Konferansa Kurdên Qefqasyayê li Tiflîsê tê lidarxistin

Konferansa Kurdên Qefqasyayê li Tiflîsê tê lidarxistin

.

A+A-

Tiflîsa paytexta Gurcistanê 2yemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê tê lidarxistin.

Konferans bi sernavê "Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewebûnê de" ye û zêdetirî 100 kesî ji 20 welatên cîhanê beşdarî konferansê dibin.

Beşdar ji welatên wekî Sovyeta berê, Amerîka, Kanada, Awistralya, welatên Ewropayê, Rûsya, Îsraîl û her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî ne.

Di bernameya konferansê de mijarên sereke yên wekî rola lêkolînên zanistî, tevkariya Kurdên Qefqasyayê di pêvajoya netewebûnê de û rewşa niha ya li Kurdistan û Diyasporayê cih digirin.

Parlamenter, birêvebir, çalakvan, zana, siyasetmedar û hunermendên ji Qefqasya, Rûsya, Asyaya Navîn, Kurdistan, Ewropa û Amerîkayê wekî panelîst beşdar dibin.

Tiflîsa ku beriya 200 salî wekî navendeke çandî û rewşenbîrî li Başûrê Qefqasyayê roleke girîng lîstiye, îro jî bi pêşwazîkirina Komeleya Kurdên Gurcistanê ji mêvanên çar aliyê cîhanê re vê rola xwe didomîne.

2yemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê bi destpêşxeriya Komela Ronayiyê ya Gurcistanê, Enstîtuya Qefqasyayê û Ravenda Kurdistanî û bi sponsoriya Baregeha Barzanî, Weqfa Kînyazê Îbrahîm û Komeleya Kurdên Kanadayê tê lidarxistin.

Hat zanîn ku şêwirmendên Serokê Herêma Kurdistanê jî li konferansê amade bin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin