Seîd Gabarî hunermendê navdarê Kurd wefat kir

Seîd Gabarî hunermendê navdarê Kurd wefat kir

Hunermendê navdarê Kurd Seîd Gabarî, bi sedema nexweşîya penceşêra pişikan îro li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îbrahîm Gabarî yek ji xizm û kesûkarên nêzîk ên wî hunermendê Kurd ji Rûdawê re ragihand: “Îro demjimêr 04:45 serê sibehê, Seîd Gabarî li Nexweşxaneya Serdem a Hewlêrê koça dawî kirîye.”

Seîd Gabarî bi nexweşîya penceşêrê ketibû û ji ber xirabbûna rewşa wî ya tendirustî, çend roj berîya niha li nexweşxaneyê hatibû razandin.

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê, Mehdî Ferec ragihand, îro Duşemê 4ê Gulana 2020 hunermendê navdarê Kurdistanê û xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Seîd Gabarî di temenê 65 salîyê de bi sedema nexweşîya penceşêra pişikan li Nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Peymnêrê Rûdawê dibêje, “dema 20 rojan bû ku hunermend Seîd Gabarî bi sedema derketina nîşanên vê nexweşîyê û bandora li ser tendirustîya wî li nexweşxaneyê hatibû razandin.”

Biryar bû îro li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Seîd Gabarî bo wergirtina çareserîyê bo Almanyayê bihatiba şandin, lê belê îro serê sibehê ji ber nexweşîya penceşêrê koça dawî kir.

Herwiha biryar e îro termê hunermendê navdarê Kurd, Seîd Gabarî li ser wesîyeta wî bi xwe, li goristana Mela Omer  a li bajarê Hewlêrê û li nêzîk gorên endamên malbat û kesûkarên xwe bi axê bihê spartin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, ji ber rêkarên xweparastina ji vîrusa koronayê, merasimên şînê bo Seîd Gabarî nayê danîn.

Seîd Gabarî xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1956an ji dayik bûye û ji temenê 8 salî ve bînahîya çavên xwe ji dest daye. Ji salên 1970an ve dest bi stranbêjîyê kirîye, sala 1980an hatîye Başûrê Kurdistanê û bi hunera xwe mil bi milê pêşmergeyan şer kirîye.

Piranîya tekstên stranên wî yên hozanvanên navdarên Kurd Cegerxwîn û Tîrêj bûne û heta niha 4,712 stran gotine.

Seîd Gabarî

-13ê Nîsanê ya sala 1956`an jidayik dibe

-Ji Gundê Xirbê Kejê ya Qamişloyê ji dayik bûye

-Di sala 1966`an de Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dike

-Di sala 1967`an de fêrî tembûrê dibe

-Di sala 1969`an de konsera xwe ya yekemîn dide

-Di sala 1970`an de ji ber straneke şoreşgerî tê girtin

-Hikûmeta Surîyeyê gelek îşkence li wî dike

-Ji ber zextên sîyasî neçar dimîne ku biçe Ewropayê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin