Wezîrê Eşo stêrkek di rewşenbîriya Kurdî de

Wezîrê Eşo stêrkek di rewşenbîriya Kurdî de

Nivîsa Rûdawê ya li ser Rewşenbîrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşo

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan û wergêrê Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê 1ê Mijdara sala 1934an li Tiblîsa paytexta Gurcistanê ji dayîk bû.

Xwendina xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe yê bi navê Pampê li Tiblîsê ve bi giranî bi zimanê ermenî pêk anî. Sala 1958an li Peymangeha Zanîngeha Êrîvanê beşa dîrokê xwendîye. Salên 1958-1961an weke serokê dibistana gundê Pampê (li nawça Axbaranê) kar kirîye. Salên 1961-1963an li Lenîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) li beşa Kurdzanîyê da ya Enstutîya Rojhilatzanîyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994an wek redaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemenîya Ermenîstanê yê sereke, her wisa jî wek redaktor-wergêrê beşa weşanên bi Kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Êrîvanê kar kirîye. Ji sala 1995an heta 23ê Çileya sala 2015an li Brûksela paytexta Belçîkayê ma.

Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya Kurdî ya Rîya Teze da û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenistanê yên wêjeyî da ji sala 1958an û vir ve hatine çapkirin. Berhemên wî yên lîteratûra bedewî weşanên Kurdî yên bi radîyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi taybetî bîranînên wî li ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên Kurd dî jî hatine çapkirin ku salê carekê bi sernavên ‘Behara Teze’ û ‘Behar’ li Êrîvanê di salên 80î û 90î de hatine weşandin.

14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên derbarê Kurd û Ermenîyan de bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandin ku her yek ji wan wek xebat, lêgerîneke zanyarî tên dîtin. Jibilî wan gelek gotar û raporên wî yên taybet li ser pirsên Kurdzanîyê û Kurdzanan, dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtîya Sowyêtîyê û Ermenistanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di belevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatên Ewropayê û li Herêma Kurdistanê bi Kurdî, Ermenî, Rûsî, Almanî hatine çapkirin. Hejmarek ji wan raporên zaniyarîyê ne bê ka Wezîrê Eşo beşdarî beşdarî kîjan konfêransên zaniyarî li heman welatan bûye.

Ji bo temamî nivîsê bitikînin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin