Tenê weşanxaneyeke Kurdî beşdarî Pêşengeha Pirtûkan a Enqerê bûye

Tenê weşanxaneyeke Kurdî beşdarî Pêşengeha Pirtûkan a Enqerê bûye

.

A+A-

 Di 16emîn pêşengeha Pirtûkan ya Enqerê zêdetirî 300 weşanxane beşdar bûn. Lê di nav wan weşanxaneyan de tenê yek weşanxaneya Kurdî hebû. di van rojên dawî nîqaşeke nû li ser meselaya weşanxaneyên Kurdî heye.

Weşanxaneyên Kurdî ji bo pêşangehên pirtûkan ên li bajarên cuda yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nayên vexwendin. Weşanxane vê yekê wekî cudakariya li dijî ziman û wêjeya Kurdî dinirxînin. Lê li aliyê din rexneya wê yekê jî ji weşanxaneyên Kurdan tê kirin ku ew di beşdariya pêşengehan de xemsar in û di dema xwe de serlêdanên xwe nakin.

Piştî bêdengiya du salan ya ji ber koronayê careke din salona pêşengeha pirtûkan ya Enqerê hat vekirin. di pêşengeha îsal de piraniya wan bi zimanê Tirkî zêdetirî 300 weşanxane beşdar in. Di nav 300 weşanxaneyan de ji weşanxaneyên Kurdî tenê yek weşanxaneya Nûbiharê heye.

Yunis Dilkoçer, Berpirsê Standa Nûbiharê, dibêje, “Gelek nivîskarên me yên Kurd, nikarin berhemê keda xwe bistînin. Lê dîsa jî hatine me weke Nûbihar bo vê pêşengehê gellek giring e. Kurdên me yên devrûbere Enqerê ku niştecihên wê deverê ne û her wiha Kurdên me yên Konya û Haymana jî hatin seredana me kirin.”

Xebatkarên Nûbiharê dibêjin, ji me re çi dawetname nehatine û me bi şiklekî asayî daxwaza beşdariya pêşengehê ji komiteya rêveber kiriye û daxwaza me hatiye qebûlkirin.

Yunus Kizil, Xebatkarê Nûbiharê, dibêje, “Me pêvajoya beşdariya fuarê şopand. Me deh caran zêdetir daxwaznameyên xwe radestî wan kirin. Ji xwe rêveberê Fuarê kompanyayeke navdewletî ye. Wate ev ne karê şaredariyan e.”

Li gorî beşek xwînerên Kurd jî sedema kêmbeşdariya weşanxaneyên Kurdan di pêşengehan de hem ji ber helwestên polîtîk hem jî heta rêjeyekê jî ji ber xemsariya weşanxaneyên Kurdan e ku ew di dema xwe de serlêdanên xwe ji bo beşdariyê nakin.

Enîse Asan, Xwînera Kurd, dibêje, “Hem pêwîs te hikumeta me li ser mijarê bisekine û hin kar û asankariyan ji bo zarokên Kurd bikin û ziman li pêş çavê wan şirîn bikin hem jî lazim e ku Kurd bixwe giringiyê bi vê meselê bidin.”

Weşanxane û xwîner jî zêdetir gilî gazindeya wê yekê dikin ku îsal bihayê pirtûkan erzan nebûye herwiha gelek xwîneran jî ji ber ku pirtûkên dixwastin peyda nekirin ji pêşengehê dest vala vegeriyan.

Zeynep Kaplan, Berpirsa Weşanxaneya Ephesus, dibêje, “Li gorî pirtûkfiroşan em li nav pêşengehê erzantir difiroşin. Lê hun dizanin li welatê me her tişt biha bûye, bihayê kaxizê jî zêde bûye. Gazind di cihê xwe de ne. Lê ya rastî me hewil da em bi erzanî pirtûkan bifiroşin.”

Bugra Berke Altin, Xwîner, dibêje, “Ji min re hinek pirtûkên Îngîlîzî lazim bûn min peyda nekir. Nikarim bêjim ku li pêşengê her cûre pirtûk hene.”

Pêşenega Pirtûkan ya Enqerê dê heta dawiya vê mehê vekirî bîmîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin