Asîmilasyon û Berxwedana Zimanê Kurdî
Ziman ji bo miletekî ne tenê peyv in, lê belê sembola zîndîbûn û hebûna wî miletî ye. Dema ku zimanek tê qedexekirin an jî tê lawazkirin, têkiliya mirov bi dirok û çanda wî re diqete. Di têkoşînên neteweyî de ziman "keleha herî dawî" ye. Heta ku zimanek zindî be, potansiyela wê neteweyê heye ku ji nû ve vegere ser bingeha xwe. Ji ber vê yekê, êrîşên îdeolojîk herî pêşî li ser ziman tên kirin. Ji bo em rewşa îro baş binirxînin û jê sûd vebigirin, divê di derbarê pêvajoyên raborî de xwedî zanyarî bin.
Di van salên dawî de mijara ziman, tenê di rojên dîyarkirî de, bi wate û girîngîya xwe ya taybet dikeve rojeva civakê. Lê mixabin demek şûnda tê jibîrkirin. Em baş zanin ku ziman di bingeha xwe de dîroka "şerê hebûn û tunebûnê" ya miletekî ye. Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ziman, hafizeya dîrokî ya milî ye, ziman, nasname û ruhê neteweyî ye. Ziman, sembola hebûn û rûmetê ye. Ziman bîra neteweyî ye.
Dîroka zext û zilma li ser zimanê Kurdî û miletê Kurd dûr û dirêj e! Bi damezrandina komara Tirk re zext û qedexeyên giran li ser netewa Kurd û zimanê Kurdî destpê kir. Ji salên 1920 an heta salên 1960 an, ji ber sedemên qetlîam û sîyaseta jenosaydê demekî dirêj li bakûrê Kurdistanê di warê têkoşîna milî de bêdengîyek hebû, lê ji destpêka salên 1960-1970 an serdemek nû destpêkir. Ji alîyekî bayê şoreşa îlonê ku di bin pêşengîya Mele Mustafa Barzanî de li başûrê Kurdistanê deng vedabû, ji alîyê din ve bayê îdeolojiyên Çep û Dînî yên heremî bandora xwe li ser tevgera Kurdî nişan dida.
Bi taybetî jî, ew bayê li ser bingeha daxwazên guhertin û şoreşê dengvedida, tesîrek erênî li ser nifşê demê, li ser cîwanên dunyayê kir. Ew bayê siyasî ku şoreş û guhertinên civakî kiribû armanc, bi rêya çepê Tirk gehîşt Kurdistanê. Cîwanên Kurd bi hişmendîya netewî ketin nav lêgerînek nû, lê mixabin ked û xebatên xwe li ser rêgeha îdeolojîk meşandin. Cîwanên Kurd jî piştî wan salên bêdengîyê, ji nûve li ber wî bayê gerdûnî şiyar bûn. Lê belê, her çend armanc/hedef "rizgariya neteweyî" bû jî amûrên ragihandinê piranî bi Tirkî bûn. Beşek ji zimanê rêxistinbûnê, pêwendîyên bi civakê re, propaganda û ajîtasyonên rojene bi Tirkî bû. Kible û navendên nakokîyên sîstemên dijber ji hev cuda bûn û bandorek negatîv li tevgera Kurdî dikir. Tevgera Kurd ji ber sedemên îdeolojîk bû qûrbanên nakokîyên navbera sîstem û kibleyên desthilatdar. Helbet em dikarin dûr û dirêj li ser van sedeman rawestin. Lê belê bandora bayê gerdûnî û bandora bayê heremî zêdetir tesîrek li cîwanên Kurd kir. Di derbarê vê mijarê em dikarin bi kurtayî bêjin:
Pêşeng û kadroyên wê demê, cîwan û bê tecrube bûn. Pêşengên tevgerên rêxistinî û ciwanan li dibistanên dewletê mezin dibûn û zimanê teorîk Tirkî bû, çavkanîyên hînbûnê û perwerdehiya wan li gorî pergala perwerdeyî ya fermî bû. Di destpêkê de bi plansazîyek kûr, cîwanên Kurd yên li zanîngehan li ser rêgehên “çep û rast” ji hev hatin dûrxistin û rê li ber rêgeha niştimanperwerîyê hat asêkirin. Nakokîyên îdeolojîk û yên rojane, rê li ber hişmendî û hişyarbûna hestên neteweyî asê kir. Bi dehan partî û rêxistinên Kurd, ji dêvila stratejîyek milî derxin pêş û bimeşin, lê mixabin li ser xeta îdeolojîk xwe bi rêxistin kirin. Bi şêweyekî bûn alîgirê şerê nakokîyên îdeolojîk. Ev rewşa hanê bandorek negatif li ser tevgera neteweyî kir.
Termînolojiya ragihandinê, gengeşî û diyalogên demê, xwendin û îfadekirina fikir û ramanên wê pêvajoyê bi giranî bi Tirkî bûn. Ji ber ku kadroyên pêşeng ên berê di nav çepê Tirkan de cîh girtibûn, têkilî û pêwendîyên wan bi navendên fikrî yên Tirkî re hêsantir bû. Lewra rejima Kemalist medrese û xwendina kurdî qedexe kiribû û xistbûn bin zextên dijwar. Di termolojîya Kemalîzmê de, ev medreseyên hanê, weke wargehên paşverû dihat îfadekirin. Ji ber sedemên bi vî rengî û tunebûna kevneşopîyek rêxistinî, ziman û ferhenga siyasî ya Kurdî di bin zextê desthilatdaran de mabû û nedihat pêşxistin. Ev rewş bû sedem ku Tirkî di qada siyasî de bibe "zimanê yekem an jî zimanê desthilatdar". Mixabin û sed carî mixabin ev jî, rê li ber asîmilasyoneke nû ya di nava "şoreşê" de vekir û rêxistinên entegrasyonê bi hêz kir. Îro, em dibînin ku ew “şoreşgerên” do bi sîya xwe re şer dikirin, niha bûne notervanên rejîmê û bi şêweyekî xwebexş ketine nav hewldanên “entegrasyona demokratik!”
Bi hatina darbeya leşkerî ya 12 Îlonê (1980) pêvajoyek nû destpê kir. Ev proje, di berbanga destpêka 12 îlonê li hin cîhên tayînkirî, bi şêweyekî kontrolkirî hat ceribandin. Li gorî bernameyê, “manîfestoyê” li dijî tevgerên sîyasî, êl û civaka Kurd, êrîşên hovane hat meşandin. Dewleta Tirk bingeha siyaseta xwe ya qirkirinê li ser alozîyên tund, bi îşkence û qetlîaman da meşandin. Ev sîyaset li seranserê Kurdistanê û bi taybetî di laboratuvara 5 nolîyê de (Zîndana Amedê) destpêkir û gav bi gav pêşve bir û civaka Kurd dîl girt.
Siyaseta dîlbûnê û dûrişmên "Tirkî bipeyive, pir bipeyive" (Türkçe konuş, çok konuş) bi xwîna welatparêzên Kurd li ser dîwaran hat nivisandin. Ev siyaset ne tenê bi dirûşmên nijadperestî pêk dihat; di heman qadên jiyanê de bi hemû alavên kuştin û îşkencan domkir. Qedexekirina zimanê Kurdî, di qada giştî û di girtîgehan de, bi taybetî li Amedê wekî amûreke îşkenceyê hate bikaranîn. Ev sîyaseta dewleta Tirk, bi tundiyeke giran tirs xist dilê civatê. Dayik û bavan, ji bo ku zarokên wan li dibistanan neyên îşkencekirin û wekî "hemwelatîyek baş" bên dîtin, bi destê xwe zarokên xwe ber bi Tirkî (bişavtinê) ve birin. Ev tirsa civakî rê li ber "asîmilasyona xwebexş" vekir û ji ber wê tirsê, derbeke giran li zimanê Kurdî xist.
Heke em bêjin kiryarên darbeya 12’ê Îlonê alavên "şerê hişk" bû, em dikarin bejin çand û rêzefîlmên Tirkî jî, alavên "şerê nerm" bû. Ji salên 1980’î şûn de, rejim bi ziman û çanda xwe bi rîya televizyon û bi bernameyên taybet, projeyên asîmlasyonê li ser civakê ferz kir. Siyaseta “Haydê qizlar okula”! Jibo jina entegreyî dewletê bike, maaşek bi navê “Şartli nakit (para) transferi” dan jina. Bi rîya video û fîlmên taybet beşdarî hundirê malan bû. Zimanê Tirkî weke amûrek “jiyana modern” pênase kirin û bi rîya rêzefîlm û bernameyên taybet di nav malbatê de cazîbeyek Tirkî pêşkêşî civakê kirin. Rêzefilmên ku bi sanaryoyên civata kurd hov, ehmaq û nezan rêdide, nav û cil kurdî, lê ziman bi tirkî çêkirin.
Zimanê Kurdî wekî zimanê "gundîtiyê", "paşvemayînê" û "nexwendinê" hate nîşandan; Tirkî jî wek zimanê medeniyeta modern, "serkeftinê", "evînê" û "bajariyê" hat bazar kirin. Ji ber ku helwestên rêxistinî û neteweyî lawaz bûn, pêlên asimlasyonê encam bidest xist. Berê wargeha asîmilasyonê qişla û dibistan bûn, lê bi rêya televîzyonan asîmilasyon ket nava malbatê û di odeya rûniştinê de bi cîh bû. Ev jî bandoreke psîkolojîk û negatîf li ser jin û zarokan kir. Ev rastîya hanê derizandinek kûr di malbat û civaka Kurd vekir. Pira di navbera nivşande hilweşand!
Ev projeya asîmlasyonê di nav civakê de rê li ber paradoks û trajedîyên ecêb vekir. Yek ji wan trajedîyan jê jî, ew e ku Dayikên do Tirkî nizanibûn, çawa Zarokên bi Kurdî nizanin mezin kirin! Bersîva vê pirsê girîng e! Çawa bû ku ew dayikên yek peyva Tirkî nizanibûn, rê li ber nivşekî ku dibêjin “anliyam ama konuşamıyam” vekirin. Gelo bandora zimanê sîyaseta îro desthilatdar e, çiqas xwedî par û berpirsîyar e? Li ser bingeha neteweyî, zimanê Tirkî û siyaseta entgrasyonê, tesîrek çewa li ser civakê kir? Ev pênci sal zêdetir e ku sîyaseta desthilatdar, zimanê propaganda û ajîtasyonê, zimanê xwendin û perwerdeya navxwoyî, zimanê diyalog û pêywendîyên xwe, bi zimanê Tirkî dimeşînin û weke zimanê fermî û bingehîn Tirkî bikar tînin. Ev jî ji bo hişmendîya neteweyî xeterîyek mezin e!
Belê ev encama projeya jenosayda sipî bû ku bi rîya "Siyaseta Entegrasyonê" bicîhbû. Ew hişmendîya ku dihat gotin “tadayî û hêsirîya me dît, bila zarokên me nebînin” encamên îroyin derxist holê. Dayikên ku nedixwestin zarokên wan wekî wan "mexdûr" bibin. Ji ber tirs û xofa dewletê, piranîya malbatan zimanê Tirkî wekî mifteya nan û kar dît. Lê belê, dema ku ziman qut bû, têkiliya ruhî ya di navbera nivşan de jî qut bû.
Îro ew zarokên ku bi Kurdî nizanin, nikarin bi bapîr û dapîrên xwe re sohbet bikin. Ev yek dibe sedem ku zarok ji stran, henek, çîrok, metelok û bîra malbatê, ji bîra çand û hunera civakê bêpar bimîne. Ev jî rê li ber dûrbûyina ji malbat û civakê hêsantir dike. Encama vê hişmendîyê nivşekî “nîvco” der dixe holê. Ev nivşê ku "di navberê de mayî" di warê ziman, çand û dîrokê de li ser pirê asê bûye. Ev rastîya “nîvco” wênê ku mirov bêje, ne ev e, ne jî ev e derdixe holê!
Asîmilasyon li vir ne tenê guhertina zimên e, pûçkirina karaktera kesayetî, hilweşandina sosyolojîya civakê û tunekirina miletekî ye. Siyaseta dewletê ya tunekirinê, bi armanca "yek ziman, yek netewe" hatîye plankirin û bi rîya sîstema perwerdehiyê, têkilîyên aboriyê û zextên medyayê dimeşe. Ev pergala dagirkerîyê, zimanê Kurdî xistîye navbera çerxa qedexekirinê û digivêşe. Siyaseta Kurd jî, tevî hemû kêmasî û lawazbûna xwe li dijî pergala asimlasyon û dagirkerîyê têdikoşe. Di asta ramanî de li dijî vê derdikeve û di asta pratîk de di nav hewldanekî de ye. Awantajên têknolojîyê, hêsankarina gihîştina zanyarîyê û dunya dijital dîwarên qedexan hildiweşîne. Ev bayê hanê nîşana berxwedana Zimanê Kurdî ye. Ev jî bandorek li ser sîyaseta Kurdî ya desthilatdar dike ku êdî girîngî bidin zimanê Kurdî. Lê rastîyek heye, hê jî di mîtîng û konferansan de zimanê tirkî bi kar tînin, ev jî rê li ber avakirina alternatîfeke xurt asê dike.
Îro, têkoşîna ji bo zimanê Kurdî, têkoşîna ji bo rûmeta mirovahiyê ye. Vegera ser zimanê dayikê, ne tenê vegera ser peyvan e; vegera ser nasname, malbat û civaka xwe ye. Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û jiyana rojane, metirsiya asîmilasyonê dê her hebe. Şiyarbûna nivşên nû û xwedîderketina li ziman, mifteya yekem a rizgariya çandî û neteweyî ye. Ji ber wê yekê bê tirs, bê westan û bê rawestin divê zimanê Kurdî di jiyana me de bibe zimanê yekem, zimanê desthilatdar û zimanê jiyanê…
HAWAR û QÊRÎN, RONAHÎ û ROJÎ KURD mizgînîya xêrê ye ji bo şopînerên rojnameya KURDİSTAN ê! Ev bang, banga Leyla QASIM û Mîr Celaddet BEDÎRXAN e, di germîya GULANê de deng vedide.
13.05.2026 Cano Amedî


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin