Vê hefteyê hin çalakîyên çandî

Vê hefteyê hin çalakîyên çandî

Li Amed, Batman û Stenbolê vê hefteyê hin çalakîyên çandî ku derdikevin pêş me dan hev.

A+A-

Navenda Nüçeyan- Li Amed, Batman û Stenbolê vê hefteyê hin çalakîyên çandî ku derdikevin pêş me dan hev. Fermo:

 

AMED:

'Tartuffe' dilîze

Li Amedê lîstina 'Tartuffe' didome. Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê rojên 24 û 25'ê mehê saet 19.30 de li cihên wan tê lîstin. Lîstika ji teksta Moliere hatîye girtin derhênerîya wê Ruknettin Gun kirîye.

Gotûbêjek li ser nasnameya etnîkî

Li Komeleya Nûbiharê ya Amedê gotûbêjek bi navê "Hetê Nasnameyê Etnîkî ra Edebîyatê Kirdkî" li dar dikeve. Nivîskar Roşan Lezgîn dê li ser meseleyê biaxive. Gotûbêj 26'ê mehê saet 14.30 de ye.

 

STENBOL:

'Arkadadişimiz Çayan'

Çayan Demîrel derhênerekî kurd e. Wî belgefîlmên "38", "5 Nolu", "Dr Şivan" û ligel Ertugrul Mavioglu jî "Bakur" kişandibû.

Ew bi xweşîyeke giran ket û hê jî pêvajoya dermankirina wî didome. Hevalên wî bi navê "Arkadaşimiz Çayan" (Hevalê Me Çayan) belgefîlmekî li ser wî amade kirin. Belgefîlmê ku meha borî li "Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?" de hat nîşandayîn, 24'ê vê mehê saet 19'an de li Salona Cezayîrê ya li Galatasaraya Beyogluya Stenbolê tê nîşandayîn.

Dema 'Odeya Bîrê' hat dirêjkirin

Pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekîn "Odeya Bîrê" ku 6'ê mehpa borî vebûbû û heta 20'ê vê mehê dê vekirî ba niha dem dirêj kirin. Pêşangeh heta 6'ê reşemîya 2020'an dê vekirî be. Yên ku hê neçûne û lê temaşe nekirine heta wê demê dikarin li Salona Pilevneli ya li Mecidîyekoya Stenbolê li pêşangehê temaşe bikin.

 

BATMAN:

'Pergal' tê lîstin

Lîstika Şa Performansê ya bin avê "Pergal" rojên 24 û 25ê mehê saet li 19.30'yan de li Yenî Sahneya li Batmanê tê nîşandayîn.

Lîstika ku ij metra Sab Bobrick hatîye girtin derhênerîya wê Mehmet Musaoglu kirîye û Erhan Mîr û Tuncay Ozel  têde dilîzin.

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin