Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hat avêtin jiyana xwe ji dest da

Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hat avêtin jiyana xwe ji dest da

Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hat avêtin jiyana xwe ji dest da

A+A-

Servet Tûrgût ê li gel Osman Şîban ji helîkoptêrê hatin avêtin û 20 roj bû di vênêrîna awarte de dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. 

Di 11'ê îlonê de esker li herêma di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de derketibûn operasyonê. Eskeran welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribû. Piştî du rojan ew li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê derketin holê ku tên tedawîkirin û hatine binçavkirin. Di raporên nexweşxaneyê de derketibû holê Tûrgût û Şîban ji helîkoptêrê hatine avêtin û êşkence li wan hatine kirin. Servet Tûrgût ê bavê 7 zarokan 20 roj bû li beşa venêrîna awarte dihat dermankirin. Tûgût tevî hemû mudaxileyan jî rizgar nebû û vê sibehê jiyana xwe ji dest da. 

ser.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin