mamsotatî û wanegotinan jê hate standin û ji kar hate derxistin.
Mamosta Mêhrî Xusrewîzade, mamostaya perwrdê û berpirsa rênimûnîkirina keçên dibistanî yên xwendingeha Firdewsî li bajarê Ciwanroyê ye û herwisa 2emîn mamostaya vê xwendingehê ye ku bi hêceta strandina sirûda Kurdî ji kar hatiye derxistin.
Herwisa pêştir û li vê heftiyê de Mamosta “Zeytûn Kûhzadî” birêvebera xwendingeha keçan a “Firdewsî” li bajarê “Ciwanro”yê bi sedema starndina bi kom a sirûda şoreşvaniya “rêya xebat” ji aliyê girûpeke keçên dibistanî yên vê xwendingehê, ji aliyê navendên ewlehiyê yên rêjîmê ve hatibû gazîkirin û ji karê mamostatiyê hate derkhistin.
Çavkanî: Kurdistan Media

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin