Yusuf Kaynak

Yusuf Kaynak

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hassan Arfa kî ye?

A+A-

Hassan Arfa di 1895an de li Tiflîsê ji dayik bûye û di 1983an de li Monte Carlo, li qraliyeta Monaco çûye dilovaniya xwe; generalekî Îranî û Balyozê Xanedana Pehlewî bû. Iranîstekî li ser Kurdan jî lêkolîneke Dîrokî û Siyasî kiriye; Hassan Arfa. (London: Oxford University Press, 1966, rupel 178).

General Hassan Arfa, ew kesayetekî pêşeng di tora leşkerî ya Brîtanî li Îranê de bûye û hem wekî leşkerekî û hem jî wekî dîplomatekî xwedî ezmûneke dûr û dirêj bo pirsgirêka Kurd e. Wî bi salan li navçeyên sînorî yên Îranê li dijî Kurdan şer kir, lê bi piraniya serokên Kurd, ku dijberên wî yên berê bûn, têkiliyên dostane domandiye. Ew ji 1944-1946an Serfermandarê Artêşa Îranê û ji 1958-1961an Balyozê Tirkiyeyê bû. Wî lêkolîneke dîrokî û siyasî li ser Kurdên li Tirkiye, Îran û Iraqê heta niha nivîsandiye û gelek serhildanên ku ji aliyê Kurdan ve li dijî Hikûmetên van hersê dewletan/welatan ji ber sedemên welatparêzî, olî an jî sedemên din ên biçûktir hatine kirin, bi berfirehî dinirxîne. Lêkolîna wî gelek rastiyên hindik - zanîn li ser guhertinên vê nijada çiyayî ya şerxwazî eşkere dike.

Hesen Arfa li Tiflîsê, Gurcistanê (wê demê beşek ji Împeratoriya Rûsyayê bûye) ji dayikeke Anglo-Rûs û bavekî Îranî ji dayik bûye. Dayika wî, Ludmilla Jervis, keça dîplomatekî Brîtanî ye û jineke Rûs ya ji malbata arîstokrat ya Demidov bûye. Bavê wî jî, Reza Han Arfa Danesh, dîplomatekî Îranî yê û Gazî/Xazî bûye, ku li Tiflîsê li Gurcîstanê wekî Konsulê Giştî kar kiriye; paşê wekî Balyozê Tirkiyê û Rûsyayê kar kiriye. Dê û bavê Arfa di sala 1900an de, piştî ku Hassan Arfa û dayika wî koçî Parîsê kiribûn, ji hev veqetiyane, lê bavê wî li Ewropayê ji wan re xanîyên rehet peyda kirine.

Arfa perwerdehiya xwe ya zû ji mamosteyên perwerdeyî wergirt û paşê li Swîsre, Parîs û Monakoyê beşdarî dibistanên taybet bû. Di sala 1914an de destpêka Şerê Cîhanê Yekem de, ew tevlî Pasvanên Împeratoriya Îranê bûye, û di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem de, wê rêxistinê perwerdehiya wî wekî efserê siwariyê bi artêşa Swîsreyê re piştgirî kiriye. Ew di sala 1920an de tevlî cendermeyên Îranê bû û paşê tevlî artêşê bûye. Wekî efserê siwariyê, wî li dijî eşîrên serhildêr li Azerbaycanê, Kurdistanê, Luristanê û di salên 1920an de kampanya kiriye û bi lez di rêzan de bilind bûye.

Hassan Arfa cara yekem di destpêka kampanyaya li dijî Kurdan ya di sala 1921an de bi Reza Şah Pehlewî (1926-1941) re hevdîtin kiriye, ku wê demê ew Wezîrê Şer bûye. Karakterê bi hêz yê Reza Şah bandoreke kûr li ser wî hiştiye û Hassan Arfa di tevahiya jiyana xwe de piştgirek î dilsoz yê Pehlewî ma. Di sala 1923an de, Hassan Arfa bi Hilda Bewicke re, balerînek Brîtanî di Baleya Rûsî ya Sergei Pavlovich Diaghilev de, ku ew li Monako'yê nas kiriye, zewicî ye; keçeke wan bû, Leyla. Piştre, di sala 1926an de wekî ataşeyê leşkerî li Londonê serdanek kurt kiriye û ji 1927 heta 1929an beşdarî 'Koleja Karmendan' ya Parîsê bûye. Piştî perwerdehiya xwe li Fransayê, ew gihand pileya teğmen-albay û fermandarê Alaya Siwarî a Pasdarên Pehlewî ya nû damezrandî hate danîn, ku wî ew veguherand yekîneyeke pir dîsîplîn û profesyonel. Reza Şah ew kiriye fermandarê ''Akademiya Leşkerî'' û di sala 1932an de ew gihandiye pileya kolonelî. Di sala 1934an de Arfa bi Reza Şah re di serdana wî ya fermî ya Tirkiyeyê de bû. Di sala 1936an de ew wekî mufetîşê giştî yê siwarî û hêzên çekdar hate tayînkirin û di sala 1939an de bû general. Di dema Dagirkirina hevbeş a Îngîlîz-Sovyetê a Îranê de di Tebaxa 1941an de, şah Hassan Arfa wek serokê erkanê tayîn kir berpirsiyarê parastina Tehranê. Piştî ku Brîtanî û Sovyetê artêşa Îranê têk birin û Reza Şah neçar kirin ku dev ji text berde, kur û cîgirê wî, Mihemed Reza Şah Pehlewî (1941-1979), Arfa wek serokê îstîxbarata leşkerî tayîn kir.

Arfa di salên 1940 û 1950an de tevlî siyaseta neteweyî bû. Wekî ''Serokê Serfermandariya Giştî'' ji 1944an heta 1946an, wî destûr da ku çekan bidin eşîrên Şahsavan yên ku li dijî hikûmeta xweser ya Azerbaycanê bûn. Di destpêka 1946an de, Hassan Arfa di berhevkirina îmzeyên parlamenteran de ji bo daxwaznameyeke ku piştgirîya giliya Îranê li ber ''Konseya Ewlekariyê'' ya Neteweyên Yekbûyî dikir ku hêzên Sovyetê li dijî peymana vekişînê bakurê Îranê dagir kirin de rolekî girîng lîstiye. Kiryarên Hassan Arfa wî xistin nav koma rêberên siyasî ku meyla wan hebû ku di polîtîkayên

Sovyetê de, niyetên xerab lê di polîtîkayên Brîtanî de niyetên xêrnexwaz bibînin. Siyasetmedarên alîgirê Sovyetê/dij-Brîtanî Hassan Arfa di parlamento û çapemeniyê de şermezar kirin û di encamê de Serokwezîr Ahmed Qewam israr kiriye ku Hassan Arfa ji posta xwe ya serokê serfermandariya giştî were dûr xistin. Di sala 1946an de, Hassan Arfa heft mehan di girtîgehê de ma ye. Di her î dawiyê de wî beraet kiriye/ tavayî fîhêlbûyê, lê di 1947an de bi lez û bez ji erkê çalak teqawît bûye.

Hassan Arfa cîgirê xwe, general Ali Razmara, ji ber teqawîtbûna xwe ya bi zorê sûcdar kiriye û paşê bi reqîbên xwe yên siyasî re hevkariyê kiriye, nemaze piştî ku Ali Razmara di sala 1950an de, wekî serokwezîr hate tayînkirin. Lêbelê, Arfa bi rastî jî aciz bû dema ku Razmara di sala 1951an de hate kuştin, ji ber ku wî bawer dikir ku asta tundûtûjiya siyasî ya zêde welat tehdît dike. Di meha piştî kuştina Razmara de, berî ku parlamento Muhammed Mussadiq wekî serokwezîr hilbijêre, wî di hikûmeta kurt a serokwezîr Hüseyn Ala de wekî wezîrê rê û ragihandinê xizmet kiriye. Hassan Arfa baweriya xwe bi Mussadiq neanî û komeke siyasî, ''Tevgera Neteweyî'', ava kiriye da ku kombûnên alîgirên Mussadiq têk bibe, ku wî ew wekî tundrewên li dijî berdewamiya monarşiyê û artêşeke bihêz dihesiband. Rojnameya Tevgera Neteweyî gellek gotarên ku ji hêla Arfa ve hatine nivîsandin, weşandin, ku piştgirî didin şah û rêz li Îslamê digirin. Arfa têkilî bi cûrbecûr çalakvanên siyasî re domandin, di nav wan de Muzaffer Baqayî ji partiya Zehmetkêşan, mizgînê agirkuj Ayetullah Seyîd Ebû el-Qasim Kaşanî û Şaban Caferî, organîzatorê girseyên kolanan. Arfa bû endamê damezrîner yê komîteya veşartî ya efserên leşkerî, Komîteya Rizgarkirina Welat, ku di 1952an de, bi armanca ji bo hilweşandina Mussadiq. Piştî darbeya leşkerî ya 1953an, ku şah vegerandê ser desthilatê, ew wekî balyozê Îranê li Tirkiye (1958-1961) û Pakistanê (1961-1962) xebitîye. Piştre ew ji xizmeta çalak ya dawî teqawît bû. Di dema Şoreşa Îranê a 1979an de Îran terk kir û di 1983an de, li Monte Carlo mir.

 

Her dawî xwendevan dê meraq bike ka çawa mimkun e ku efserekî Îranî, bi salan li navçeyên sînor li dijî Kurdan şer kiriye, raporek objektîf û bêalî ya helwest û armancên wan ên dîrokî binivîse û ne alîgir be ji bo welatê xwe ku tê de kêmneteweyek Kurd ya bi qasî milyonek kesî heye. Nivîskar qebûl kiriye ku karê wî hesas e. Wî ji her nirxandinek li ser tiştê ku dikare wekî edaleta siyasî û exlaqî were binavkirin an jî pêşniyarkirina çareseriyên ku ji perspektîfa wî an welatê wî ve têne xwestin dûr ketiye û xwe bi hesabgirek rastiyên dîrokî yên zanîn û bê înkar sînordar kiriye. Ew hêvî dike ku ev lêkolîn dê bi nîşandana paşxaneya bûyerên îroyîn û bi vî rengî ji bo raya giştî bêtir têgihîştinê, agahdariya kêrhatî bide kesên ku bi pirsa Kurd re eleqedar in (an jî em jê pirsan bikin!).

Di xwîner çîroka jiyana wî de, çima Hassan Arfa vî karî kiriye, diyar dibe ku dema wî li dijî eşîrên Kurd şer kir, bi serokên eşîrên li çiyayan re têkiliyên baş çêdike. Bi saya wan, ew biryar dide ku vê lêkolînê bike. Arfa pirtûka xwe li Ewropayê dinivîse û ji hêla Oxford University Press a Londonê ve hatî çapkirin. Tiştekî herî dawî jî ev e Hassan Arfa her çendî leşkerekî serketî bû û piştre dîplomat bû, lê ji ber sedemên siyasî jiyanek pir kambax û bi ser û bin ket jiya; Jiyana wî li sirgûnê qedîyaye.

Têbinî: Ew 'Lêkolîna dîrokî û siyasî' a Hassan Arfa kirî bi Tirkî li Tirkiye ji hêla weşanên Avesta ve çapbû. Hasan Arfa çi tenê li ser mîletê Kurd wî derbarê serhildêrên wek Azerî û Luristanê jî nivisîye

Arfa di hilweşîna Komara Mehabat û Komara Azerbaycanê de rolek lîstiye an na, hêjayî lêkolînê ye.

Yusuf Kaynak Lahey, 06.05.2026

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin