Saziyên jinan ên Amedê: Divê pêş li kuştina jinan were girtin!

Saziyên jinan ên Amedê: Divê pêş li kuştina jinan were girtin!

Saziyên jinan ji Amedê bangeke hevpar kirin

A+A-


Li Amedê di nava 2 mehan de 3 jin hatin kuştin. Di nava 4 mehan de jî li bajarê Amedê 954 jin rastî tundiyê hatine û ji van 258 jin jiyana wan di bin xeterê de ye. Li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di nava 6 mehan de 214 jin hatine kuştin. Saziyên jinan ji Amedê bangeke hevpar kirin û gotin: Jin jiyan e, jiyanê nekujin.
 
Beriya 16 salan Şemse Allak hatibû recimkirin. Ji dema kuştina Şemse Allak û vir de nêzî 7 hezar jinên din ji aliyê mêrên herî nêzikî xwe ve hatine kuştin. Tenê di şeş mehên destpêka îsal de 214 jin bûne qurbanî.


Komeleya Jinan a Rosayê û 4 saziyên jinan ên Amedê ji bo pêşî li kuştina jinan bigrin bi bangewaziyeke hevpar xwestin kuştina jinan bê rawestandin. Li gorî aktivîstên jin bêdengmayîn bi xwe jî erêkirina van kuştinan e.


Di nava du mehên dawiyê de tenê li Amedê 3 jin hatin kuştin. Di nava 4 mehan de 954 jin jî li Amedê rastê tundiyê hatine. Ji van 258 jinan bi hinceta ku jiyana wan di bin xetereyê de ye serî li sazî û komîsyonên jinan dane.


Berpirsa Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Elîf Îpek  got: “Qanûn bi serê xwe li hemberî tundiyê têr nake. Bi van amarên zêdebûna kuştina jinan jî ev yek bi awayeke berbiçav derdikeve holê. Pirsgirêk di pratîkê de ye. Ji qereqolê heta lêpirsîn, doz û dadgehkirinê qanûn baş nayên cîbicîkirin. Ji ber vê yekê jî kuştina jinan kêm nabe.”


Digel ku salane ji 400î zêdetir jin li bajarên tirkan û kurdan tên kuştin jî heta niha tu saziyeke dewletê yan jî saziyeke sivîl bi rêk û pêk van amaran berhev bike û sedemên van kuştinan analîz bike nehatiye avakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin