'Xwarina ji destê kurdên Yarîsanî heram e'

'Xwarina ji destê kurdên Yarîsanî heram e'

'Xwarina ji destê kurdên Yarîsanî heram e'

A+A-

Li gor malpera sputnik; Ayetullah Nasir Mekarim Şirazî li ser malpera înternetê ku li ser navê Komara Îslamî ya Îranê fetwayên olî dide li ser pirsekê fetwayek par vekir û ragihand ku xwarin xwarina ji destê kurdên yarîsanî (ehlê heq) heram e.

Nasir Mekarim Şirazî ku li ser navê Komara Îslamî ya Îranê di bersiv dayîna pirse de got:'Hetanî şertên îslamê bi cih neyînin, êdî em ê ji destê wan tu tiştî nexwun.'

Baweriya yaresanî yek ji olake Kurdistanê kevnar e û wekî milekî yezdanîtiyê tê zanîn. Her wiha li gorî pispor û dîrokzanê navdar Prof. Dr. Mehrdad R. Izady êzidîtî, elewîtî û yarîsanîtî her yek beşek ji baweriya yezdanîtiye ne.

Ji roja ku Komara Îslamî ya Îranê ava bûye û heta niha kurdên yarîsanî ji bo bawerî, nasname û çanda xwe ya neteweyî rastî zilm, şikence û bê edaletiyan tên.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin