Parlamenterê Îranê: Em êdî wekî Herêma Kurdistanê li Îmaratê dinêrin

Parlamenterê Îranê: Em êdî wekî Herêma Kurdistanê li Îmaratê dinêrin

.

A+A-

Endamê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Elî Xiziryan hişyariyeke tund da Îmaratê.

Wî parlamenterî ragihand ku Îran dê ji niha û pê ve heman wê miameleya ku li gel Herêma Kurdistanê dike li gel Îmaratê jî bike û Îmaratê wekî "baregeha dijmin" pênase kir.

Endamê Komîteya Ewlehiya Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Elî Xiziryan doh di hevpeyvîneke li gel televîzyona fermî ya welatê xwe de diyar kir ku siyaseta parastinê ya Îranê ya li hemberî Îmaratê bi temamî guheriye û biland:

"Siyaseta me ya li hemberî Îmaratê mîna ya li hemberî Herêma Kurdistanê ye, em êdî Îmaratê wekî 'baregeha dijmin' dibînin."

"Îmarat rasterast beşdarî şerê li dijî Îranê bûye"

Xiziryan Îmarat tohmetbar kir ku di alozî û pevçûnên dawî yên herêmê de hevkariyeke sîxurî û leşkerî ya "aloz" li gel dijminên Îranê kiriye û li pey çû:

"Gumaneke micid heye ku balafirên şer ên Îmaratê piştî ku alayên wan hatine rakirin, rasterast beşdarî êrişên li ser Komara Îslamî bûbin.

Ji bo me eşkere bûye ku ne tenê baregehên wan hatine bikaranîn, wan bi xwe jî rasterast şer kiriye."

"Hevkêşeya Herêma Kurdistanê ji bo Îmaratê jî derbasdar e"

Xiziryan li ser guherîna şêwazê miameleya Tehranê diyar kir ku ji bo wan êdî têgeha "cîrantiyê" bi dawî bûye û anî zimên:

"Hevkêşeya ewlehiyê ya Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê, ji niha û pê ve Îmaratê jî li xwe digire.

Wekî çawa li Herêma Kurdistanê em her liv û tevgereke baregehên leşkerî yên dijmin berî ku bibe kiryar pûç dikin, em dê heman tiştî li hemberî Îmaratê jî bikin."

Endamê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê gef li Îmaratê xwar û got:

"Divê Îmaratî her gav li bendê bin. Çawa baregehên dijmin ên li Hewlêrê tên hedefgirtin, eger em hest bikin baregeheke dijmin li Îmaratê li dijî Îranê amadehî an rêkxistinekê dike, dê bibe hedef û êrişî ser were kirin."

"Aboriya Îmaratê nikare li ber xwe bide"

Xiziryan di beşeke din a axaftina xwe de destnîşan kir ku Îmarat nikare li ber van alozî û krîzên ewlehiyê raweste û ragihand:

"Ev aboriya şûşeyî ya Îmaratiyan nikare di paşerojê de li hemberî van aloziyan li ber xwe bide."

Wî bal kişand ser nakokiyên Îmarat û Erebistana Siûdî yên li Sûdan, Yemen û bakurê Afrîkayê û got ku Îmarat ji her demê bêhtir bi tenê dimîne û di bin zextên zêdetir de ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin