Serokomarê Sudanê El Beşîr ji kar hat dûrxistin

Serokomarê Sudanê El Beşîr ji kar hat dûrxistin

Li Sudanê hêzên artêşê kudetayeke leşkerî pêk anîn û serokkomarê Sudanê ji kar hat dûrxistin.

A+A-

Piştî b çend mehan xwepêşandanên nerazîbûna ji hikûmetê îro hat ragihandin ku Artêşa Sûdanê dest danîye ser televîzyona dewletê û herwiha bi awayekî fermî hat gotin ku Serokomarê Sûdanê Omer El Beşîr jî dest ji karê xwe vekişîyaye.

Li gor çavkaniyên çapemeniya ereb, artêşa Sudanê îro 11ê Avrêlê dê derbarê vê kudetayê de daxuyaniyek fermi jî belav bike.

Herwaha zanyariyên çapemeniyê amaje bi wê yekê dikin ku artêşa Sudanê dûrxistina ji kar û hemû erkên welat a serokkomar Omer Hesen Beşîr ragihand.

Li gor çapemeniya Sudanê jî, artêşa Sudanê dixwaze encûmenekî leşkerî pêk bîne û ji bo salekê desthilatiya Sudanê birêve bibe û heta qonaxa guhertinê temam dibe welat îdare bike.

Artêşa Sudanê ji bo serxistina kudetayê bi hezaran leşker li paytext Xartûmê belav kir û bi dehan rêveberên Partiya Kongreya Niştimanî ya Omer Beşîr serokatiya wê dike desteser kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin