Serokê PYEyê: Em ê dest jê bernedin, ji Kavalayî re azadî

Serokê PYEyê: Em ê dest jê bernedin, ji Kavalayî re azadî

.

A+A-

David Sassoli, Serokê Parlamentoya Ewropayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsiye: “Bi dersînorkirina 10 balyozan re, Hikûmeta tirkan meyla xwe ya otorîter nîşan dide.”

Piştî ku balyozên 10 welatan daxuyaniyek weşandibû û gotibû bila Tirkiye li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigere û Osman Kavalayî azad bike, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar bertek nîşanî vê daxuyaniyê dabû û ew her 10 balyoz weke “kesên nayên xwestin” binav kiribû. Welatên ku balyozên wan daxuyanî daye, bertek nîşanî vê helwesta Erdoganî dane.

Almanyayê Wezareta Karûbarên Derve ya Almanyayê gotiye ku wan mijar bi neh welatan re nîqaş kiriye û biryara dersînorkirina balyozan bi gotina “ji derveyî aqilan” nirxandiye.

Piştî vê daxuyaniya Almanyayê, David Sassoli, Serokê Parlamentoya Ewropayê wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsiye: “Bi dersînorkirina 10 balyozan re, Hikûmeta tirkan meyla xwe ya otorîter nîşan dide. Em ê dest jê bernedin. Azadî ji bo Osman Kavalayî.”

Rayedareke ji Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê ji Reutersê re gotiye ku ew pêşketinan dişopînin û ji bo mijarê zelal bikin wan peywendî bi Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê re daniye.

Rayedareke ji Wezareta Karûbarên Derve ya Almanyayê her weha ji heman ajansê re diyar kiriye ku her 10 welat ji bo vê mijarê bi hev re di têkiliyê de ne.

Erdoganî çi gotibû?

Serokomar Erdoganî roja şemiyê (23ê Çiriya Pêşiyê) axivîbû û ji bo daxuyaniya her 10 welatan wiha gotibû: “Min fermana hewce dike da Wezîrê me yê karûbarên derve. Min jê re got ku dive çi bike. Min jê re got, ‘Ji bo ev her 10 balyoz weke kesên nayên xwestin werin aşkerekirin, çi divê bê kirin hûnê bikin’. Ev wê Tirkiyeyê nas bikin. Roja ku Tirkiyeyê nizanibin, fam nekin wê ji vir biçin.”

Çi bûbû?

Ji bo karsaz Osman Kavala serbest bibe, balyozên 10 welatan daxuyaniyeke hevbeş weşandibû.

Balyozxaneya DYAyê daxuyaniya navborî li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandibû û wiha gotibû:

“Em weke Balyozxaneyên Almanya, DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Keneda, Norwêc û Zelandaya Nû, wisa difikirin ku divê li gorî hevsengiya di navbera berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navnetewî û qanûnên wê yên milî de, ev doz bi awayekî adilane û bi lez û bez encam bide. Ji bo Osman Kavalayî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê vê mijarê de demildest serbest bike, em bang li Tirkiyeyê dikin.”

Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê bang li her 10 balyozan kiribû. Wezaretê di 19ê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyek weşandibû û wiha gotibû: “Ji wan re hatiye gotin ku ev daxuyaniya bêhed nayê qebûlkirin, ev daxuyaniya ku dixwaze pêvajoyên hiqûqî bike siyasî û hewl dide zextê li ser daraza tirkan bike nayê qebûlkirin, daxuyaniya navborî li dijî serweriya hiqûqê, demokrasî û serxwebûna darazê ye ku Balyoz îdia dikin û dibêjin ew van tiştan diparêzin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin