Donald Trump li ser êrişên Îsraîlê axivî

Donald Trump li ser êrişên Îsraîlê axivî

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku "tiştek nikare" zererê bide peymana agirbesta Xezeyê.

Îsraîlê şeva borî bi balafirên şer êrişî Xezeyê kir.

Li gorî hinek çavkaniyan, di van êrişan de 18 kes û li gorî hinek çavkaniyan jî 35 kes mirine.

Trump dema ji Japonyayê ber bi Koreya Başûr ve diçû di balafira xwe ya serokatiyê “Air Force One” de ji rojnamegeran re axivî û got ku wî êrişên dawî bihîstine û ew êriş piştî kuştina leşkerekî Îsraîlê hatine.

Trump got, “Îsraîlê bersiv da û dema tiştekî wisa diqewime divê bersivê bide.”

Trump li ser pirsa “Gelo ev êriş dikarin agirbesta Xezeyê bixin xeterê?”got, “Tiştek nikare zererê bide wê yekê.”

"Eger ne baş bin, dê bên tunekirin"

Trump got, “Hemas beşeke gelekî biçûk a aştiya li Rojhilata Navîn e” û wiha pê de çû:

“Wan got ku ew dê baş bin û eger baş bin, ew dê kêfxweş bibin û eger ne baş bin, ew dê bên tunekirin.”

Trump her wiha got, "Gelek welat hene ku amade ne vê yekê bikin" û da zanîn ku di hevdîtinên li Tokyoyê de "îro tewr Japonyayê jî gotiye ku ew hez dikin tevlî Rojhilata Navîn bibin."

Donald Trump her wiha got ku pêvajoya agirbestê bi pêş ve diçe û got, "Em derbasî qonaxa duyem dibin" û amaje bi qonaxa bê ya plana xwe ya 20 xalî ya ji bo Xezeyê kir.

Hemas û Îsraîlê 10ê vê mehê agirbest pejirandibû û şer û pevçûn rawestiyabûn û dest bi berdana dîl û girtiyan hatibû kirin.

Qonaxa yekem a peymanê berdana rehîneyên Îsraîlî ya li hemberî nêzîkî 2 hezar girtiyên Filistînî li xwe digire.

Plan her wiha jinûveavakirina Xezeyê û avakirina mekanîzmayeke nû ya birêvebirinê ya bêyî Hemasê jî pêşbînî dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin