Vê hefteyê 7 fîlm ketine vîzyonê

Vê hefteyê 7 fîlm ketine vîzyonê

Di salonên sînemayê yê Tirkiyeyê de vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm ketine vîzyonê.

A+A-

Di salonên sînemayê yê Tirkiyeyê de vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm ketine vîzyonê.

"Li New Yorkê Rojeke bi Baran", "Qesra Çîrokan: Dewata Bisêhr", "Îblis: Hêsîrê Bedenê", "Abîgal: Ji Sînor Wê Da", “Mircin”, “Bi Xatirê Te Kurê Min” û “Pisîk” filmên ku vê heftê wê li sînemayan bên nîşandan.

Di filmê "Li New Yorkê Rojeke bi Baran" de Timothee Chalamet, Elle Fanning û Selena Gomez tê de dilîzin.

Woody Allen derhenêrê filmî ye. Di fîlmê da qala serpêhatiyên du kesan tê kirin ku ji bo betlaneya dawiya hefteyê çûne New Yorkê.

"Qesra Çîrokan: Dewata Bisêhr"

Bûrak Kûka derhênerê filmî ye. Di filmî de qala serpêhatiyên wê keçikê tê kirin ku mifteya deriyê diyarê çîroka dibîne.

Ecrin Su Çoban, Berk Coşkun û Ayça Tilki di filmî de dilîzin.

"Îblis: Hêsîrê Bedenê"

Hîra Evren Işik derhênerê filmî ye û Araf Mehmet Geçgel, Esin Kaya, Elif Erkanli û Emre Bulut tê de dilîzin.

Film behsa çîroka 4 ciwanan dike ku dema derdikevin rêwîtiya astralê rastî belayekê tên û dixwazin xwe jê rizgar bikin.

"Abîgal: Ji Sînor Wê De"

Aleksandr Boguslavskyî derhênerê filmî ye.

Di fîlmî da Tinatin Dalakishvili, Eddie Marsan û Rinal Mukhametov dilîzin. Di fîlmê da qala çîroka Abîgalê tê kirin ku hewl dide ji nexweşiya belav bûye xwe biparêze bike.

"Mircin"

Derhêneriya fîlmê "Mircin"ê Ahmet Yaşar Gumuş dike û fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.

Di fîlmê da Korkut Çozer, Elif Kartal û Hande Sipal dilîzin.

Di çîroka fîlmî da komek heval xwe di nava bûyereke wisa di dibînin ku divê xwe dûrî wê bikin.

"Bi Xatirê Te Kurê Min"

Wang Xiaoshuai derhênerê fîlmî ye. Fîlm li Çînê hatiye kişandin. Di fîlmî de Wang Jing-chun û Yong Mei dilîzin. Her du lîstikvanan Xelata Hirçê Zîvîn standiye.

Behsa bûyerên di nava 30 salan de qewimî ne dike. Li ser bandora neyênî ya polîtîkaya yek zarokî ya Çînê disekine.

"Pisîk"

Gary Wand derhênerê fîlmê anîmasyon e. Fîlm bi teknîka sêberî hatiye amadekirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin