
AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
.
Li Amedê piştî nexweşiya tebeqê ku heft mehan bazara ajelan girtî hiştibû, niha jî nexweşiyeke nû ya bi navê "nexweşiya sêroja" der ketiye û derbeke giran li ajeldaran dixe.
Nexweşî di nava sê rojan de ajelan dikuje û heta niha ne derman û ne jî tedawiya wê hatiye dîtin.
Ji ber vê nexweşiya kujer, ajeldarên li Herêma Pîşesazî ya Ajeldaran a Amedê zerereke mezin dibînin û gelek ji wan dev ji karê xwe berdidin.
Serokê Yekitiya Ajeldaran a Amedê Mehmet Albayrak ku bi xwe jî 30 ajelên wî ji ber vê nexweşiyê mirine, ji Rûdawê re behsa rewşa xirab a ajeldaran û bêdengiya dewletê kir.
“Kîjan ajel pê bikeve, xilas nabe”
Serokê Yekitiya Ajeldaran a Amedê Mehmet Albayrak ragihand ku bazara ajelan a fermî ev şeş meh in ji ber nexweşiya tewqê girtî ye, lê li gundan û li derve kirîn û firotina ajelan berdewam dike û got,
"Dewletê tenê ya me girtiye, lê mixabin ew ya gundan negirtibû. Ji Erzirom, Agirî û Wanê her cure ajel dihatin firotin."
Bayrak diyar kir ku piştî nexweşiya tewqê, niha jî "nexweşiya sêroja" der ketiye û ev nexweşî heta sê rojan ajelan dikuje.
Mehmet Albayrak bi xwe jî bûye qurbaniyê vê nexweşiyê û da zanîn, "Heya niha sî ajelên min mirine.
Bi giştî conega bûn. Kîjan ajel bi vê nexweşiyê bikeve, ew ajel xilas nabe, yan dimire yan jî neçar dimînî serjê bikî."
Bayrak li ser zerera xwe got, "Nêzîkî 4 - 5 milyon lîreyî (zêdeyî 100 hezar dolar) zerer li min bûye. Zerereke pir mezin e."
Wî her wiha rexne li dewletê girt û anî ziman ku kesên ciwan êdî vî karî nakin û tenê yên wekî wan ên emirdirêj mane, lê dewlet jî piştgiriyê nade wan û faîza krediyan ji sedî sed zêde kiriye.
"Ne dermanê wê heye ne jî tedawî"
Bayrak her wiha bal kişand ser xemsariya di dema nexweşiya tewqê de û got:
"Wexta ku nexweşiya tebeqê derket, eger di nav heft rojan de derman bihata, belkî ew qas ajel telef nebana. Lê du-sê meh şûnde derman hat, ew jî têrê nekir û gelek cotkar perîşan bûn."
Bayrak li ser nexweşiya nû jî wiha axivî:
"Niha jî ev nexweşiya sêrojî derketiye. Kes nizane ev nexweşî çi ye, heta niha ne derman û ne jî tedawiya wê hatiye dîtin.
Em li gorî xwe hewl didin wan derman bikin lê tu encamê nade."
Li ser pirsa ka mirov çawa pê dihese ku ajel bi vê nexweşiyê ketiye, wî got, "Ajel dilerize, dikelibe û ji devê wî kef tê.
Taya laşê wan pir bilind dibe, em hewl didin agirê wan daxin û li gorî îmkanên xwe dermanan didinê."
“Gelek kesan dev ji karê xwe berdaye”
Ji ber zererên mezin û nebûna çareseriyê, gelek ajeldarên li Amedê dev ji karê xwe berdidin.
Mehmet Albayrak li ser vê yekê wiha got, "Gelek kargeh hatine girtin. Yên berê dev ji vî karî berdane û diçin.
Dora deh-panzdeh kesên ku her yekî ji wan 400-500 ajel xwedî dikirin hebûn, lê ew bi giştî dev jê berdane. Em jî herhalde dev jê berdin û êdî vî karî nekin."
Bayrak destnîşan kir ku nexweşî hem li ajelên ku ji derve tên û hem jî li ajelên herêmê belav dibe, lê bi giştî ji derve tê.
Wî di dawiyê de bal kişand ser kêmbûna şivanan û got, "Êdî kes vî karî nake, divê şivan jî ji derve bên.
Li vir destekê nadin cotkar û xwediyên ajelan. Helbet eger destekê bidin, ew jî dê berhemê zêde bikin û dê fêde be, lê mixabin em ji derve tînin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin