Asayîşa Helebê: Êrişî xaleke me hat kirin

Asayîşa Helebê: Êrişî xaleke me hat kirin

.

A+A-

Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ên Helebê ragihand li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê êrişî xaleke wan hatiye kirin.

Asayîşê ragihand ku hêzên hikumeta demkî û çekdarên wê doh derengiya şevê li derdora taxa Şêx Meqsûdê êrişî xaleke wan a ewlehiyê kiriye.

“Em dê erkê xwe yê parastina sivîlan bidomînin”

Daxuyaniya nivîskî ya Asayîş Helebê wiha ye:

“Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên bajarê Helebê êriş û provokasyonên hêzên hikumeta demkî û çekdarên wê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şermezar dikin.

Bi van êriş û provokasyonan ewlehî û aramiya sivîlan dixin xeterê.

Di çend saetên dawî de li ser xaleke me ya li derdora taxa Şêx Meqsûdê êrişeke suîqestê û gulebarankirin hatin kirin.

Ev yek hewldaneke diyarker a derxistina rewşeke tevlihevî bû ku herêmê ber bi şerekî nû yê çekdarî ve bibe.

Kiryarên bi vî rengî binpêkirineke eşkere ya hewldanên misogerkirina ewlehî û parastina sivîlan e.

Ev êrişên ku hemwextî hewldanên domdar ên misogerkirina aramî û agirbestê tên kirin, îsbat dikin ku aliyên êrişkdar li gorî lihevkirin an peymanên agirbestê tev nagerin lê siyasetên xwe yên rageşiyê û hewldanên xirabkirina ewlehiyê didomînin.

Em Hêzên Ewlehiya Hundirîn carek din dibêjin ku em dê erkê xwe yê parastina sivîlan û ewlehî û istiqrara taxan bidomînin.

Em bangî hemû aliyan dikin ku berpirsyariyên xwe li hemberî parastina aştiya navxweyî pêk bînin û rê nedin ku herêm ber bi rewşeke din a tundiyê ve here."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin