Mertz û Erdogan li ser mijara Xezeyê nêrînên cuda anî ziman

Mertz û Erdogan li ser mijara Xezeyê nêrînên cuda anî ziman

.

A+A-

 Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, bi germî pêşwazî li kirîna 20 balafirên Eurofighter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve kir û ragihand, ew balafir dê hevpeymaniya leşkerî ya NATOyê li hemberî gefên Rûsyayê bihêz bikin.

Di heman demê de, di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de, Merz û Erdogan eşkere li ser şerê Xezeyê du nêrînên cuda anî ziman.

Merz piştî gotûbêjên xwe yên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re li Enqereyê got:

"Nêrîna êrişkar a Rûsyayê ewlehiya Ewro-Atlantîkê bi giştî dixe metirsiyê û di vê çarçoveyê de, hikûmeta Almanyayê bi awayekî zelal pêşwaziyê li biryara Tirkiyeyê ya ji bo kirîna 20 balafirên Eurofighter dike.

Ev balafir dê xizmeta ewlehiya giştî ya hevpeymaniyê bikin."

Li ser Xezeyê nêrînên cuda

Tevî lihevkirina wan a li ser mijara balafiran, her du serkirdeyan bi awayekî eşkere li ser şerê Xezeyê nêrînên wan ên cuda hebûn.

Merz derbarê şerê ku piştî êrişa Çiriya Pêşîn a 2023yan a Hemasê dest pê kir anî ziman:

"Îsraîlê mafê xwe yê parastinê bi kar anî û tenê biryarekê dikarî rê li ber qurbaniyên bêhejmar û nepêwîst bigire.

Diviyabû Hemasê zûtir dîl berdana û çekên xwe daniya, wê demê ev şer dê demildest bi dawî bûbûya."

Lê Erdogan ragihand ku ew "neçar e" li ser Xezeyê bi Merz re ne hemfikir be û got:

"Zêdetirî 60 hezar jin, zarok û kesên mezin ji ber bombe û çekên Îsraîlê hatine kuştin, ku şeva borî careke din li Xezeyê da."

Erdogan pirsî, "Gelo hûn li Almanyayê van tiştan nabînin? Gelo hûn şopandina wan nakin?"

Merz spasiya Erdogan kir ji ber rola Tirkiyeyê ya di misogerkirina agirbesta 10ê Çiriya Pêşîn de û hêvî xwest ku Tirkiye bandora xwe bi kar bîne "ji bo ku Hemasê qanih bike ku bikeve qonaxa duyem a vê rêkeftinê, ji ber ku rewş hîn jî nazik e."

Di dema gotûbêjan de, Merz hêvî kiribû ku alîkariya Tirkiyeyê misoger bike ji bo wergirtina zêdetir a wan penaxwazên ku daxwazên wan hatine redkirin.

Her wiha Berlînê hewl dida ku dersînorkirina ji bo Sûriyeyê ji nû ve bide destpêkirin û xwest piştgiriya Tirkiyeyê bi dest bixe.

Derbarê zindanîkirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de Merz ragihand ku li Tirkiyeyê biryar hatine dayîn "ku hîn jî li gel standardên serweriya yasa û demokrasiyê naguncin, çawa ku em ji nêrîneke Ewropî lê fêm dikin.

Li vir mijarên ku di asta çaverêkirinên me de nînin hene, wekî nimûne derbarê serxwebûna desthilata dadweriyê."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin