Termînolojiya şaredariyan ya Zazakî tê çêkirin

Termînolojiya şaredariyan ya Zazakî tê çêkirin

Termînolojiya şaredariyan ya Zazakî tê çêkirin

A+A-

Termînolojiya şaredariyan ya Zazakî tê çêkirin

Koma Vateyê ya ku ji bo standartkirina Zazakî û li hev kirina li ser qaîdeyên nivîsîna bi Zazakîyê ji sala 1996ê ve xebatên xwe didomîne, li Amedê kom bû.

Koma Vateyê ji bo çêkirina termînolojiya şaredariyan, di komxebatekê de li ser 2.500 gotinan çar rojan xebitîn.

Termînolojî berê bi zaravayê Kurmancî hatibû çêkirin dema termînolojiya bi zaravayê Zazakî temam bibe dê li şaredariyan bê belavkirin.

 Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Zûlkûf Karatekîn, serokê Beşa Çand û Hûnerê Cevahîr Sadak Dûzgûn, Midûrê Çandê Edîp Yaşar û Midûra Geşkirina Zimanî Xezal Aslan  beşdarî komxebatê bûn û sohbet kirin.

Ji bo komxebatê 21 kesên ji bajarên cida yên zazakîaxêv û xwedanên pîşeyên cida gihan hev.

Li ser navê Koma Vateyê, Mûnzûr Çem axivî û got: ‘’ Em gelek pê şad dibin ku ji bo Zazakîyê qedir û qîmet tê dayin. Ji niho pê ve, berpirsiyarî dikeve ser we. Têkiliyên me dê bidomin.’’

Çemî diyar kir, ji ber ku Zazakî zimanê gundan e gotinên nûjen nînin û ew hewil didin gotinan çêbikin û got ‘’di ferhenga herî dawiyê hatî çêkirin de, gotinên ji hemî herêman hene.’’

Çemî got dawiya îsal hejmara 50. ya Kovara Vateyê dê bê çapkirin û cara pêşiyê ye ku kovareka zazakî dê hejmara xwe ya 50. çap bike.

Haydar Diljenî diyar kir ku ji sala 1996ê ve ew xebatê li ser termînolojî û rêzimanê dikin û ji beriya komxebatan ew mijaran eşkere dikin.

bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin