
Ji bo piştgiriya bernameya Dr. Aras ji Kerkûkê bi duçerxeyan gihîştin Hewlêrê
.
Piştî bernameyeke Dr. Aras a li Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser girîngiya bikaranîna duçerxeyan, Parêzgarê Hewlêrê ji bo bicihanîna projeyeke rêyên taybet birêvebirên bajêr kom kirin.
Her wiha komeke duçerxesiwaran jî ji Kerkûkê gihîşt Hewlêrê û piştgiriya xwe ya ji bo bernameya Dr. Aras ragihand.
Komeke duçerxesiwaran ji bajarê Kerkûkê bi duçerxeyên xwe piştî nêzîkî 8 saetan gihîşt Hewlêrê.
Kom hat serdana Tora Medyayî ya Rûdawê û ji aliyê Maseya Tenduristiyê ve hat pêşwazîkirin.
Endamekî komê got, "Me ji bo piştgiriya hewlên Rûdawê û bernameya Dr. Aras ev geşt kir."
Aram Osmanê endamê komê diyar kir ku wan saet 07:00ê sibehê ji Kerkûkê dest pê kiriye û nêzîkî saet 14:30î gihîştine ber avahiya Rûdawê û got:
"Dema me bernameya Dr. Aras dît, me xwest wekî piştgirî werin serdana Rûdawê.
Me got bila helwesteke me ji bo bernameyê hebe."
Ew duçerxesiwarê ku bi hevalên xwe re ji Kerkûkê gihîştiye Hewlêrê da zanîn ku "Bernameya Dr. Aras parçeyek ji parastina jîngehê ye. Armanca me jî ew e ku em xelkê teşwîq bikin ku ji bo çûn û hatinê zêdetir duçerxeyan bi kar bînin."
Dr. Aras: Ev bersiveke baş a xelkê ye
Pêşkêşkarê bernameya "Dr. Aras" a li Tora Medyayî ya Rûdawê Dr. Aras Biradostî serdana komê bi girîngî nirxand û diyar kir ku armanca wan jî bipêşxistina duçerxesiwariyê ye û anî ziman:
"Me di bernameyê de qala girîngî û sûdên duçerxesiwariyê kir.
Me xwest ku çanda duçerxesiwariyê bi pêş bikeve ku sûdê bide tenduristiya xelkê.
Her wiha me xwest ku hêsankarî ji bo duçerxesiwaran werin kirin."
Dr. Aras li ser hatina koma ji Kerkûkê got:
"Hatina vê komê bersiveke baş a xelkê ye ji bo bernameyên Tora Medyayî ya Rûdawê."
Daxwaza ji bo çêkirina rêyên taybet
Hefteya dawî ya meha borî di bernameya Dr. Aras de girîngiya duçerxesiwariyê û astengiyên li pêşiya wê hatin nîqaşkirin.
Di bernameyê de birêvebirên Yekîtiya Duçerxesiwaran û bijîşkên pispor bûn mêvan.
Serokê Şaxa Hewlêrê yê Yekîtiya Duçerxesiwarên Îraqê Muzefer Hemîd di bernameyê de got:
"Gelek duçerxesiwar daxwaza çêkirina kolan an jî cihên taybet dikin çimkî ji ber kêmiya cihan nikarin rahênanan bikin."
Muzefer Hemîd ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest ku cihên taybet ji bo wan werin çêkirin.
Her wiha Pisporê Nexweşiyên Zarokan Dr. Dilzar Edhem diyar kir ku duçerxesiwarî bi awayekî nerasterast alîkariya dirêjbûna bejna zarokan dike û geşeya wan zêde dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin