
11 sal bi ser çûna Pêşmerge ya Kobanê re derbas bûn
.
Rojek wek îro 28ê Cotmeha 2014an ango berî 11 salan, Pêşmergeyên Kurdistanê bi biryareke dîrokî ya Parlamentoya Kurdistanê, ji Başûr derbasî Bakur bûn û berê xwe dan Kobanê. Piştî vê biryarê hêzeke Pêşmerge bi fermana Serok Mesûd Barzanî, ji Başûr bi ser Bakurê Kurdistanê de bi rê ket û çû hawara şervanên birayên xwe.
Bi vê pêngava dîrokî re bi temamî hevsengiya şer li dijî DAIŞê guherî, bajar ji metirsiya ketinê xelas bû.
Herwiha bû nimûneyek yekrêziya neteweyî ku Kurd li çar parçeyan careke din girîngiya piştgiriya neteweyî û rola Pêşmerge ya bêalî di karûbarên navxweyî de tînin ziman.
Îro 11 sal di ser çûna hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanê re, derbas dibin.
Pêşmerge piştî bidawîhatina erkê xwe, bêyî destwerdanê di karûbarên navxweyî de bike, bi serbilindî vegeriya Başûrê Kurdistanê.
Rewşa zehmet a Kobaniyê
Berî 11 salan, di rewşeke gelekî dijwar de, piştî 134 rojan ji berxwedana şervanan, nêzîkî %80ê bajarê Kobanê ketibû destê DAIŞê û bi hezaran welatî koçber bûbûn. Di wê qonaxa hestiyar de, li ser daxwaza Serok Barzanî û bi erêkirina civata neteweyî, biryar hat dayîn ku hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ji bo piştgiriya berevaniyê berê xwe bidin Kobanê. Ev biryar ne tenê piştgiriyeke leşkerî bû, lê di heman demê de peyameke xurt a yekrêziya Kurdî bû.
Biryara dîrokî û pêşwaziya bêhempa
Roja 22ê Cotmeha 2014an, Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza Serok Barzanî civiya û bi piraniya dengan biryara şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanê pesend kir. Ev biryar weke pêngaveke yekrêziya neteweyî hate dîtin û dengvedaneke mezin di medyaya cîhanî de peyda kir. Li ser vê bingehê, roja 28ê Cotmeha 2014an, yekem karwana hêzên Pêşmerge ku ji 150 Pêşmerge, 40 wesayîtên leşkerî û çekên giran û sivik pêk dihat, ber bi Kobanê ve bi rê ket. Li seranserê rê, ji Başûr heta Bakur û gihîştina Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Kurd bi ala Kurdistanê, sirûda neteweyî, çepik û tilîliyan pêşwaziyeke germ li wan kirin.
Hevsengiya şer guherî
Bi gihîştina hêzên Pêşmerge re, hevsengiya şer bi temamî hat guherandin. Di demekê de ku tenê %20ê Kobanê di destê şervanan de mabû, Pêşmerge û şervanan mil bi milê hev dan û rûbirûyî DAIŞê bûn. Wan karî cihên stratejîk ên weke Girê Kaniya Kurdan û taxa Meştel Nûrê rizgar bikin û piştre tevahiya navenda bajêr ji terorîstan paqij bikin. Mixabin, di vî şerî de, roja 20ê Çileya 2015an, yekem şehîdê Pêşmerge, Zêrevan Ekrem, giyanê xwe pêşkêşî axa Kurdistanê kir û hejmarek Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Vegera serbilindî û pîrozkirina serkeftinê
Piştî bidawîhatina şer û rizgarkirina Kobanê, hêzên Pêşmerge weke hêzeke piştevan, erkê xwe bi cih anîn. Çekên xwe diyarî şervanan kirin û bêyî ku ti destêwerdanê di karûbarên siyasî û îdarî yên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê de bikin, bi serbilindî vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Di şerê Kobanê de zêdetirî 2,800 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, her çend beşeke mezin a bajêr jî wêran bû. Piştî rizgarkirinê, roja 1ê Mijdarê weke "Roja Cîhanî ya Kobanê" hate naskirin û li seranserê cîhanê Kurdan ev serkeftin pîroz kir. Ev bûyer weke mîladeke neteweyî ya nîşandana yekdengî û jêhatîbûna leşkerî ya Kurd tê bibîranîn.
PeyamaKurd

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin