Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir

Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir

.

A+A-

Baroya Amedê ragihand ku bi armanca pêşkêşkirina alîkariya hiqûqî ya pêvajoya çareseriyê, komîsyoneke taybet ava kiriye.

Baroya Amedê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di çarçoveya pêwîstiyên hiqûqî yên pêvajoya çareseriyê de wan komîsyoneke taybet ava kiriye.

Hat ragihandin ku civîna yekem a komîsyonê bi serokatiya Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç pêk hatiye.

Li gor daxuyaniyê, komîsyon dê li ser mijarên wekî entegrasyon, zimanê dayîkê, yasaya înfazê û pênaseya welatîbûnê xebatan bike û li gorî pêwîstiyê dê nexşerêyek were amadekirin.

Baroya Amedê her wiha da zanîn ku ji bo pirsgirêka Kurdan bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin, ew wekî baro amade ne alîkariya hiqûqî pêşkêş bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin