Serokê ENKSê: Bê vegera Pêşmergeyên roj rêkeftinê îmze nakin

Serokê ENKSê: Bê vegera Pêşmergeyên roj rêkeftinê îmze nakin

.

A+A-

Serokê ENKSê Siûd Mela radigihîne, “Benda Pêşmerge, bendeke taybet e û dema em bikevin gengeşeyan, em ê komîteyên taybet ên leşkerî pêk bînin, ji bo cihê Pêşmergeyan bên diyarkirin.”

Serokê ENKSê Siûd Mela radigihîne, li cem ENKSê tiştê sereke ew e, divê Pêşmergeyên Roj li Kurdistana Sûriyê û li deverên kurdî bin.

Şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Desteya Danûstandinkar a ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Sûid Mela sardana Hewlêrê kir û ligel nûnertiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê civiya.

Li ser armancên serdana şanda ENKSê, Serokê ENKSê Siûd Mela ji K24ê re diyar kir, şanda wan li Hewlêrê bi nûnertiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê re civiya û dawî pêşhatên diyaloga kurdî – kurdî û rewşa rojavayê Kurdistanê bi giştî ji wê re da xuyakirin, ji bo ew jî rayederên Başûrê Kurdistanê bi rewşa heye agahdar bikin û alîkariya wan bikin.

Li ser pirsa diyaloga kurdî – kurdî, Serokê ENKSê got: Heta niha gavên baş hatine avêtin û li ser gelek xalan lihevkirin çêbûye. Lê me ji roja yekem ve me gotiye ku di vê rêkeftinê de hemû tişt bi hev ve girêdayî ye. Bi wateya, heger di hin xalan de lihevkirin çêbû û di hinên din de lihevkirin çênebû, em rêkeftinê îmze nakin. Tiştê sereke jî, divê em hevpar bin, ne ku em bi ser aliyekî ve bin. Divê em hevparê biyarê bin.”

Li ser helwesta Amerîka, Siûd Mela got: “Em bi hêvî ne Amerîka bi rola xwe rabe û helwesta wê li hember doz û miletê kurd erênî be û alîkariya me bikin, ji bo em vê qonaxê derbas bikin.

Li ser gengeşekirina pirsa leşkerî di diyaloga kurdî – kurdî de, Serokê ENKSê got: “Heta niha pirsa vegera Pêşmergeyan nehatiye behskirin, ji ber ku em bend bi bend derbas dibin. Benda Pêşmerge, bendeke taybet e û dema em bikevin gengeşeyan, em ê komîteyên taybet ên leşkerî pêk bînin, ji bo ku behs bikin ku çawa Pêşmerge derbasî welat bibin, cihê xwe bigirin û berevaniyê li miletê xwe bikin. Li cem ENKSê tiştê sereke ew e, divê Pêşmerge di Kurdistana Sûriyê de be û di deverên kurdî de be, e ku di deverên erebî de be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin