Xwediyên “Pelê Zêrîn” diyar bûne

Xwediyên “Pelê Zêrîn” diyar bûne

7. Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Dihokê duhî temam bûye û xelat hatine dayin.

A+A-

Festîvalê 9ê Îlonê dest pê kiribû. Di 8 rojên festîvalê da 112 film hatine nîşandan. 50 ji wan filmên Kurdî bûne.

 

Zêdetirî 120 hûnermendan beşdarî festîvalê bûne.

 

Suat Usta aktorekê kurd e ku wek mêvanê rûmetê beşdarî festîvalê bûye. Wî çavdêrîyên xwe yên li ser festîvalê ji bianetê re gotin.

 

“Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Dihokê mezintirrîn festîvala fîlman e. Aktor, fîlmçêkerek û kedkarên vê sektorê dixwazin xelatê ji vê derê bistînin.

 

“Eleqeya gel û çapemenîyê mûazzam bû. Heta ku televîzyonekê di helîkopterekê de li asîmanan bi min re hevpeyvîn kir. Kurdan heta niho qedrê xelkê digirt lê êdî em dibînin ku kurd qedrê kurdan jî gelek digirin.

 

“Her sal fîlmên ez başdar bûyîm xelat standine û ez hatime vê derê. Gelek dîyar e ku eleqe zêde dibe. Lê vê carê naveroka festîvalê li gor salên dî lawaz bû.

 

“Fîlmên kurdî yên fiction her ku diçe kêm dibe. Zêdetirî wê belgefîlm tê çêkirin. Helbet sedemên vê yekê jî hene ji bo nimûne mesrefa çêkirina fîlmên fiction zêde ye...”

 

Li gor nûçeya Yeni Ozgur Politikayê:

“Di festîvalê de filma derhênerê Kurd ê ji Konyayê Sami Mermer tevî Hind Benchekrour re çêkirî yê bi navl “Xalko” di nava filmên fîktîf ên metraj dirêj de bû filma herî serketî û xelata Pela Zêrîn wergirt.

“Filma fîktîf a metraj dirêj a derhênerê ji Mûşê Serhat Karaaslan a bi navê, “Görülmüştür (Hat dîtin)” jî xelatên senaryoya herî baş û derhênerê herî baş wergirtin. Di nava kurtefilman de jî Yilmaz Ozdil ê ji Geverê bi filma xwe ya bi navê Barê Giran xelata kurtefilma herî serketî wegirt. Di beşa kurtefilaman de xelata juriyê ya taybet jî ji Ferhat Ozmen ê ji Bedlîsê re çû ku navê filma wî jî Karganın Aşınan Gagası (Nikilê Qirikê ê Xepirî) ye. Filma derhênerê ji Rojjhilatê Kambozia Partovî ya bi navê Kamyon jî di nava filmên xelatgir de bû.”

 

Murat Bayram-BIANET

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin