Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt

Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt

.

A+A-

Derhênera Kurd Ebrû Avciyê bi fîlma xwe ya bi navê "Ji Min Re Çîrokekê Bêje" di Festîvala Fîlman a Doclisboayê de Xelata Taybet a Juriyê wergirt.

Îsal 23yemîn Festîvala Fîlman a Doclisboayê ku her sal hefteya dawî ya Cotmehê tê lidarxistin û yek ji festîvalên herî bi prestîj ên belgefîlman ên Ewropayê ye, hat lidarxistin. Festîvalê îsal mazûvaniya zêdetirî 200 fîlmên ji 52 welatan kir.

Di kategoriya pêşbirka navneteweyî de Xelata Taybet a Juriyê dan fîlma bi navê "Ji Min Re Çîrokekê Bêje" ya Derhênera Kurd Ebrû Avciyê.

Ebrû Avciyê ji Rûdawê re got ku fîlm, çîroka Yûsif vedibêje ku li gundên Kurdan digere û çîrokên gelêrî yên ku li ber windabûnê ne berhev dike.

Ebrû Avcî sala 1991ê li Semsûrê ji dayîk bûye. Ew xwendekara derhênerê Macar Béla Tarr bû. Fîlma wê ya yekem "Why Is It Difficult to Make Films in Kurdistan?" (Çima li Kurdistanê Çêkirina Fîlman Zehmet e?) li gelek festîvalan hat nîşandan û gelek xelat wergirtin.

Derhêner Avciyê di merasîma xelatdayînê de hestên xwe wiha anî ziman:

“Ji bo min serbilindiyeke mezin e ku fîlma min di festîvaleke wiha bi prestîj a belgefîlman de gihişt temaşevanan. Şîroveyên temaşevanan ên li ser fîlmê û pirsên wan ji bo min bi serê xwe xelatek bû. Ez di wê baweriyê de me ku fîlm gihiştiye armanca xwe.”

“Ji me fîlmên zêde polîtîk dixwazin”

Avciyê bal kişand ser zehmetiyên karê xwe û got:

“Lê ez dixwazim balê bikişînim ser mijarekê. Ez li ser navê derhênerên wekî min ên ku fîlmên serbixwe çêdikin diaxivim.

Di rastiyê de potansiyela fîlma min hebû ku xelata ‘Fîlma Herî Baş’ werbigire - ev nêrîna juriyê bi xwe bû.

Lê ji ber pirsgirêkeke deng a du deqeyan a di dawiya fîlmê de me ev xelat wernegirt. Ev pirsgirêkeke wisa bû ku dikarîbû di studyoyê de bi hêsanî bihata çareserkirin.

Mixabin em neçar dimînin ku di nav tunebûnê de, bi amûrên kevn û şikestî bixebitin.

Dema ku mirov fîlmeke Kurdî çêdike, li Rojhilata Navîn ji welatên ku piştgiriyê didin projeyên navneteweyî fon an jî sponsor peyda kirin gelekî zehmet e.

Ji civaka Kurd piştgirî wergirtin jî hema bêje ne mimkin e. Pir caran aliyê çêkeran ve ji me tê payîn ku em fîlmên zêde polîtîk çêbikin.

Heta ku em mijarên ku ew dixwazin nekin, em piştgiriyê nabînin.

Lê belê Kurd, Kurdî, wêjeya Kurdî û qadên bi vî rengî ji siyasetê wêdetir mijarên dewlemend ên ku li benda karkirinê ne dihewînin.

Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku divê hejmara saziyên ku piştgiriyê didin derhênerên serbixwe yên wekî min zêde bibe.”

“Karên min ên bi vî rengî yên navneteweyî dê bidomin”

Derhênera Kurd li ser planên xwe yên paşerojê jî ji Rûdawê re wiha axivî:

"Derfeta min çêbû ku ez di qada navneteweyî de cih di projeyên curbicur de bigirim.

Sala 2024an ez ji aliyê Komeleya Fîlmên Serbixwe ya Busanê ve hatim vexwendin bajarê Busanê yê Koreya Başûr û min li wir belgefîlmek kişand.

Karên min ên bi vî rengî yên navneteweyî dê bidomin.

Fîlma 'Ji Min re Çîrokekê Bêje' dê di demên pêş de li gelek festîvalan derkeve pêşberî temaşevanan.

Dema ku fîlm rêwîtiya xwe didomîne, ez dê di heman demê de dest bi xebata li ser projeya xwe ya nû bikim.

Ez plan dikim ku fîlma xwe ya din li welatê xwe Semsûrê bikişînim.

Ligel vê, ez difikirim ku li bajarên cuda yên Kurdan ên wekî Mehabad, Hewlêr û Qamişloyê bigerim.

Her çiqas em hemû Kurd bin jî, her erdnîgarî pirsgirêkên xwe yên taybet, çîrokên cuda û dînamîkên ku pê re rû bi rû dimîne hene.

Armanca min ew e ku ez van serpêhatiyên cuda bînim sînemayê, li ser bifikirim, nîqaş bikim û belkî em bi hev re li çareseriyan bigerin. Ez bêsebir im ku dest bi vê rêwîtiyê bikim.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin