
Heyder Şeşo: Divê Êzidî bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinê bibin
.
Serokê Partiya Demokrat a Êzidî û Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo bangî Kurdên Êzidî kir ku "dengên xwe winda nekin" û nûnerên xwe yên rast hilbijêrin.
Heyder Şeşo bû mêhvanê bultena Nûrojê û hilbijartinên Îraqê ji Rûdawê re nirxandin.
Heyder Şeşo pêşbînî kir ku zêdetirî nîvê dengên Kurdên Êzidî li Şingalê dê ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bin û li pey wê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) were.
"Binpêkirin hene lê pir kêm in”
Wî ragihand ku heta niha bangeşeya hilbijartinê li Şingalê, mîna bajarên din, aram û bê pirsgirêk derbas bûye û got:
"Binpêkirin hene lê pir kêm in. Em hêvîdar in ku kes zextê li dengderên Kurdên Êzidî yên li Şingalê neke û ti astengî ji bo wan neyên çêkirin."
"Zehmetiya vegera koçberan"
Zêdetirî 25 hezar malbatên Kurdên Êzidî hîn jî li kampên Dihokê û derveyî kampan di koçberiyê de dijîn.
Heyder Şeşo vegera wan kesan ji bo dengdanê wekî "bar û zehmetiyek"ê bi nav kir û got:
"Ew 11 sal in koçber in û nekarîne vegerin. Vegera wan a li Şingalê di roja dengdanê de zehmet e û dikeve ser milê wan."
Wî bang li wan kesan kir ku dengên xwe pûç nekin û deng bidin wan namzedên ku nûnertiya rast a Kurdên Êzidî dikin.
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê peymanek heye lê ew heta vêga jî nehatiye pêkanîn.
Şeşo amaje bi vê rewşê kir û biland, "Mixabin vegera xelkê me bûye dosyeyeke siyasî. Pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û îradeya gelê me di destê wî de nemaye."
"Zilm li kotaya Êzidiyan hatiye kirin"
Li Îraqê 9 kursiyên kotayan hene lê bi tenê yek ji wan ji bo Kurdên Êzidî ye.
Şeşo ev yek wekî "zilm"ê bi nav kir û got, "Zilm e ku nûnertiya Kurdên Êzidî di kotayê de kêm e.”
Li gorî agahiyan, PDK bi lîsteyeke serbixwe û 62 namzedên li Nînovayê beşdarî hilbijartinê dibe û 8 ji wan Kurdên Êzidî ne.
YNK jî bi 31 namzedan di çarçoveya hevalbendiyekê de beşdar dibe û 11 berbijêrên wan Kurdên Êzidî ne.
"PDK dê zêdetirî nîvê dengan bistîne”
Şeşo derbarê dengên Kurdên Êzidî de got, "PDK dê zêdetirî nîvê dengên xelkê Şingalê li Şingalê û di nav koçberan de bi dest bixe û piştî wê jî YNK dê beşek ji dengan wergire."
Wî daxwaz ji aliyên Kurdistanî kir û got, "Ez hêvîdar im ku aliyên Kurdistanî karibin maf û daxwazên Kurdên Êzidî li ber çavan bigirin û hewl bidin ku dawî li koçberiya xelkê bînin."
Şeşo her wiha xwest ku "Hikûmeta bê ya Îraqê bi berpirsiyarî kar bike, rewşa Şingalê asayî bike û îdareyeke ku xizmeta xelkê bike ji bo Şingalê deyne."
"Bila PKK Şingal û rewşa wê li ber çavan bigire”
Şeşo daxwazek arasteyî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî kir û got, "Bila PKK Şingal û rewşa wê li ber çavan bigire.
Êdî nabe aliyek bibêje PKK li Şingalê nîne û aliyekî din bibêje di bin kontrola PKKyê de ye. Bila ew gavên ku dest pê kiriye, Şingalê jî li xwe bigirin."
Li Nînovayê 37 lîste bi 1,067 namzedan ji bo bidestxistina 34 kursiyên Parlamentoya Îraqê di pêşbaziyê de ne ku 3 ji wan kursiyan ji bo kotaya pêkhateyan in.
Ji bo kursiyê kotaya Êzidiyan jî 7 namzed di pêşbaziyê de ne.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin