
Ji Stenbolê heta Diyarbekirê: Rêwîtiya ciwanekî Kurd ji bo vegera li zimanê dayikê
.
Ji ber nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî û polîtîkayên bişaftinê bi salan e li Tirkiyeyê ciwan û zarokên kurd ji zimanê xwe dur dikevin ku di vê mijarê de çîroka xwendekarê Zankoya Dîcle yê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Mihemedê Qaxizmanî balkêş e. Mihemedê ku malbata wî ji Qersê ye û ew jî li Stenbolê hatiye dinê, paşê fêrî zimanê kurdî bûye.
Mihemedê Qaxizmanî, 19 salî ye, malbata wî ji Qersê ye, malbata wî di sala 2005ê de ji Qersê koçî bajarê Stenbolê kiriye û ew bi xwe jî di sala 2006ê de li Stenbolê hatiye dinê. Mihemed Qaxizmanî heta 18 saliya xwe jî nedizanî bi kurdî biaxife lê hay ji nasnameya xwe hebûye û nezanîna bi kurdî ji xwe re kiriye xem û bi taybetî jî balê dikêşe ku dapîra wî bi tirkî nedizanî û wî jî bi kurdî nedizanî ku ev yek bo wî her dem bûye cihê xemginiyê û biryar daye bikeve ezmûnên zankoyê û xwendina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi dest bixe û fêrî zimanê kurdî bibe.
Mihemedê Qaxizmanî ji K24ê re got: “Min nedizanî bi kurdî biaxifim û min bi kurdî fam jî nedikir, heta bo min tiştek travmatîk e ku min nedizanî bi pîrka xwe re biaxifim, min ji bavê xwe dipirsî. Min digot ez kurd im lê min kurdî nedizanî, min xwe temam hîs nedikir, ji ber wê min biryar da werin vê beşe.”
Mamosteyên Mihemedê Qaxizmanî dibêjin Mihemed bi motivasyon û xwestekek bilind hatiye beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ku di demek kin de kariye pêşketinek gewre bi dest bixe. Mamoste balê dikêşin ku hebûna Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bo pêşîlêgirtina bişaftinê derfetek girîng û hêja ye.
Serokê Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zankoya Dîcle Osman Aslanoglû dibêje: “Hevalên wek Mihemed ji sifrê dest pê kirîn ku li bajarên cuda jiyane û bi kurdî nedizanîn niha fêrî kurdî bûne, Mihemed demeke kin de pêşketinek girîng bi dest xist ku dibe me bi xwe nekarîba evqasî em pêş bikevin.”
Niha xeyala Mihemedê Qaxizmanî ew e ku Piştî Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi dawî bike, bibe mamosteyê Zimanê Kurdî û zarokên kurdan fêrî zimanê kurdî bike.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin