Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin

Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin

.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî civîna ewlehiyê, ferman da artêşê ku demildest êrişên bihêz li ser Xezeyê pêk bîne.

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê piştî civîna ewlehiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir,

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Piştî şêwirên ewlehiyê, Serokwezîr Netanyahu ferman da Artêşa Îsraîlê ku demildest êrişên bihêz li Xezeyê pêk bîne.”

Ev civîn piştî wê yekê hat kirin ku Îsraîlê Hemas bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kiribû.

Di çarçoveya rêkeftina agirbestê ya ku 10ê vê mehê di navbera Îsraîl û Hemasê de ketibû meriyetê de, şer û pevçûn hatibûn rawestandin û dest bi guhertina dîlan hatibû kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin