Bêhtirî 1000 malbatan vedigerin Efrînê

Bêhtirî 1000 malbatan vedigerin Efrînê

.

A+A-

Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed ragihand ku ji bo vegera zêdetirî hezar malbatên koçber ên Efrînî ya li malên xwe amadehî tên kirin.

Nûredîn Ehmed eşkere kir ku sibe (şemî, 09.05.2026) dê wekî zêdetirî hezar malbatan vegerin malên xwe yên li Efrînê.

Parêzgarê Hisîçayê destnîşan kir ku xebatên ji bo vegera hemû koçberên li hemû herêman didomin.

Plana “Sifir Kon” û azadiya girtiyan

Parêzgarê Hisîçayê bal kişand ser armancên xwe yên ji bo paşerojê û anî zimên ku ew dixwazin li herêmê ti konên koçberiyê nemînin û li pey çû:

"Em dixebitin ku li herêmê sifir konên koçberiyê û sifir dîl û girtiyên ramanê hebin.

Her wiha em hewl didin ku aramî û ewlehî li herêmê werin çespandin."

Qonaxa xizmetguzariyê

Nûredîn Ehmed her wiha ragihand ku piştî vegera koçberan û misogerkirina aramiyê, ew dixwazin derbasî qonaxeke nû bibin.

Wî diyar kir ku armanca wan a sereke destpêkirina qonaxa pêşkêşkirina xizmetguzariyên pêwîst e.

Koça ji Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar.

Di encama êrişên giran de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Lê piştî nemana desthilata Beşar Esed rewş hinekî guheriye û Kurd li gorî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hêdî hêdî li Efrînê vedigerin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin