Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Nêrîna min a li ser Rewşa Êzdiyan a li Diyasporayê û Tevlîhevkirina Nasnameyê

A+A-

Bi dîtina min, rewşa Êzdiyan a li diyasporayê mîna şûrê du-devî ye. Ji aliyekî ve azadî û ewlehiya fîzîkî heye, lê ji aliyê din ve metirsiya windabûna çandî û dînî ya ku bi sedsalan di bin zextên giran de hatibû parastin, îro di bin navê "modernîteyê" de bi awayekî bêdeng ber bi lewazbûnê ve diçe.

1. Êzdîtî di Navbera Du Sedsalan de: Hişmendiya Nûjen an Keremetên li Hêviyê?

Li gorî lêkolînên civakî û çavdêriyên li ser civaka Êzdî ya li derveyî welat, cudahiya di navbera entegrasyon û asîmîlasyonê de gelek caran tê tevlîhevkirin. Entegrasyon ew e ku mirov hînî ziman, qanûn û pergala welatê nû bibe, lê çand û nasnameya xwe ya resen biparêze. Lê mixabin û bi nêrîna gelek rewşenbîrên me, ya ku îro diqewime zêdetir ber bi asîmîlasyonê ve diçe. Çima? Ji ber ku dînê Êzdîtiyê dînê "ilmî-devkî" ye. Dema ku nifşê nû bi zimanê dayikê (Kurdî) napeyive, ew qewl û beytên ku bingeha Êzdîtiyê ne, ji wan re xerîb dimînin. Ez bawer dikim, gava ziman winda bibe, nasnameya Êzdîtiyê ya li diyasporayê dê di nav demeke ne dirêj de dîsa li hêviya surr û keremetên afirînerê xwe bimîne û naveroka kevneşopiyên wê jî dê bihele.

2. Şûrê Du-Devî yê Diyasporayê: Ji Entegrasyonê Ber bi Xeteriya Asîmîlasyonê ve.

Mijara nasnameyê di nav Êzdiyan de her tim bûye cihê nîqaşê. Bi zanîna min a dîrokî, Êzdîtî kok û binyada Kurdîtiyê ye. Lê li diyasporayê, em dibînin ku dabeşbûneke kûr di navbera "Nasnameya Dînî" û "Nasnameya Neteweyî" de çêbûye. Bi baweriya min, ev dabeşbûn encama fermanên li serê me hatine û polîtîkayên dewletên serdest e. Dema ku civakek tûşî jenosîdê dibe, hesta "tenêmayînê" xurt dibe. Lê heke em nasnameya xwe ya neteweyî û dînî ji hev cuda bikin, em ê di qada navneteweyî de pir lawaz bibin.

3. Nasnameya Birîndar: Di Navbera Aqilê Modern û Îmana Kevneşop de Pêşeroja Êzdiyan.

Li vir, xaleke pir bi êş heye. Mixabin serok û endamên Meclîsa Ruhanî ya Êzdiyan a Bilind, di çareserkirina pirsgirêkên Êzdiyan yên di navbera modernîzm û kevneşopiyê de gelek lawaz dimînin. Bi dîtina min û bi nêrîna gelek kesên ku mîna min bi xemxurî li meseleyê dinerin, ew "rêberên me" çareserkirina van pirsgirêkan li hêviya surr û keremetên ji ba Xwedê dihêlin. Hêvî dikim kes ji min şaş fêhm neke; baweriya min a bê-sînor ji wan surr û keremetan re heye, lê di ilmê me de tê gotin: "Xwedê gotiye, tu rabe ez bi te re" . Ez jî bawer dikim, kesê berxwe nede ew bi ser nakeve. Ev bêhelwestiya "rêberên me" ya bi vî rengî, ji bo parastina Êzdîtiya li nav û derveyî welat bêberpirsyariyeke mezin e.

Bi baweriya min, di sedsala 21’an de rêveberiya civakekê nabe ku tenê bi duayan û bi paşguhkirina pirsgirêkên civakî bimeşe. Bi nêrîna min a li ser vê tespîtê, rêya herî rast ew e ku em rewşenbîr, ilimdar, oldar û serokên meclîsê, nirxên Êzdîtiya xwe ya mirovî, hez û felsefeya kevneşopiyên xwe yên aştiyane biparêzin; her wiha di heman demê de xwe di nav modernîzmê de bi zanist û teknolojiya serdemê birêxistin bikin. Heke em nebin pêşengên vê guherînê, dê qutbûneke dîrokî di navbera nifşê nû û ruhanîyeta me de pêk were.

4. Xwedê Gotiye "Tu Rabe": Banga Rewşenbîrên Êzdî ji bo Rêxistinbûn û Guherînê.

Bi zanîna min, îro li Ewropayê bi sedan mal û komeleyên Êzdiyan hene, lê koordînasyona di nava wan de kêm e. Ez bawer dikim ku heta saziyeke navendî û akademîk neyê avakirin, em ê nekaribin li hember pêla asîmîlasyonê bisekinin. Li gorî rewşa heyî, divê zarokekî Êzdî yê li diyasporayê hem bi zimanê welatê nû baş bizanibe, hem jî felsefeya "Xwenasînê" ya Êzdîtiyê bi awayekî zanistî hîn bibe.

5. Êzdîtiya li Diyasporayê: Sînorê Tenik ê di Navbera Mayîn û Windabûnê de.

Bi dîtina min, pêşeroja Êzdiyan bi wê ve girêdayî ye ku em çiqasî dikarin hişmendî (aqil) û îmanê li hev bînin. Ez bawer dikim ku gelê me yê ku di nav gelek fermanan de serê xwe netewandiye, dê li diyasporayê jî bi hêza baweriya Tawisî Melek, hişmendiya rewşenbîran û nûbûna saziyên xwe serbikeve.

Banga ji bo Hevgirtina Rewşenbîrî

Bi baweriya min, êdî dema wê hatiye ku em rewşenbîr, ilimdar û kesên xemxurên vê civakê, ji bêdengiyê derkevin. Em nikarin pêşeroja zarokên xwe tenê bispêrin keremetan an jî di bin pêla asîmîlasyonê de winda bibin.

Ez bawer dikim ku hêza me di "Yekbûna Hişmendiyê" de ye. Ji ber vê yekê, ez bang li hemû rewşenbîrên Êzdî dikim: Werin em bi aqilê modern û bi vîna "Tu rabe, ez bi te re", platformeke hevpar ava bikin. Werin em bibin ew dengê ku Meclîsa Ruhanî ber bi guherînê ve bikişîne û nasnameya me ya birîndar biparêze.

Pêşeroj ne li benda kesên ku radiwestin e, lê li benda kesên ku "radibin" e.

 

Nivîskar û lêkolînerê Êzdîtiyê Kemal Tolan

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin