Derbarê Eelahaddînê Eyûbî de çend pirtûkên Kurdî - 3 -
Lokman Polat
LI GOR ÇAVKANIYÊN SWÊDIYAN
SELAHEDDÎNÊ KURD
Rohat Alakom lêkolînvanekî berhemdar ê kurd e. Gelek pirtûkên wî yên lêkolînî hatine weşandin. Herweha wî ji ber arşîvên masmediya Swêdiyan derbarê Selaheddînê Eyûbî û kurdan de gelek tiştên ku dîrokzan, lêkolînvan, nivîskar, romannivîser û rojnamevanên Swêdî nivîsîne wek pirtûk weşandiye.
R. Alakom di derbarê Selaheddînê Eyûbî de ji ber çavkaniyên Swêdiyan pirtûkek hêja bi navê ´`Li gorê Çavkaniyên Swêdî Selaheddînê Kurd´` pirtûkek lêkolînî nivîsiye û pirtûk di nav weşanên ´`Apec´`ê de li Swêdê/Stockholmê derketiye. Pirtûk 103 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de, di 26 rûpelan de wêneyên curbecur û belgeyên/çavkaniyên Swêdî hene. Naveroka pirtûkê xurt e, berfereh e. Derbarê S. Eyubî û kurdên dema wî de agahdariyên hêja hene.
Lêkolînvan Rohat Alakom dibêje di dîroka Swêdê de ´`Selaheddîn kurdê herî pêşîne ku wî di dîroka Swêdî de cih girtiye.´` Rûpel : 17.
Di çapemeniya Swêdê de û herweha di edebiyata Swêdî de jî cih dane Selaheddînê Eyûbî. Di romanan de qala wî bi başî tê kirin û ew wekî serdarekî aştîxwaz tê nasîn. Nivîskarên herî navdar ên Swêdîyan Agust Strînber, Selma Lagerlêf û Vîktor Rydbery di berhemên xwe de behsa Selaheddînê Eyubî dikin. Ne tenê di edebiyata klasîk a Swêdiyan de, di edebiyata wan a nûjen/modern de jî qala Selaheddînê Eyûbî tê kirin. Di romanên nivîskarên Ewropî û Swêdîyan de merhamet, dostanî û aştîxwaziya Selahdînê Eyûbî tînine zimên.
Lêkolîner Rohat Alakom di vê pirtûka xwe ya lêkolînî ya derbarê Selaheddînê Eyûbî de lêkolîneke gelek berfereh kiriye û di cîhana Ewropiyan û bi taybetî li Swêdê derheqê S. Eyûbî de çi hatine nivîsîn, çi hatine gotin lêkolaye û di vê pirtûka xwe ya hêja de pêşkêşê xwendevanan kiriye.
Di berhema navdar a Dante de, ku navê wê ´`Komediya Îlahî´` ye, de û di çîrokên ´`Decameron´` a Gîovanî Boccaccîo de çawa behsa S. Eyûbî tê kirin, di pirtûka Rohat Alakom de bi hurgilî yekoyek tê qal kirin.
Di pirtûkê de beşeke gelek balkêş ku sernivîsa beşê bala mirov dikşîne beşa ´`Evîn, macera û romans – Hîn zewacên polîtîk û stratejîk´` e. Di vê beşê de behsa hîn endamên malbata Selaheddînê Eyûbî dike. Hêj di dema Selaheddîn de di nav misilmanan û xirîstiyanan de zewacên polîtîk çêbûne. Li rojhilata navîn zewacên polîtîk hettanî dema me jî çêbûn û niha jî çêdibin.
Di pirtûka Rohat Alakom de bi sernavê ´`Şano û Fîlm´` du sernav hene. Di wan beşan de şano û fîlmên derbarê Selaheddînê Eyûbî de tê rave kirin. Ji vê pirtûka lêkolînî a Rohat Alakom jî diyar dibe ku herî pir di çîrok, roman, şano û sînemayê de, di fîlman de li ser Selaheddînê Eyûbî berhem hatine afirandin û film hatine çêkirin, roman hatine nivîsîn.
Di beşa herî dawî a pirtûkê de bi sernavê ´` Albûma Selaheddînê Kurd´` beşeke ji cure wêneyan pêkhatî heye. Di albûmê de wêne, belgeyên/çavkaniyên nivîskî û nexşe hene.
Selaheddînê Eyûbî weke ku lêkolîner Rohat Alakom dibêje : ´`...Li Ewropayê Selaheddînekî ji Selaheddîn jî mezintir hatiye afirandin. Ew Selaheddînê ku di dewra xwe de hemû misilmanan anîne gihandine hev îro êdî ji bo hemû kurdan bûye sembolekî netewî.´` Rûpel – 75.
Belê, Selaheddînê Eyûbî doh ji bo misilmanan û îro ji bo netewa kurd sembol e. Divê xwendevanên kurd pirtûkên derbarê Selaheddînê Eyubî de bikirin û bixwînin.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin