Wezîrên Parastinê yên DYA û Çînê civiyan

Wezîrên Parastinê yên DYA û Çînê civiyan

.

A+A-

Wezîrê Parastinê yê DYA Pete Hegseth di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Parastinê yê Çînê Dong Chung re girîngiya parastina hevsengiya hêzê li herêma Hind-Pasîfîkê tekez kir û fikarên xwe yên li ser kiryarên Pekînê li Deryaya Başûrê Çînê û Taywanê anî ziman.

Hegseth di postek li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa X a li Amerîkayê de ragihand ku ew di çarçoveya Civîna Wezîrên Parastinê ya Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de ku li Kuala Lumpur, paytexta Malezyayê pêk hat, bi hevtayê xwe yê Çînî Dong Chung re civiya.

Hegseth hevdîtin wekî "baş û avaker" bi nav kir û diyar kir ku di civînê de girîngiya parastina hevsengiya hêzê li Hind-Pasîfîkê hatiye destnîşankirin.

Hegseth fikarên xwe yên li ser çalakiyên Çînê li Deryaya Başûrê Çînê, li dora Taywanê û li dijî hevalbendên DYA li herêmê anî ziman û tekez kir ku DYA li pevçûnê nagere lê wê bi biryardarî berjewendiyên xwe biparêze.

Hegseth herwiha diyar kir ku diyaloga dualî bi artêşa Çînê re li ser mijarên girîng wê berdewam bike.

Di posteke din de, Hegseth destnîşan kir ku ew di çarçoveya Civîna Wezîrên Parastinê yên ASEANê de bi Wezîrê Parastinê yê Hindistanê Rajnath Singh re civiya.

Hegseth dema îmzekirina Peymana Hevkariya Parastinê ya 10 salî ya DYA-Hindistanê di navbera her du welatan de ragihand, "Hevkariya me ya parastinê qet ewqas xurt nebûye.

Em hevrêziya xwe, parvekirina agahiyan û hevkariya xwe ya teknolojiyê bêtir xurt dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin