
Mark Savaya: Bêyî kontrolkirina komên çekdar serweriya Îraqê di metirsiyê de ye
. 
Mark Savaya di daxuyaniyeke fermî de, tekezî li ser piştgiriya Washingtonê ya ji bo Îraqê kir û ragihand, "Ji bo paşerojeke baştir, divê komên çekdar bikevin bin kontrola hikûmetê."
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya daxuyaniyeke fermî li ser gihîştina xwe ya ji bo Îraqê belav kir.
Savaya da zanîn ku serkirdatiya Îraqê di sê salên borî de "hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê aborî ve gavên girîng avêtine da ku welat ber bi arasteyeke rast ve bibe".
Mark Savaya diyar kir ku Îraq dest bi "ducare derketina wekî dewleteke xwedî serwerî, hewldana kêmkirina bandorên derve, ketina bin kontrola hikûmeta rewa û vekirina bazarên xwe ji bo kompanyayên navneteweyî kiriye da ku alîkariya avedankirin û geşepêdana binesaziya lawaz a welêt bike".
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya got:
"Hîn bi dawî nebûye û Îraq hîn jî pêwîstî bi piştgiriyeke berdewam heye da ku li ser vê rêyê bimîne.
Hikûmeta Amerîkayê bi awayekî zelal daye zanîn ku ti cih ji bo komên çekdar ên ku li derveyî desthilata dewletê kar dikin nîne.
Aramî û xweşguzeraniya Îraqê girêdayî hebûna hêzeke ewlehiyê ya yekgirtî ya di bin fermandariya hikûmetekê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ye, ku di bin alayekê de yekgirtî be û nûnertiya hemû Îraqiyan bike.
Bêyî vê yekîtiyê, serwerî û bipêşketina Îraqê dê di metirsiyê de bimîne."
Mark Savaya di peyama xwe de daxwaza Îraqeke "bi temamî serwer, dûrî destwerdanên derve yên zererdar, di nav de Îran û milîsên wê" kir û got ku ev yek "pêbendbûna bi xizmetkirina welatiyan û jiyana bi aştiyê re li gel cîranan" li xwe digire, ji bo misogerkirina "ewlehiyeke demdirêj, geşbûna aborî û yekîtiya niştimanî."
Mark di daxuyaniyê de daxwaza "yekîtî û hevkariya di navbera desthilatên federal û herêmî yên Îraqê de" dike.
Ev jî amajeyeke girîng e ji bo pêywendiyên di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Nûnerê Trump diyar dike ku "Îraq welatekî sereke ye li herêmê û divê rola xwe ya xwezayî di bipêşxistina aştî, ewlehî û aramiya herêmî de bilîze".
Daxuyaniya wî bi dirûşma "Em Îraqê dîsa mezin bikin" bi dawî bû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin