Turkîye: Enstutîya Kurdî ya Stenbolê jî hat mohrkirin

Turkîye: Enstutîya Kurdî ya Stenbolê jî hat mohrkirin

Duh Wezareta Karên Hundir a Tirk di çarçoveya xala 11. a Rewşa Awarte de xebatên 94 komeleyan dabû sekinandin.

A+A-

Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan ji ajansa Sputnik Kurdistanê re ragihandîye ku bê agahiya wan polêsan bi şev keya birine û dere Enstîtuyê mohr kirine û heta niha tu agahîyek fermî ji wan re nehatiye dayîn. Herwiha Tan gotîye ku li ser mohrê nivîsandine di çerçoveya Rewşa Awerte de hatiye girtin.

Duh Wezareta Karên Hundir a Tirk di çarçoveya xala 11. a Rewşa Awarte de xebatên 94 komeleyan dabû sekinandin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji bo lêkolîna ziman, çand û wêjeya kurdî di 18ê Nîsana 1992an de hatibû vekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin