Weşanxaneya Avestayê dê hemî berhemên Berken Berehî biweşîne

Weşanxaneya Avestayê dê hemî berhemên Berken Berehî biweşîne

Kitêba helbestan ya Berken Berehî bi navê “çemê baranê” ji weşanxaneya Avestayê derketîye. Weşanxaneyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daye zanîn ku ew ê hemî berhemên helbestkarî ji nû ve biweşîne.

A+A-

Bianet

 

Kitêba helbestan ya Berken Berehî bi navê “çemê baranê” ji weşanxaneya Avestayê derketiye. Weşanxaneyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daye zanîn ku ew ê hemî berhemên helbestkarî ji nû ve biweşîne.

 

Berken Bereh kî ye?

Helbestkar û nivîskar e.

 

Di sala 1954’an de li bajarê Şirnexê yê Botanê ji dayîk bûye. Enstîtuya Perwerdehîyê ya Boluyê kuta kirîye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara bi Kurdî ye li bakur) hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên bi Kurdî de belav bûne, her wekî Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û ê.d. Di sala 1998-1999’an de di pêşbirkên helbestê yên ji alîyê Komeleya Malbatên Girtî û Hukimxwarîyan û ji alîyê kovara wêjeyê Jiyana Rewşenê ve amade kirî de bi xelatên yekemînî û duyemînîyê ve hate xelatkirin. Di sala 1999’an de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetê amade kir, ev kovar çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara înternetê li Bakur bû. Heman salê, di rojnameya Fıratta Yaşam’ê de dest bi nivîsîna stûnên bi Kurdî kir. Bereh di sala 2013’an de bi maweya salekê di rojnameya Evrenselê de li ser wêjeyê stûn nivîsîn. Helbestên wî di weşanên vedor ên curecur de bo zimanên Tirkî, Erebî, Farisî û Fransizî hatin wergerandin, di antolojîyan de cî girtin, di kanalên televizyonê yên Kurdan de, di Medya TV, Roj TV, Gün TV’yê de; di radyoya Almanî, WDR’yê û SBS’a Awistralyayê de hatin xwendin. Li Zankoya Bilgiyê û li Zankoya Hakkariyê û li çendîn komeleyên medenî beşdarî konferans, panel û semîneran bû, belavok pêşkêş kirin. Hê jî di kovar û rojnameyên bi Kurdî de nivîskarîya xwe didomîne.

 

Berhemên wî:

 

Helbest:

 

Êş, Weşanên Sî, 2001

 

Şagirtên Evînê, Weşanên Sî, 2003

 

Pandomîm, Weşanên Belkî, 2006

 

Şîna Helbestê, Weşanên Doz, 2008

 

Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re,digel ên berê, Şerbeta Ji Êgir û Haîkû, hemû berhem, Weşanên Lîs, 2011

 

Ji Dûriyê Re, Weşanxaneya Lîs, 2013

 

Xewna Dawî, Weşanxaneya Lîs, 2016

 

Werger:

 

Lapis Lazuli, Mehmet Altun, Weşanxaneya Babil, 2011

 

Gotina Deryayê ye / Denizin Söylediği, Mustafa Köz, Weşanxaneya Lîs, 2012

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin