Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYA SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -13- 

A+A-

Rojavayê Kurdistanê -13-

Sala 1920, bi biryara Konferansa San Remoyê desthilatdareya (mandata) Sûrîyeyê ket destê Fransayê. Fransî, sala 1922, li ser bingehek dînî, federasyonek elewî - sunnî -durzî saz kirin. Ew wek dewletên Şam, Heleb, elewî (Latakiya-Lazkîye-Tartûs) û Cebel Diruz dihat nexşekirin. Aleksandretta (İskenderûn) sancax bû, sala 1921 bû deverek otonom. Sala 1923 bû parçeyek Dewleta Helebê û sala 1936 fransî, wê ji Helebê veqetandin, rasterast xistin bin kontrola xwe, Lubnana Meztir dirust kirin û mesîhîyan jî kirin serkideya misilmanên der dora wê. Protesto û serhildan bi darê zorê hatin şikandin.  Dîzayna fransî, parçeyek ji Peymana Sykes-Pîcot (1916) ya bi dizî bû. Di Sykes-Pîkotyê da Mersîn, Adana, Sêwas, Dîyarbekir, Mêrdîn jî para Fransayê bû. Salek şûnda li Rûsyayê şereşa oktobirê pêk hat û bolşevîk li hember vê peymana emperyalîstî bûn. Rojnamayên Îzvestîya û Pravda wê peymanê îfşa kirin, ji ber ku çar jî bi peymanê ra bû û wê qebûl kiribû. Înglîz, soz dabû ereban ku ger ew şerê Dewleta Osmanî bikin dê ji wan ra dewletek erebî bête saz kirin. Lê di Peymana Sykes Pîcotyê da tiştek usa xuya nebû û di nav ereban da bawerîyek çêbû ku hatine xapandin.  


Parçekirina Sûrîyeyê û rewşa Lubnan a nû acizî peyda dikir. Fransî, Sala 1939, bê erêkirina Sûrîyeyê Hatay teslîmî Tirkîyeyê kir ku hêna jî di nexşeya Sûrîyeyê da parçeke ji Sûriyeyê xuya ye û kêşeyek mezin e. Fransî, kêşe li ser kêşe danî û kontrolkirina wê jî zehmettir dibû. Sala 1941 De Gauelles, serbixwebûna Sûrîyeyê û Lubnanê qebûl kir û sala 1946 hêzên leşkerî yên fransî ji wan deran derketin. Lê Sûrîye heta dema BAASê, sala 1956 û demek piştî wê jî dewletek sist û bê serûber bû. Hafiz Esed, sala 1970 bi darbeyek hat ser hukim û bi rêveberîya xwe ya hişk, dewletek li ser muxaberatî û hêza leşkerî ava kir. Dewleta BAASî nasyonalîst bû, doza sosyalîstîyê jî dikir. Bi Sovyetê ra peymana hevkarîyê girêdan û ji bazara kapitalistîyê derketin. Hezkirê sîstema BAASî yê herî mezin, ji bilî elewîyan, mesîhî ne ku ji bin giranîya sunnîyan xilas bûn û rewşa wan gelek baş bû. Mektebên ermenî û suryanî hebûn û îbadeta xwe bi rehetî dikirin. Di rojên ayînên xwe da jî, ji karkirinê azad bûn. Her çi gelek kurd xwedî nasname nebûn û misilmanên sunnî ne, ji nasyonalistî û fanatîzma erebên sunnî (Exwanî Muslumîn) zêdetir ditirsîyan û meyla wan zêdetir li ser sekularîzmê bû. Emîn Dewlê(muxaberat) nefes nedida kurdan û wan ji nêzîk va dişopand.  Esed, gelek tehda li kurdan kir û gelek ronakbîr, sîyasetmedar, kesên demokrat xist zindanên xwe. Hinekên wan hatin tunekirin.


Sala 2011, Buhara Erebî gîha Sûrîyeyê û pir neçû şerek dijwar dest pê kir. Pirsa netewa kurd û çareserîya wê derket pêşîya parçeyên din. Heta wê demê, li Rojavayê, doza neteweyî bi giranî li ser doza mafê kulturî dihat ziman. Ji ber vê yekê jî di destpêka xwepêşandanan da kurd, mafên xwe yên kulturî dan pêş. Wextê rewşa Sûrîyeyê xirabtir bû, mudaxeleyên mezin dest pê kirin û ber bi şerê hundurî va çû, doza kurdî jî wecheke nû girt û Kurdstaneke azad hat rojevê. Amerîqa, dixwest Rojhilata Navîn ji nû va dîzayn bike. Tirkîye paşeroja xwe li gel Amerîqayê dît. Li gor hesabê AKPyê, Amerîqa biryara parçekirinê dabû û dê Sûrîye parçe bibûya. AKP, xwedî xeyalek Mîsakî Mîllî û di xeyala pêşengîya alema îslamîda ye.  Mistefa Kemal, nedixast cardin Tirkîye bixe nava xeyalek usa ku dikaribû bibe sebeba têkçûnê. Ew, yek ji mîmarê sereke ya parastina statuyê ye. Erdoğan li pey sîyaseta Mîsakî Millîye û dixwaze bibe serokê alema sunnî. Erdoğan, berê dixwest bi nermane xwe bighîne wê armancê. Peywendîyên xwe digel Beşar Esed xurt kir û xebata rakirina mayînên ser sînorê kir. Doza hilbijartina demokratîk dikir. Sunnî di giranîyê da bûn û hêvî dikir ku exwan were ser hukum û dûra doza xwe bi ser bixe Buhara Erebî dawî li wê plana rêya nermane anî. Erdoğan dest bi dijminahîya Esed kir. Civînên muxalefetê li Tirkîyeyê çêdibûn, cîhadîst li Tirkîyeyê perwerdehîya leşkerî didîtin û ji nav sînorên wê diketin Sûrîyeyê. 


Di destpêkê da di nav kurdên Rojavayê da gengeşî hebûn lê cudabûnek bi xetên qalind nebû. Piştî ku tevger û xwepêşandanên hundurî yên aştîyane ket xetek çekdarî û bû pirsegrêkek navnetewî, cudayîyên kûr ketin navbera rêxistinên kurd. PYD, Rêxistina Civaka Kurd ava kir û digel gelên din Meclisên Gel a Rojavayê dirust kirin.  Pir neçû rejîm hêza xwe ji Rojavayê, ji bo parastina Şam û Helebê ji Kurdistanê derxist. PYD, hêza leşkerî YPG ava kir û heman sal kontrola Kobanê, Afrîn û Amûdê ket bin kontrola YPGyê û otonomîyek de facto dirust bû. Raste ku di destpêkê da rejîma Sûrîyeyê bi ser hêzên PYD va neçû. Hetta çavên xwe ji bo mezinbûna wan jî girt. Lê wextê ku PYD digel Amerîqayê hevkarî kir, Esad, sala 2016 bi hêza ezmanî li Hesekeyê, li hêzên YPGyê xist.
Xweserîya kantonî, sazûmanîyek swîsrî ye, anîn axa Rojavayê. Naveroka wê bi îdeolojîya civata demokratîk dagirtî ye ku kurd û gelên din yên deverê vê sazûmanîyê digel hev dimeşînin. 


ENKS, xeta xwe da ser mafê netewetîya kurd û xwe gîhand Muxalefeta Nistimanî ya Sûrîyeyê. Hevkarîya PYD û ENKS ku bi Rêkeftina Hewlêrê ya sala 2012 hatibû girêdan jî têk çû. Merhaleyek nû dest pê kir.
Kerîm Omer, wezîrê derva yê kantona Cizîrê vê pêvajoyê wuha dinirxîne: 


”Wextê buhara erebî pêk hat me jî hazirîya xwe dikir. Em zanibûn dê dor were Sûrîyeyê jî. Em digel şoreşek aştîyane bûn. Me, şerek navxweyî nedixwast. Wextê Obama got, emê mudaxeleya Şamê bikin, ENKS, helwesta xwe guhart û ew jî xwe nêzîkî Amerîqayê kirin. Bawerîya wan ew bû ku dê rejîm têk here. Civin li Stembolê dest pê kirin. ENKS digel Tirkîyê tevdigerîya. Tirkîye, Siûd, Qeter ji bo hakimîyeta sûnnî mudaxeleya Sûrîyeyê kirin. Li hember wê, Îran, Iraq (El Malîkî), Hizbûllah a Lubnanê dixwestin digel Sûrîyeyê hukumranîya şîa pêk bînin. Me wê yekê baş nedidît û nedixwast Sûrîye bikeve nava vê parçebûnê. Sûrîye pir olî û pir netewî ye. Tê da sunnî, elewî, mesîhî, êzîdî, durzî hene. Kurd, ereb, siryan, ermenî, şîşan hene. Sûrîye dewletek pirrengî ye. Nabe şerê hev bikin. Em li dijî mudaxeleya navnetewî bûn. Me xwe bi rêxistinî kir, xeta sêemîn da ber xwe. Me hêza parastinê ava kir, kanton çêkir, digel ereb, siryan, ermenî, şîşan bi rê va dibin.”
Gotinên jorê rewşê kêm zêde dîyar dike. Dewleta Sûrîyeyê, li Rojavayê bi dezgehên xwe yê fermî hebûna xwe parast. Ala Sûrîyê li ser dezgehan daleqandî bûn. Esad, meaşên memûran jî dida û sîyasetek dûrbînî dimeşand. Ji ber ku bi xwe nikaribû bakurê Sûrîyeyê biparêze, sazûmanîya nû tolere dikir ta ku rewşa xwe baştir bike. Bi gotineke din, bi ”emanetî” sazûmanîya xwe teslîmê civata demokratîk kiribû. Wekî Aron Lund ê swêdî dibêje, rêkeftîyek ”diskret-bêdeng” di navbera Esad û PYDyê da hebû. Umer Şêxmûs, di hevpeyvînek xwe da (malpera Xandan 18 Tebax 2013) dibêje: ”Bi lihevhatin digel Îran û Sûrîyeyê deverên kurdan teslîmi PYD kirin û çekên giran ên  PYD ji alîyê rejîma Esad va tê dabîn kirin.” Umer Şêxmûs, rêya sêemîn a muxalefetê (Heyet el Tensîq) ku PYD tê da cîh girt digel Esed  destnîşan dike. (Binêre Rojeva Kurd). 


PYD, hêzên parastinê li dora Rojavayê bi cîh kir, 45 roj li Kobanê li ber xwe da. Bi alîkarîya Amerîqayê û pêşmerge Kobanê rizgar bû.  Bidestxistina Girê Spî kantonên Cizîrê û Kobanê gîhîştin hev. Dor hatibû yekkirina Afrîn û Kobanîyê, tirk êrîş kirin û nehîştin yekîtîya Kurdistana Rojavayê bi ser bikeve. YPG, sala 2016 berê xwe da Reqqayê û digel bombardûmanên Amerîqayê, DAÎŞ şikandin.  ENKSyî şerê Reqqayê rexne dikir û digot, YPG civanên kurd li ser axa erebî telef dike. (Ev goti ne raste rast ji beyanek ENKSyê hatîye girtin, min ji heval û dilxwazên ENKSyê bîhîstîye). Şerê DAÎŞê bû sebeb ku YPG qada şerî mezintir kir. Amerêqa vê yekê dixwast. 
Şerê dijî DAÎŞê digel gelek qurbanîyan prestîja YPG bilind kir û keçên şervan bûn sembola şerê azadî û wekhevîyê û bi sempatîyek mezin ket rojeva dinyayê. Ew jî bû sebeb ku ENKS ji hêz ket, parçe bû. Lê rastîyek din heye ku PYD, rê ne dida ku ENKS tevî şer bibe. Hemû payeya şer bû para YPGyê û ENKS di paşila Tirkîyeyê da, wek yekîtîyek bêxêr hat mohr kirin. Barzanî jî, dem bi dem ji bêkêrîyê ENKSyê acizîya xwe dîyar dikir.


Amerîqa, DAÎŞ kiribû sebeb û ketibû axa Sûrîyê û hêza YPG ji xwe ra kir hevpeymanî. Ya sosret ew bû ku, wextê konvoyên DAÎŞê ji Îraqê berê xwe dabûn Sûrîyeyê ku dagir bike û ”Kafiristanê” di nav xwînê da bihêle, balafirên Amerîqayê ji ezman li wan ne dida. Mîna ku eskortîyê bike, gelek nizim difirîya. Dokumanên wê henin. Amerîqa, hovîtîya DAÎŞê kir argûman û li Sûrîyeyê bi cîh bû.  Erdoğan, li bendê bû ku kurd di bin agirên DAÎŞê ku Kobanê dorpêç kiribû bi tememî bişkê û îmha bibe. Amerîqa wê hêvîyê vemirand û hêvîya Erdoğan berhewa kir. Hetta Erdoğan mecbûr kir ku rê li ber piştevanîya Kurdistana Başûr veke û pêra hêzek taybet ji Kurdistana Başûr hat hevarîya Kobanê ku kurd ji vê yekê gelek kêfxweş bûn û bi fîşekên hewayî pêşwazîya pêşmerge dikirin, xwe digîhandin peşmergeyên taybet û bi maçkirinê xêrhatina wan dikirin. Dilê milletê kurd bûbû yek. Ew dîmenên pîroz dilê şovenîstên tirk reş kiribû.


Ji sala 2018î vir da rewşa kurdan li Rojavayê guhurî. Rewşa Afrînê her diçe xirabtir dibe.  Tirkîye, Afrînê dagir kirîye, wê kirîye parçeyek ji Tirkîyeyê. Terora cîhadîstan digel dewletê dimeşe. Dewlemendîyên Afrînê tên dizîn, talan kirin. Her tişt gelek eşkere li ber çavan e ku hin kesên tirk hişyarî didin birêvebirê dewleta xwe ku ew eşkere nemeşe. Bo nimûne Prof Hasan Ünal digel mudaxeleya Tirkîyê ya Sûrîyeyê ye.  Lê dixwaze Afrîn bila teslîmê Esed bibe, bila ew bi sîyaseta xwe ya klasîk bandora xwe li ser kurdan dayne, rê nede ku kurd bibin xwedî maf. Ünal, bal dikşîne ser kirinên Tirkîyeyê û bi acizî dibêje: Mirov di rojnameyên tirkî da dixwîne ku patatên Afrînê di pîyasaya dinyayê da tên firotin. Ev gelek bi xeter e û nivisandina wê di rojnameyên tirkî da wê bi xetertir dike. Universîteya Afrînê girêdayîyê Hatayê ye. Ev kir di nav hıqûka navdewletî da dê çawa bê nirxandin nizanim. Lê ne normal e. 
Erdoğan di sîyaseta xwe da bi biryar e û dilê nifûsek mezin a nijadperest û nasyunalîstên tirk pêra xweş dike.
Sîyaseta ku Erdoğan li Sûrîyê dimeşîne ne tenê ji bo tunekirina YPGyê ye. Ew her usa berhewakirina yekîtîya Kurdistanê ye. Erdoğan bi mudaxeleyên leşkerî dixwaze pêşîya serbixwebûna Kurdistanê bigre. Gürkan Zengin, zilamê Erdoğan e, di televîzyona Haber Türkê da (11 Adar 2021) bi kurtayî wûha digot, Nabe mirov di televîzyonê da eşkere bibêje, lê bi mudaxeleya leşkerî ya Sûrîyeyê me, pêşîya serbixwebûna Kurdistanê girt. Wuha başe. Ne lazime ku em bi sedema amadekirina pûlê êrîş bibin ser Barzanî. ( Pûl bi munasebeta zîyaretîya Papa ya Kurdistanê hatibû amadekirin). Ji bo derxistina petrolê me digel wan rêkeftinek 49 salî pêkanîye. Petrol mecbûrî di ser axa me ra diçe û wan mecbûrî me kirîye. Nêçîrvan ji me ra baş e. Ger petrol ji ser axa Sûrîyê va biçûya, rê li ber serbixwebûna wan vedibû..


Nuha li Rojavayê hin pirsgrêkên ciddî henin. Yek ji pirsgrêkên mezin tanzîmkirina jîyana sîyasî ye ku rê li ber xebata serbest a sîysasî dike.  Gelek kes metirsîdarin ku hêzên YPG û pêşmergeyên Roj di vî halî dê dikare bibe sebeba şerek hundurîn. PYD û ENKS îdeolojîk ji hev gelek dûr in û ew jî kêşe meztir dike. Hêzên Roj nuha li Başûrê Kurdistanê ne û bandorek Barzanî li ser wan heye. 3u di navbera KDP û PKKyê da kêşeyên mezin henin. Li başûr, PKK, ji gendelîyan jî îstîfede dike, dixwaze desthilatdarîyek pêk bîne. Bingehek wê di nav civanan da heye. Bi taybetî li zanîngehan gelek xurt in. KDP, li ser ENKSyê jî bi bandor e.


Hewildana rêkeftinê digel rêxistinên kurd û Esed hatîye merhaleke nû. Doza serbixwebûnê ne di rojevê da ye
Rêveberîya Rojavayê li ser bingeha îdeolojîya Öcalan ku sala 2010 nivisandîye dimeşe. Navê wê netewetîya demokratîk e. Öcalan, bi vê îdeolojîya xwe netewetîya ”modern” red dike û di şûna wê da li ser jîyana xwezayî, bi rêxistinîya komunî ku ji bandora modernîteyê dûr e û li ser wekhevîya etnîkî û jin û mêr dike. Öcalan, hebûna çînayetîyan û şerê çînayetîyê li Kurdistanê red dike û dibêje, li Kurdistanê bingeha şerê çînayetîyê tune ye, bi biratî digel hev bê şer dikarin bijîn. Ew her usa Marx jî rexne dike û bêjeya sosyalistîyê ne di cîh da dibîne û mehkum dike.  Dîtinên wî di kitêba wî ya bi navê Krîza Medenîyetê li Rojhilata Navîn û Çareserîya Medenîyeta Demokratîk hatîye rêz kirin. Min kitêba Öcalan xwend. Dibêjin, ev dîtîn ji Murray Bookchin hatine girtin. Netewetîya demoqratîk wek dersek di xwendegehan da ji bo xwendekarên mezin (ji sinifa 8an ta dawîya lîseyê) tê xwendin.  Sempatîyek mezin ya şoreşgerên tirk ji bo vê bawerîyê heye. Ji ber ku Öcalan, netewetîya kurd bi îdeolojîyê netewetîya demokratîk absorbe dike. 


Piştî têkçûna Sovyetê gelek alternatîfên sosyalîzmê rû dan û gelekên wan naxwazin navê komunistî li xwe bikin. Nuha, femînîzm û jîyanek ekolojîk di welatên pêşketî da gelek populer e. Ji ber ku îdeolojîya Öcalan li ser civatê hatîye ferzkirin, rê nade ku ew rexne bibe. Ji ber vê yekê jî dibe dogma ku li Asyayê gelek netîceyên trajîk afirandin. 
Perwerdeyî li ser wê felsefeyê tanzîm bûye. Nuha di mektebên Rojavayê da xwendekar bi zimanê dayika xwe perwerde dibe. Perwerdeyî bi sê zimanên mezin, kurdî, erebî û suryanî ne. Her zarok bi zimanê xwe dixwîne. Her usa kurdî, erebî, suryanî ji sinifa 4an şûnda dersên bijarte ne. Bo nimûne zarokên kurd, zimanê erebî an suryanî wek zimanê bijarte jî dixwîne.  Armanc ew e ku gel bi vî awayî nêzî hev bibin. Esed, perwerdehîya Rojavayê qebûl nake.  Ev sîyaseta tehdîtkar tesîr li ser hin rêxistinên ku ji dervayê PYDyê nê jî kirîye. Dibêjin, bi milyonan kurd di mektebên dewletê, li Heleb û Şam û dewerên din bi erebî dixwînin. Dîploma wan li cîhanê tê qebûl kirin. Perwerdeyîya sazûmanîya xweser bê encam e. Dibêjin, em ne li dijî xwendina kurdî ne, lê rewşek ne xweş ji bo zarokên me çêbûye. Xwendin îdeolojîk e. ENKS dibêje em ne li dijî xwendina kurdî ne, lê dê nikaribe şûna erebî bigre.  
Helbet rastîya wan gotinan hene. Erebî zimanek pêşketîye û yê ilmî ye. Lê ew nabe sebeb ku kurdi nebe zimanê perwerdeyîyê. Her usa zarokên kurd ji sinifa çaran wê da erebî jî fêr dibin. Destpêk divê bi kurdî be û bingeha wê jî heye. Ya muhîm seferberîyek mezin çêbe ku materyalên baş hazir bibin. Ji bona wê jî zimanzan û mamoste angajeyî vî karî bibin. Ferqîya ideoloj nekeve nav.  Bi taybetî jî zarokên kurd divê di destpêka xwendina xwe bi zimanê xwe bikin. Ev ilmî jî rast e. Zarok, di salên ewil da, bi mêjîyên taze zû ziman hîn dibin. Ne lazime ku kurd li benda erêkirina Esed bimîne.

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -7- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -8-  

BITÎKNE: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -9-  

BITÎKNE:: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -10-  

BITÎKNE: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -11-  

BITIKNE: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -12-  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin