Komên çekdar li Efrînê dest datînin ser dikanên pîşesaziyê

Komên çekdar li Efrînê dest datînin ser dikanên pîşesaziyê

.

A+A-

 Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, xwediyên dikanên pîşesaziyê li dijî hewla destdanîna ser dikanên xwe xwepêşandanek li dar xist.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), Ofîsa "Birêvebiriya Aborî" ya girêdayî komên çekdar, dest bi gaveke nû kiriye û dikanên wan bi "mohra sor" digire da ku dest deyne ser dikanan.

SOHRê ragihand ku xwepêşandan li ber avahiya "Ofîsa Birêvebiriya Aborî" ya girêdayî komên çekdar hat lidarxistin.

Komên çekdar ji dema dagirkirina Efrînê ve dest datînin ser milkên xelkê û bacên bi zorê disepînin.

Bacên bi zorê û talankirina berhemên zeytûnan

SOHRê her wiha diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên komên çekdar de ye û wek mînak amaje bi bûyereke 27ê Çiriya Pêşîn a îsal kir.

Li gorî SOHRê, li gundê Bêlanê yê navçeya Bilbilê, serkirdeyên koma "Ceyş el-Nuxbe" tevahiya berhema zeytûnan a welatiyekî talan kiriye ku nêzîkî 900 darên zeytûnan, ango derdora 250 çewalan bû.

Hat gotin ku ev yek di çarçoveya "kampanyayeke sîstematîk" de ji bo talankirina milkê cotkaran hatiye kirin.

Her wiha li gundê Yaxûrê yê navçeya Mabatayê "Rêveberiya Aborî" bacên zordarî yên ku digihîje nîvê berhema zeytûnan li ser xelkê ferz kiriye û di sezona îsal de dest daniye ser zêdetirî 400 çewalên zeytûnan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin