EFRÎN - Çekdar zeytûnan didizin, hikûmet bes ‘biryarnameyan’ derdixe

EFRÎN - Çekdar zeytûnan didizin, hikûmet bes ‘biryarnameyan’ derdixe

.

A+A-

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dizî û talana komen çekdar û Erebên hawirde ya li nav baxçe û zeviyên cotkarên Kurd berdewam dike.

 Komên çekdar û Erebên hawirde yên li Efrînê hatine bicihkirin bêyî ti astengiyê zevî û rezên zeytûnan ên Efrîniyan talan dikin.

Li aliyê din Birêvebiriya Herêma Efrînê ji bo rê li ber vê talanê bigire heta niha bes “biryarnameyan” derdixe.

Kampanyayên talankirina zeytûnan

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Endamên komên çekdar hîn jî li deverên cuda yên Efrînê çalak in.

Hinek malbatên Ereb ên hawirde pişta xwe bi wan çekdaran xurt dikin û talana xwe didomîin.

Bi taybetî di van rojên çinîna zeytûnan de ti astengiya ku van binpêkirin û talana berdewam sînordar bike nîne."

Îbrahîm Şêxo pêvajoya talankirinê yên ku niha li wan deveran diqewimin, wekî "êrişeke kuliyan ji bo talankirina rizq û berhemên çandiniyê yên welatiyên Efrînê" bi nav kir û got, "Bi taybetî berhemên kesên ku hatine koçberkirin an jî nû vegeriyane malên xwe, li ber çavên xwediyên baxçeyan û Birêvebiriya Herêma Efrînê tên talankirin.

Malbatên Erebên hawirde komên mezin ên jin û mêran saz dikin û bê rehm êrişî berheman dikin."

Rûdawê hejmarek wêne û vîdeo wergirtine û ew belge jî piştrast dikin komên jinên Erebên hawirde zeytûnên gundên Efrînê kom dikin û wan bi ferdan didizin.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo got, "Ev binpêkirin di demekê de diqewimin ku desthilatdarên herêmî û Komîteya Aboriya ya Sûriyeyê rê nadin xwediyên baxçeyan ku berhema xwe bi hincetên neyasayî kom bikin.

Rastiya heyî û serdestiya endamên komên çekdar ew e ku ew berhemên wan bêyî ti çavdêriyê di nebûna dadmendî û pirsînê de talan dikin."

 

Erebên hawirde zeytûnan diçinin

Erebên hawirde zeytûnan diçinin

Belgekirina bi mînakan

Şêxo ji bo wan binpêkirinên li gundên Efrînê çend mînak anîn zimên û got, "Endamên girêdayî komên çekdar berhema zeytûnan a xelkê gundê Şêxûtkê yê girêdayî nahiyeya Mabatayê li ber çavên xwediyên wan ên li gund amade bûn dizîn.

Protestokirina wan a li hemberî kiryarên wan endaman ti sûd neda û ti astengî ji aliyê Dezgeha Ewlehiya Giştî ya li wir ve derneket."

Şêxo her wiha da zanîn ku kiryarên bi vî rengî li gelek deverên din jî qewimîne û li gundên nahiyeya Bilbilê û gundên Şingêl, Xelîlaka û Meydan Ekbesê jî berhemên cotkarên Kurdan tên talankirin.

Îbrahîm Şêxo derbarê endamên komên çekdar ên ku ji Efrînê derketibûn û paşê vegeriyane mînakek anî ziman û got, "Du fermandarên berê yên Lîwa el-Nuxbe Mehmûd Cuma Hemşo û Ebdulhafiz Berekat, gundê Hesen Dêra yê girêdayî nahiyeya Bilbilê terk kiribûn lê ew careke din vegeriyan gund û dest danîn ser mala welatiyê Kurd ê bi navê Barzanî.

Wan bi xwe re 50 karkerên jin û mêr anîn da ku dest deynin ser darên zeytûnan ên cotkarên Kurd ên li wir.

Li gundê Kawindê (Meydanat) ku girêdayî nahiyeya Racoyê ye, Erebekî hawirde yê bi navê Ebû Fehd ê ku ji Deşta Xabê ya gundê Hemayê ye, zeytûnên welatiyê Kurd ê bi navê Mistefa Elî Seydo dizî.

Ebû Fehd dest danî ser 7 ferdêb zeytûnan û ew ji baxçeyê wan derxist.

Tew heta ku nîvê berhemê nedane wî, Ebû Fehd nehişt ku karker zeytûnên xwe kom bikin."

Şêxo her wiha da zanîn ku "bûyerên talankirina berheman li bajarokê Meydankê yê nahiyeya Şeran a li gundê Şîtka yê nahiyeya Mabatayê û li gundên Hesen Dêra, Bîlan, Kotana û Quda yên nahiyeya Raco ducare bûne."

 

Du çekdar li Efrînê

Du çekdar li Efrînê

Biryarnameya Birêvebiriya Herêma Efrînê

Li hemberî vê rewşê, li ser rûpelên girêdayî Ofîsa Ragihandinê ya Birêvebiriya Herêma Efrînê biryarnameyeke bi dîroka 19.10.2025an hat belavkirin ku tê de wiha hatiye nivîsandin:

"Bi mebesta parastina mafên birayên me yên cotkar li herêma Efrînê û ji bo sînordarkirina diziya berhema zeytûnan, ev biryar hatin dayîn:

1- Vekirina nuqteyên kirînê yan destgehên ji bo kirîna zeytûnan li ser rêyên giştî yan li nav zeviyên çandiniyê, bi tundî qedexe ye û dê berpirsiyariya yasayî li pey xwe bîne.

2- Di rewşa ku nuqteyeke firotinê ya bê destûrname ji Birêvebiriya Çandiniyê ya Efrînê were girtin, dê hemû amûrên ku ji aliyê wî ve tên bikaranîn, wekî otomobîl û hwd... bên desteserkirin û xwediyê nuqteyê dê ji bo rêkarên yasayî yên pêwîst radestî dadgeha pispor bê kirin.

Em bangî welatiyan dikin ji bo parastina ewlehiya çandinî û aborî û berjewendiya giştî ya li herêmê pabendî vê biryarnameyê bin,.

Xwedê alîkar be.

Birvebiriya Herêma Efrînê"

Îbrahîm Şêxo li ser vê biryarnameyê got ku ew bê bandor e, ji ber ku operasyonên talankirina berheman berdewam dikin û ranewestiyane.

Nîşane jî didin xuyakirin ku dê ev rewş heta dawiya meha Kanûna Pêşîn a îsal, ango heta dawiya demsala çinîna zeytûnan berdewam bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin