Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -7-

A+A-

NETEWETÎ-NAVENDGERÎ-NÛJENÎ -7-

Netewetîya Kurd

Mûrad Ciwan, roja 1ê meha befrembarê (2019) li Stockholmê semînerek li ser netewetîya kurd da û Şerefxan wek bavê netewetîya kurd destnîşan kir. Ez bawerim ew qeneetek berfireh e. Sebeba wê jî esera wî ya Şerefname, Dîroka Kurd e. 

Şerefname, li ser dîroka Kurdistanê cîyek sereke girtîye ku lêkolîner wek çavkanîyek girîng û kevn xwe dighîninê. Şerefxan, li ser bingeha cîh û warên mîrektîyên Kurdistanê nexşeyek Kurdistanê jî di serê me da dirust dike. Orijînala wê pirtûkê li Londrayê ye. Sala 1971 M. Emîn Bozarslan, wê eserê ji erebî wergerandİibû tirkî û gîhandibû nifşê me jî. 

Esera Şerefxan, hişmendî û serbilindîyek mezin di nav milletê kurd da çêkir. Wextê Bozarslan, Şerefname bi tirkî da çapê, li Kurdistanê hişmendîyek netewetîya kurd bi xurtî pêş diket. Ji bona wê jî eser gelek hat xwendin û hişmendîya netewetîyê xurtir kir.

Şerefxan (mîrê Bedlîsê), esera xwe di dawîya qirna 16a da temam kir û dîroka kurd li ser dîroka asilzadeyên Kurdistanê danî. Şerefname, dîroka mîr û esilzadeyên Kurdistanê ye û bi zimanê farisî hatîye nivisandin. Zimanê farisî, wê demê gelek di rewacê da bû û farisî zimanê wî bû. Şerefxan Zaroktîya Şerefxan, di qesr û qonaxan da bi xwendin û perwerdeyîyek baş dîtibû.. 

Bedlîs, mîrektîyek bi hêz û xwedî desthilatdarîyek mezin bû. Lê Şerefxan, ji hukumdarek zêdetir, xebatkarê entellektuelîyê bû. Bi gotina Dîlawerê Zengî:”Şerefxanê gewre, nivîs, pirtûk neda bi karbidestî, text û şewqetan, ji ber vê; xondekarî sparte destê lawê xwe Ebî El Me´alî Şemsedîn û berê xwe da nivîsadina Şerefnameya gewre û bêhempa… Li dora 7 salan pirtûk, çavkanî… gerîya û kom kir… 13 salan nivîsandina vê dîrokê, pê re dirêj kir.” (binêre pêşgotina Şerefnameya Manzum a Cîgerxwîn

 Ji bona wê jî Şerefxan di nav hemû mîrekên Kurdistanê da herî navdar û mayînde ye. Ji mîrektîyê zêdetir bi entellektuelîya xwe di hişmendîye milletê kurd da cîh girtîye. 

Cîgerxwîn, sala 1942 Şerefnameya Menzûm dinivisîne û yeko yeko ji hemû mîrekên kurdan hawar û gazîyan dike ku şerê azadîyê bikin. Ew bê şik mecazî ye. Wê demê ne mîr mabû ne jî mîrektî. Lê cigerxwîn ji tarîxê û ji Şerefnameyê dixwaze hêzek neteweyîya serdema me derxe. Cîgerxwîn di şiîra xwe ya Begane Bedlîsê da pesnê Şerefxan wuha dide: 

Şerefxan beg te tarîxa me çêkir
     Zimanê wan neyaran te zû jêkir 

Şerefxan, gazindeye û şîretan dike ku: ”Mîrên Kurdistanê li dora yekî bi xîret û bi hêz nabin yek, ji bo tiştên piçûk serî hildidin, ji bo sûcên piçûk sûcên mezin dikin…

Raste ku kurdên ”qewmê çîya” di rewşek xwezayîya xwe da xwedî qarakterek taybet bû. Raste ku mîr û mezinên kurdan li yekbûnê nedigerîyan. Lê divê em ji bîr nekin ku civata feodalî, eşîrî li her derê cîhanê bi xeter û xiyanetan dagirtî ne. Dîroka skotîyên Brîtnayayê ku dişibe ya kurdan, bi xiyanetên gelek mezin dagirtî ye.

Em tarîxa Kurdistanê ya berîya dagirkirina ereban baş nizanin. Lê piştî ku ereb Kurdistanê dagir kirin, bingeha xanedanîya esilzadeyî jî guhurandin. Asilzadeyên Kurdistanê, bi granî, secera xwe dighînin pêxember an xelîfekî erebî. Bo nimûne, serbaz Noel dibêje, di malbata Bedirxanîyan da tenê Celadet û Kamûran dibêjin em kurd in. 

Sîstema asilzadeyî di her derê dinyayê da dişibe hev. Ew çînek taybet e.

Dewlete Fransayê, bi pêşengîya eşîretek germanî ku navê serokê wê Frank bû sazbû. Frankî, di wextê Împaratorîya Romayê da tevî êla xwe daketibûn jêr, nava qewmên latînîaxêv. Frank, zora eşîretên din bir û dewletek bi navê xwe Fransa saz kir, lê zimanê wan îdî latînî bû. Ji bo wê jî divê em, xwe li ser kok û eslên eşîret an xanedanîyan asê nekin. Dewlet dikare navê xanedanek bigre. Lê bingeh gel e. 

Qirna di piştî Şerefxan da, Ahmedê Xanî esera xwe ya Mem û Zîn bi zimanê gelê xwe nivisand û bang ji bo yekîtîya kurmancan kir. Xanî jî wekî Şerefxan, neyekbûna kurd bi acizîyek û bi mixabinî anî ziman û doza serdarek kurd kir ku derkeve qadê û yekîtîya kurdan pêk bîne. Ew, mucahidê zimanê kurdî bû ku Nubihara xwe jî ”ne ji bo sahib rewacan, ji bo piçûkêd kurmancan” nivisand. Xanî, ziman kir bingeha hesta netewetîyê, ku bingehek girîng ya netewetîyê ye. 

Emê ji wan herdû navdarên Kurdistanê kîjan derxin pêş û li ser kursîya bavê netewetîya kurd bidin rûniştin ne hêsa ye. Şerefxan, sed sal berîya Xanî esera xwe nivîsand û lêkolînek gelek payebilin gîhand me. 

Xanî qiymet û statûyek mezin da ziman û kultûra gelê kurd, her usa doz û daxwaza netewetî ya qewmî kir. Xanî, efsaneya Memê Alan bi hostayî ji nû va bi navê Mem û Zîn hunand û wê sertaca lîteratûra kurdî gîhand me. Her usa, bi gotina M, Emîn Bozarslan, Xanî, bi armanca ku zarokên kurd erebî baştir hîn bibin, esera xwe ya Nubihara Zarokan bi ferhengokek kurdî-erebî, erebî-kurdî nivisand û cara yekê dersê zimanê zikmakî xist xwendina medreseyê ku bi sedsalan hat xwendin. Yan jî em wek Rojen Barnas bibêjin: Edebîyata kurdî ”bi Şiîra Xanî kete xizmeta îdolojî ya millî”.

Netew, netewetî, pêhatina netew pirsek aloz e. Lê tiştek zelale ku avdan, geşkirin û biserxistina wê bi xurtî esera kapîtalîzmê ye. Lê em zanin ku şer jî neteweyek dikare biafirîne. Şerê neteweyî li Kurdistana Başûr di serdema me ya nûjen da, di nav peywendîyên eşîretî -feodalî da, li ser êş û eleman  milletek”afirand”. 

Ji bona ku em netewetî an neteveperestîyê nas bikin, divê em hin krîterên ji karaktera wê, taybetmendîyên wê jî derxin pêş û munaqeşe bikin. 

Di salên 1600î da li Skoåne ya Swêdê serhildanek bi pêşengîya Tevgera Snaphaneyê pêk hat.  Skåne di destê Danîmarkê (Dannemark) da bû. Zimanê wan jî zêdetir bi ser Danmarkî va diçe. Skåneyî dixwestin bibin parçeyek ji Swêdê. Li ser sebeba wê hewildanê mineqeşe hê jî hene. Yek ji wan dibêje ku, Skåneyî ji îdareya sist a Danîmarkî aciz bûn û dixwastin xwe bispêrin Swêda merkezî ku gelek hişk bû. Skånî, ewlehîya xwe derdixistin pêşîya sazûmanîya sist û ne ewle ya Danmarkî. Li vir menfîeta qewmî bi doza ewleyî derdikeve pêş.

Pirsa netewe-netewetî li ser bingehek aborî û sîyasî ket rojewa jîyana sîyasî ya Ewrûpayê. Di salên 1600î û 1700î da li Ewrûpayê sînorên împaratorî baş dîyar nebûn. Dever an herêm dikaribû bê kirîn, hîbekirin û firotin û ji destê malbata qiralek derbasê destê qiralek din bibe. Her usa di navbera desthilatdaran da yekîtî jî pêk dihat. Hetta trampakirin di navbera dever û herêma da jî pêk dihatin. Li welatek dikaribû gelek qanûnên cihê hebin. Hetta pereyên cihê di tedavulê da bin. Ta du sed sal berê Almanya, bi wî rengî bû. Gelek xwezayî bû ku di welatek da gelek ziman û bawerî hebe. Taybetmendîya wê demê ew bû ku danûstandinek di nav perçeyên welat da zêde nebû. Ne rê, ne wasita, ne jî kitêb û rojnameyek ku fikrek hevwelatî peyde bike tune bû. Ji bona wê jî bêjeya swêdî, fransî û hwd bi heqîqeta deverê va sînorkirî bû. Li Swêdê wê demê derdora 20 ziman dihat axaftin. Zimanê di rewacê da bû û derbas dibû ne swêdî, almanî bû. Di meclisa (Riddarhuse) Swêdê da, ku li ser bingeha çînayetî (stånd) ava bûbû, almanî, holandî, fînî dihat axaftin. Ger em li ser mîneka Swêdê bimeşin, dibînin ku di salên 1800 da hin peyvên nû wek, hesta millî, kincên millî, helbestên millî û di sala 1817î da bêje ya hişmendîya millî cara ewil ket guhê xelqê. Her usa çîroka gelêrî, zimanê gel. Bêjeya swêdî û Swêd bi munasebetek ket devê xelqê. Hemû rêxistinên îdeal navê Swêd an swêdî danîn pêşîya navê rêxistina xwe. Wana çawa û çima pêk dihat û geş dibû. Bê şik ew hemû afirandina aborîya nû û pêşketina teknîka nû bû. Di sala 1809 da gelek rojname û wasitayên ragîhandinê derketin. Carna kaxiz têrî çapa ragihandinê nedikir, zû xilas dibû. Ta nîveka 1800î, ji sedî zêdetir rojname, kovar û hwd derdiketin û bi hezaran aboneyên wan hebûn. Hin wêne û tekstên rojnameyên herêmî dihat jêkirin û li rojnameyek rojane ya hemû Swêdê va dihat ”zeliqandin” û diketin destên swêdîyan û hestek hevpar peyda dikir. Hestê hevwelatî, nêzîkbûnek, hevdengîyek peyda dikir û wê geş dikir. Riya hesinî, keştîyên buharê her perçeyên welat digîhand hev. Nexşeya (xerîte) Swêdê ku berê ne dihat nasîn, kêm kes dîtibûn, diket destê xelqê. Meclisa 4 çînî ya berê hat guhertin, meclisek netewî li ser ”prensîba şexsane” bi cîh bû.

Fîlozofê navdar ê alman Fredrich Hegel, giranîyek mezin dide ser sekularîzm û neteweyetî û dibêje, netewetî kirasê millî da ser kirasê dînî û da ser milê xelqê.

Ger hêza nû kapîtalîst derneketa, tu hêzek  wan guhertinên ku min li jor jimart nikaribû pêk bîne. Pere, zanîn, teknîk gîhîştibû hev û ketibû xizmeta şerê netewetîyê. Ji ber vê yekê ye ku netewetî li welatên paşdamayî bê hêza kapîtalîstiyê, lawaz û birîndar û bi derengî ma. Li bakurê welatê me piştî demek dirêj, hê di salên 1970î da Memû Zîn bi destê entellektuelek kurd hat amadekirin û derxistin, bi xurtî belav bû. Nushayên berê kê dihat zanîn û xwendin pir kêm bûn. Bi saya entellektuelên ”bêrîkvala” eserên netewî di nav xelqê da belav bû. Wê demê, hin guhertinên ku min li jorê nivisand li welatê me jî pêk dihat. Rêya danûstandinê vebûbû, wasita ketibû welat û însan ji gelek devera dihatin, digîhîştin hev, fikrê netewetî belav dibû. Lê sermeyedarên ku şerê bazarê bike û ala netewetîyê hilde nebû. 

Li welatê me netewetîya nûjen 150-200 sal berê dest pê kir. Li paytexta osmanî, li Stembolê xwendekar û entellektuelên kurd ji gelek deverên Kurdistanê gîhîştibûn hev, bi hev ra kovar, rojname derdixistin û rexistin ava dikirin û hişmendîyek netewî belav dibû. 

Yek ji tekoşerên mîllî ya pêşîyê Hecî Qadirê Koyî ye ku ew şahidê geşbûna netewetîyê bû. Hecî Qadirê Koyî, sala 1817 ji dayik bû û wek milletperwerê pêşîyê yê sedema me  tê zanîm. Farangîs Qadirî wî wek mîmarê neteweperestîyê dest nîşan dike.  Koyî, ziman kiribû bingeh û kurdê ku bi kurdî nediaxivî bi gotinên gelek giran û xirab tawan dikir. Koyî, di salên 1800î da ji kurdan daxwaz dikir ku doza serbixwebûnê bikin, ji bona wê jî amora ragîhandina nûjen bi kar bînin: Kovar û rojname derxin û rêxistin ava bikin. Koyî, doza zanîna ilmî dikir. Çend rêz ji şîîrên wî:

Kuwa ew demey ke kurdan azad û serbixwe bûn
     Sultanî mulk û millet sahibî ceyş û îrfan

     Millete baqî, mabiqa fanî
     Her li Cafî heta be Goranî

Her Kurd e le beynî millet
      Bê behre li xwendin û kitabet

Bi gotina Koyî, ew herdû eşîrên û sazîyên mezin û serdest û xwedî prestîjên mezin Caf û Goran jî fanî ne. Yê mayende millet e. Her usa bêjeya serbixwebûnê, termînolojîyek dema neteweperestîya nûjen e ku Koyî bi kar dianî. Gavek li paş Hecî Qadirê Koyî rêzek ronakbîr di nav tevgera netewetîyê da xuya ne. Nimûneya Şêx Riza Talabanî gelek enteresan e. Talabanî, sala 1835 tê dine û zarokek dema mîrektîya Babanê ye. Piştî hilweşandina Babanê, rewşa kurdistanê xirabtir dibe. Talabanî jî di hesreta rojên berê da ye, xwezî bi rojên berê dike. Şiîrek wî ya pesindayîna xanedanîya Babanê heye ku feodo-netewetîya kurdî dike. Ew dem, dema nasyonalîzmê li cîhanê ye ku xwe gîhandîye Kurdistanê jî ku hêna jî di bin hakimîyeta peywendîyên feodalîyê da ye. Nasyonalîzma Taha Talabanî û hişyarên û entellektuelên wek wî bi pesindayîna Babanê doza netewetîyê dike. Pesindayîna Babanê hesreta dewletek kurdî ye. Doza û daxwaza dewletbûyînê jî bi dîroka xwe gelek kev ne. Ji bona wê jî dive em doz û daxwaza dewletbûnê û tevgera nasyonalîzmê tevî hev nekin. 

Hestên netewetîya kurd û tirk di qonaxeke da dîgîjin hev. Mîna ku min li jorê got, li welatê me şerê netewetî li ser bazara welêt geş nebû. Mîrekên Kurdistanê ku doza xweserîyê dikirin, pêvajoyek taybet bû. Dewleta Osmanî parçe dibû û dewletên nû ava dibûn. Ev pêvajo, bandorek li Kurdistanê jî pêk dianî û bi serhildanên mîrektîyên Kurdistanê rû dida. Dewletên ku ji osmanî diqetîyan, ne welatên pêşketî bûn.  Lê alîgirê wan ên dewletên xurt hebûn. Kurdistan ji vê yekê bê par bû. Wextê neteweperestên osmanî li hember parçebûnê deng bilind kirin, entellektuelên kurdên welatperwer mafê xwe di nav dewleta osmanî ya desetralîze da digerîyan. Doza dewletek kurdî ya serbixwe lawaz bû. Lê wextê kurd û bi taybetî jî xanedan û serwerên kurd li cîhanê û derûdorên xwe deng û bangên doza dewletbûnê dibîhîstin, tesîr li ser doza wan jî dikir. Lê îslamîyet û xelîfetîya osmanî ji bo kurdan ne wek xeterek, berewajî wek qiymetek dihat qebûlkirin. Kurd, hêvî û hawara toleransa wan bûn.

Doza ermenîyan a netewetîyê ji ya kurdan kevntir û xurttir bû. Hêzek sermayedar ku doza bazara Kurdistanê bike û tekoşînek piralî û dijwar bide nebû. Ji ber wan sebeban netewetîya kurd, mehçûb û stûxwar bû. Divê em bînin ber çawan ku nifûsa ermenîyan berîya qirkirinê gelek bû û bala dewletên ewrûpî li ser wan bû û mafê wan diparastin. Em bala xwe didin kovar û rojnameyên kurd ku wê demê derdiketin li ser tarîh û edebîyata kurd radiwestîyan, wan derdixistin pêş û li pey rûmetgirtina tirk ji bo milletê kurd bûn. Ronakbîrên kurd, xebat û tekoşîna xwe ya ji bo îslamîyetê û ji bo xelîfetî û Dewleta Osmanî bi bextewarî dianîn ziman. Ew jî helbet stratejîyek çewt nebû. Li ber kurdan ew rê maqûltir xuya dikir.

Dewleta Osmanî, li ser prensîba ummetî ava bûbû û qanûnên şerhî derbas dibû. Dewlet, di wextê Kanûnî da dirizîya. Rizandin di dema Mûradê Sêemîn da zêdetir xuya bû. Seyyahên bîyanî jî dest nîşan dikirin ku Dewleta Osmanî dê têkeve pêvajoyeke hilweşandinek sîyasî.  

Wê demê guhertinên gelek mezin li Ewrûpayê pêk dihat.Înglîz û hollandî hem li ser Okyanûsan û hem jî li Behra Spî  desthilatîyek lidarxistibûn. Ji ber vê yekê jî, qiymeta tîcarî ya Misirê û Anadolîyê kêm bûbû. Dewletên merkantîlîst yên rojavayê  cawên Bursayê û hevrîşima xam û pembûyên Enqereyê jî îmal dikirin. Enflasyon gîhabû astek bilind.  Pereyên qelb bazar osmanî dagirtibû, îş û kar kêm bûbû. Piştî serîhildana şehzade Bayazîd, hejmara garnîzonan li Anadolê zêde bûbû û ew jî hewcedarîya li ser sîstema tîmar a sîpahî kêm kiribû. Wê demê bi navê huzr ul mulik nameyên gazinde ji padîşah ra dihat şandin. Kesên şande zana û pêşketî bûn û hin name bi navûnîşan bûn.

Sîstema civakî ya dewleta osmanî û guhertina sîyasetê tesîra xwe li ser sîyaseta Kurdistanê jî dikir. Bê şik Nîzamnameya Axê rê li ber têkbirina mîrekên Kurdistanê vekir.

Wê demê dijminê mezin a osmanî Rûsya, di sedsala 17a da xwe nûjen dikir. Endustrî pêş diket û bandora dewleta Rûsyayê li deverê zêdetir dibû.  Ûris bala xwe dabû Almanya ya nûjen û merkezî.  Osmanî jî ketin şopa wan. Lê tevgera nûjengerîya Dewleta Osmanî gelek bi derengî ketibû û di salên 1800î da dest bi hewildanên xurt kirin. Înglîz û fransî ji pêşketina Rûsyayê aciz bûn û ji bo vê yekê jî ew, osmanî berî Rûsyayê didan. Osmanî hema hema di sedsala 18 û 19a da tenê bi Rûsyayê ra şer kir (1787, 1828, 1853, 1877, 1914). 

Almanya wê demê bûbû hêza herî dînamîk û pêşketî li navenda Ewrûpayê. Xanedanîya Habusbûrgê 650 sal qedera Ewrûpayê tayîn kir. Xanedanên Habsbûrgê gelek dewlemend bûn. Di navbera salên 1273- 1918 da kralîyeta împaratorîya Almanya- Avustûryayê di destl wan da bû.  Behmen-Mahrenê ya Çekî jî ketin nav wê împaratorîyê. Lê serdestîya wan li ser Slowakya, Xirwatistan, Slowenya û beşek ji Polonya, Îtalya û Romanyayê jî hebû. Her usa li ser Ukrayna, Îspanya û Brezîlyayê tesîrek wan hebû. Li gor agahîyek, di sala 1805a da hêzek wê ya 405 hezar leşkerî ku amadeyî şer bû, hebû. Dîsa ew bûn ku bendek xurt li pêşîya osmanî li Ewrûpayê danîbûn. Alman bi teknîka xwe ya pêşketî û bi dîsîplîna xwe ya leşkerî tê nasîn. Almanya xwedî kolonîyên li derweyî Ewrûpayê nebû. Xuya bû ku xwe ji bo şerek mezin amade dikir. Wextê qralê Avusturyayê li Saray Bosnayê hat kuştin, alman bêsebir dengê şerî bilind kirin û ultîmatomek bi şertên gelek giran dan Sirbîstanê û 48 seet muhlet da wan. 

Dewleta Osmanî ji bo Almanyayê gelek girîng bû. Dewleta emperyalîst a Almanyayê, di ser Dewleta Osmanî dixwest ji xwe ra kolonîyan peyda bike. Îlber Ortaylı wê yekê wuha dinirxîne: 

”Almanya, dîroka xwe bi keştîyan li okyanûsê dirust nekiribû. Împaratorîya Almanyayê, têgîhîştibû ku nikare li rojhilata Asyayê bibe patron. Ji bona wê jî giranîya xwe da Rojhilata Navîn, welatên depoya xammaddeyê û bazarek mezin. Almanya usa hesab dikir ku di ser şîrîkê xwe ya li Ewrûpa Navîn, Avûstûryayê xwe ji ser Balkan bîghîne wan welatan. Di esasê xwe de li wan deran jî wek osmanîyan, di nav ronakbîran da nefretek û bêzarîyek li hember Brîtanya, Fransa û Rûsyayê hebû. Di navbera salên 1870-1890î da neteweperestên îranî jî dilxwaznê sîyasetek digel Almanyayê bûn û dilxwazîyek Almanyayê di nav karbidestên Îranê da peyda bûbû… Her diçû bandora Înglîstanê û Fransayê kêmtir dibû û Almanya şûna wan dadigirt… Alman, li wan welatan, rasterast dîrek an îndîrek neteweperstîyê geş kirin”

Neteweperestê navdar Mehmet Akîf Ersoy di şiîra xwe ya navdar, ku bû Marşa millî ya dewleta tirkî, emperyalîzmê wek ”medenîyeta hûtê bi yekdiranî ” taswîr dike û dilxwazîya xwe ya Almanyayê wuha tîne ziman: 

Bîlîrmîsîn kî senîn şarka meyl eden nazrın (Tu dizanî ku bala te ya li ser rojhilatê)  

Birinci defa doğan fecridir zavllıların” (Berbanga yekemîn a belengazan e)

Li Dewleta Osmanî merkezgerî, nûjenî û neteweperestî digel hev dimeşîya. Rewşa aborîya cîhanê û Dewleta Osmanî bingehek xurt ji bo wê pêvajoyê amade kir. Fermana Tanzîmatê wek danezana nûjenîyê tê qebûlkirin. Bab-i Alî hem li hundir, hem jî bi alîkarîya derva ket bin deynên giran. Vê yekê min li jorê dîyar kir. Dewleta Osmanî îdî sîyasî ”qalik diguhurand”. Kapîtalîzm li Ewrûpayê bandora xwe pêk dianî. Li Fransayê burjuwa bi darê zorê îdare xistibû destên xwe. Li Almanyayê (Prusya) begên feodal ku asilzadeyên serleşker bûn, bi buhurek ”Junkerî” bi nîzama xwe ya leşkerî û tundî îdareya kapîtalîzmê xistin bin bandora xwe ya leşkerî û rê nedan serhildanek kapîtalîstîya lîberal pêk bê. Li Dewleta Osmanî erd bi navê sîstema îltîzamê hat guhertin, ket rêya tîcaretê. Burokratên mezin ku mesûlê erd bûn û xwedîmeaşek baş bûn, bûn multezîm, tacirên mezin. ”Qalik guhertin”a îdarî ji bo vê yekê dihat gotin. Wextê mîrekên Kurdistanê hatin tasfîye kirin, gelek ji erdê destên wan jî hatin firotin. Deyndarîya Dewleta Osmanî, tîcareta erd stîmule dikir. Di wê demê da tesîra Almanyayê li ser Dewleta Osmanî kêm bû. Alman, wek ”fecra belengazan” hê baş neketibû axa osmanî. Sefîrê Almanyayê li Dewleta Osmanî, Vangenhaim, sala 1913 nameyak dirêj ji hikumeta xwe ra dişîne, plana B ya Almanyayê pêşkêş dike:

”Em, nexşeyek bivê namêyê ra dişînin. Qada ku bi qelema sor hatîye îşaretkirin, wek qada menfaata me hatîye şirovekirin. Em gihiştin wê encamê ku piştî têkçûna Tirkîyeyê, divê ew der bibe para me. Qada ku bi qelema şîn hatîye îşaretkirin di maneyek fireh da divê wek qada menfieta me bête dîtin. Li vir du cîhên girîng hene: Zozanên Anadola rojavayê ji bo niştecîyên Ewrûpî guncaw e, Mezopotamya ya Navîn jî dibe dewerek dewlemend.. Li bakurê deştên Mezopotamyayê, deverên çîya bi maden gelek dewlemend in. Li Erxenîyê madena sifirê heye. Li Zapa Mezin û li hidûdên Îranê gelek petrol û daristan hene.” (binêre, N. Kutlay, İttihat Teraqqi ve Kürtler)  

Li Îranê jî di destpêka qirna 20an da hin guhertin û hewildanên merkezgerîyê pêk hatin. Ebbas Welî, sîyaseta Îranê ya Kurdistanê wuha dinirxîne:

Sazûmanên navçeyî û etnîsîteyên ku berê hebûn, lê ne baldar bûn, derxistin pêş û kirin hedefa neteweperestîyê. Nûjenkirina leşkerî, merkezgerîya malîye û perwerdeyîyê xistin rojevê. Sekularîzm û merkezgerî wek pêşverûtî, lokalîzm wek paşverûtî hat mohrkirin. Pê ra jî zimanê farisî, wek zimanê fermî û perwerdehîyê dê Îranê bikira yek parçe. Ji ber vê yekê dewlet, sîyaseta xwe li hember eşîret û etnîsîteyan jidand. Lê ji bo ku eşîret li hember dewletê ranebe û konfederasyonek saz neke, sîyasetên nermane ya malî ajotin ku eşîretên ku li ser sinora osmanî dijîn, li cem xwe bigre.” (Kovara Çira, Stockholm)

Bi Fermana Tanzîmatê, Dewleta Osmanî hin gavên radîkal avêtin. Her ûsa gav bi gav nûjenî û merkezgerî ket rojeva Dewleta Osmanî ber bi dawîya qirna 19an neteweperestîyê xurt kir. Ew, bi tevgera îttîhad û Terakkî ber bi nijadperestîya tirk va çûn. Bi gotineke dî, merkezgerî bû damara esasî ya neteweperestîyê.

Bi kurtebirî, neteweperestîya tirk ku nijastperest bû adana xwe zêdetir ji Almanyayê digirt. Brîtanya û Fransa wek dewletên parçekir, Almanya jî pêşvebir û xilaskir dihat nirxandin. Nûjenî, ji Brîtanya û Fransayê ketibû axa Dewleta Osmanî û dîsa bi destê wan osmanî tengav bûbû. Guhertinên ku li derdora Dewleta Osmanî pêk dihatin tesîra xwe li Kurdistanê jî dikir. Pêşketina kapîtalîzmê û merkezgerî neteweperestî geş dikir. Şer qasa ya osmanî vala kiribû û deynê wê gelek mezin bûbû. Ji ber wê yekê erd jî bû mewhûmek ticaretê. Dewlet erdê xwe da kirê. Paşayên dewletê ku gelek dewlemend bûn berê îndîrek, paşê jî bi hiqûqî bûn xwedîyê ax. Leşker, burokrat û tîcaret gihîştibû hev. Ev yekîtî bandorek taybet li ser îdareya osmanî danî. Emperyalîzm rengek nû da aborîya Dewleta Osmanî. Nûjenî ji Ewrûpayê, ji Brîtanya û Fransayê ket erdê Osmanî û dîsa ew bûn ku Dewleta Osmanî ber bi perçebûnê dibirin. Ji bona wê jî Almanya wek ”simîda canxilasîyê” ket rojeva neteweperestên tirk. Ne xerîbe ku neteweperest û nijadperestên tirk, her cure daxwaza kurd û hemû serhildanên kurd wek marîfetek înglîz nîşan didin.

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6- -

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin